Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Nexweşiya me KURDAN a karakterîst

Nexweşiya me KURDAN a karakterîst

Di siyaseta rojane ya legal de refleksên milî û hevpar ên neteweyî xwedan girîngiyeke bêhempa ye. Nexasim heke ev doza xelkekî ya mafdar be û  barê çarenûsa azadiya gelekî li ser be, ev girîngî hê pirtir xwe dipesêre û wekî bivê-nevêtiyekê derdikeve pêş.

Di vê çarçoveyê de, vê heyamê tevgerên Bakur ên kurdî der barê beşdarîtêkirin an jî nekirina di prosesa makeqanûna nû ya Tirkiyeyê de gihîştine konsensûseke milî ya kurd û mirov dikare bibêje ku wek gava destpêkê ya avakirina BEREYA KURD, ev hevbizavî û hevbîrûrayî hêjayî nirxandinê ye.

Ji aliyê dîtir ve, ez vê xwepêşkirina Kemal Burkay a di vê heyamê de bi vê pêngavê ve girêdidim; Xuya ye, Burkay li benda hevgirtineke wisa nebû, bi ya wî; Heke hevgirtineke wisa çêbûya jî diviya qenebe HAK-PAR û KADEP’ê an jî hin saziyên ku ew nêzî xwe dibîne, pirsa wî bikira û bi perspektîfa wî gav biavêta, lê ji ber ku van hêzên kurd digel BDP’ê cih girt û bo meseleya daxwazên kurdan ên di makeqanûnê de xwe dan ber vê BEREYÊ, Burkay û zihniyeta wî ji aliyê hêzên ku ew bi xwe wek palpişt dibîne ve bi awayekî de fakto hatiye ekartekirin. Ji ber vê jî ew zivir bûye û li vir û li wir kela xwe dirije û kula xwe ji PKK’ê derdixe.   

Ev nexweşiya karakterîst a ku di şexsiyeta gelek serkêşên kurdan de wekî nexweşiyeke kronîk hê jî hebûna xwe didomîne, xwe li ser wê binemayê datîne; “An dê bi ya min bikin, an jî ez ê têkvedanê di vî karî de bikim û xwe nedin rex hevgirtinê…” hêjayî gotinê ye, vê nexweşiyê gelek caran, di heyamên dîroka me ya dûr û nêzik de xwe sedbare kiriye û gelek caran hiştiye ku xewn û xeyalên gelê kurd berba bibin.

Ji hezar û hezar serpêhatî û tecrûbeyên vî xelkî jî aşkere ye ku pêwîstiya me kurdan berî her tiştî bi toleransa navxweyî heye û diviya em demek zû xwe ji têgihîştina, “Bo xwe bi qiloç bo xelkê koç” berdin û di meseleya neteweyî ya kurd de bi hev re tevbigerin.

Li şûna ku em ser berika xelkê gilî û gazinan li birayê xwe bikin û bibêjin, “Ma dem ez serkêş nîn im, bila ew jî bi miradê şa nebin”, çêtir e em ligel her tiştî, li gorî derfet û destkeftiyên dema xwe, bi gelê xwe re bin û ji bo serfiraziya doza miletê xwe rê vekin.

Ji bo wê jî, di BEREyeke hevgirtî ya Kurdistanî de hemû reng û dengên li vê erdnîgariyê dijîn, diviya bêne rex hev û bi hev re xwe bidine pêş.   

Vêca bereya kurd dikare bi perspektîveke kurdistanî xwe bi rêk bixe û bêyî ku şert û mercan deynin ber hev û li cudafikirkirina hev binêrin, di vê Bereyê de ji bo doza mafên gelê kurd têkoşînê geş bikin.

Ev berî her tiştî berpirsyariyeke dîrokî, însanî, wijdanî, exlaqî û kurdistanî ye û divê çi kes û çi alî xwe jê nedine paş.

Çi ko Kurdistan welatê me hemûyan e, kurdî zimanê me hemûyan e û ev zext û zordestiya li em tê kirin jî, hemû ji ber vê nasnameya me ye. Divê em hemû pêkve li nasnameya xwe bibin xwedan û ji bo azadkirina wê xwe bidine ber vî barê giran.

Navê vê xwedanaberê pêkanîna BEREYA KURD e.

Ango ew tişt e ku kurd li dijî destkariyeke li ser xelkê xwe yê li çi devera kurd lê bijî be bila bibe, ku bibin xwedî refleks û nerazîbûna xwe bide der.

Peydakirina vê hesta neteweyî ye ku KURD xwe pê bilind û ne kêmî çi kesî bibînin û çi gava hest pê kirin ev nasnameya wan li ber êrîşekê ye, rabin ser xwe û refleksekê ji xwe çêkin.

Ev bere dikare weke hevpeymanekê li ser hin rêgezên neteweyî li hev were û ji bo paşeroja kurdan rênexşe û rênimayeke hevgir û demokratiyane pêk bîne û li ser vî binemayî, hemû hêz û tex û bizavên kurdistanî û dostên wan tê de bibin xwedî ray û gotin û heta doza mafên kurdan ên rewa bigihîjin ber sîvaneke qanûnî û statûyek ji kurdan re peyda bibe, ev BERE kargêr be û bi peywira xwe rabe.

A herî girîng, serkêşî û biryardariya helwestnîşandayîna vê BEREYÊ bi ser mecliseke rajor be ku pêk bê ji deng û rengên hemû aliyan.    

Bi kurt û kurmancî, fikir temendî nizar û berojekê jêk cuda bin jî; Yek îslamparêz, yek lîberal, yek sosyalîst, yek nasyonalist û yek aletîst be jî, di meseleya doza kurdî de hemû xwedan yek deng û yek rayê bin û di vê BEREYÊ de bi hev re tevbigerin.  

Pêwîstiya gelê kurd gelekî bi vê bereyê heye. Riya serkeftinê bi yekitî û hevgirtineke li ser binemayê nirxên Kurdistanî pêkan û mimkûn e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi