Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Û berbang segurî (kulmek siyasî kulmek edebî)

Û berbang segurî (kulmek siyasî kulmek edebî)

Seguriya berbeyana sibê, ew dem e ku êdî mirov dikare se û gurgî ji hev kifş bike. Ma bi rastî “se” û “gur” ji hev kifş dibin? Ma ne hemû “se” di esasê nijyara xwe de berî bi çend babikan “gurg” in? Gurg bûne?  

Segurî, ji bo danekî rojê tê gotin ku bi wê re kirasê reştarî yê şevê diçire û hêdî hêdî dinya xwe ji bo hilatina rojeke nû amade dike.

Segurî, heman wext maneyeke firehtir li xwe girtiye û bi xwe re dengê hêviyeke nû jî tîne. Çimkî piştî ku êdî “se” û “gur” her çendî pisxaletên hev bin jî, divêt em ji bîr nekin ku heçî “se” ye adapteyî jiyana kerî ya mirovan bûye lê heçî “gur” e ew hê jî kovî ye heta ne tenê kovî, pê re dirinde ye û nêçîrvanekî bêbext û djwar e, ji hev bêne kifşê; diyar e ku êdî çavên me ji perdeya tarî ya ji gurgî re pir lêhatî ye bo nêçîrkirinê filitîne û êdî dikare “se” û “gur” ji hev kifş bike. Yanî em êdî hatine wê pêpelingê ku dikarin serwext bibin ka “se” -dostê me- kîjan e û “gur” -neyarê me- kîjan e.

Lewra “segurî” ew pênava jiyanê ye ku tu êdî biryara berdewamîdana rêkê didî. Tu rêgeha xwe diyar dikî û xwe nedî ber milê “gurgan” û di newala tarî ya pawanê nêçîrkirinê nakevî, wê şîpa bê şûnpê nadî ber xwe. Tu êdî di navbera “se û gurgî” de aqilê însanî hildibijêrî. Ev rêyeke wisa ye tu “segî” didî dû revda guran. Aqilê insên çawan ku ji berbanga segurî hilat êdî di şerê dûvedirêj ê “herdu pisxaletan se û gurgan” de bû şivan û se da ber keriyê pezê xwe da ku wan ji gurgan biparêze.

Şerê se û gurgan heman wextî şerê kedîbûn û kovîmanê ye jî. Gurg, minetê ji nanê serşoriyê, kurtêlên dupêyan nake û bêminetiyê ji xwe re hildibijêre lê heçî seg e, ew kûtexwer e û ji mêj ve “esl û binyada” xwe ji bîr kiriye û “îradeya” xwe xistiye bin nîrê mirovan. Ew li dû nanê xwe ye, lê gurg nanê xwe bi qîl û pencên xwe yên dir bi dest dixe.

Îja bi vê ez dixwazim çi çîrokê berê ji xwe re paşê ji we re bibêjim?

Ev danê segurî, di berbanga edebiyata me de vê rê dide ber me ku êdî em ji vê newala bin mijketî ya pawana gurgan a nêçîrê derdikevin û êdî dikarin ji hev kifş bikin ka çi û çi li ber me ne. Segurî, tenê awayek “kifşbûnê” ye; kifşbûn ew dîtin e ku êdî tu wê objeyê karî bi çavên xwe, bi zewl û girsî, bi qewarek giştî bibînî. Ev dîtineke gelekî ji serve serve ye û ne temam e.

Segurî bê sîber e. Qenc sayî nîn e û tu başebaş tê dernaxî bê ka hûrgilî û kitûber çi û çi ne. Tu tenê cesteyê sax dibînî û dizanî ku ev reşetûl ne “se” ye lê “gurg” e an jî berevajiyê wê.

Niha li meydana siyasetê dîmen wa segurî. Li meydana edebiyatê jî reng û tîtal wa segurîn. Lê herdu jî bê sî ne, sayî û zelal nîn in û di mil milê hev re winda dibin. Mij gelek caran ji nişkê ve diavêje serê û di bin zûrezûra guran de dimîne.

Îja dinya li me digêwile û gewezîya spêdê xwe dadixe ser gir û gepez, dol û newalên hiş û zêhna me. Hestên xweş xwe li ber kaniyên dilê me, li ser mêrg û terazinên ruhê me mexel tînin û em xwe tê de payîn dikin. Bawerî bi me re çêdibe ku êdî dinya segurî û dê “hinek tişt” li me biguherin. Ber bi başiyê ve, ber bi xweşiyê ve dê dergehên nû ji me re vebin.

Em wa segên xwe ji tewlê derdixin, tajiyên xwe diajon pêş û dibêjin “mij nema li ber kepezan” niha dora şevînê ye ber taveheyva kewçêrîn.

Welhasil, van rojên gulana rengîn, vê heyama ku hest û dilê meriv li berbayeneke nû ya kîşwerê siyasî segurîn û kaniya hêviyan daye der; her roj, li deverekê vî welatî û wê duwêlê yekî ji reng û zimanê me –ji ber stranek bi kurdî gotiye- ji dil û kezeba xwe têt kêrkirin, li pişt hêt û dîwarên nepen, yekî rengesmer û gwînzozanî dibe armanca tîr û hêrişên dirindeyî tê kuştin, tê lêdan, lê sexirandin, tê êşandin, tê tepisandin..

Her roj dengekî dî ji nav rûpelên pirtûkên me têt qurmiçandin, gulek dî ji nav gulzara me têt pêpeskirin.

Ev beyana sorgewezî “segurî” li me; li me ax li me; heta me “se û gurg” ji hev nasîn êdî hemû “se” li nijyara xwe vegerîyabûn û êdî çu beyan li me nemabûn ku bibe segurî hew ya li ber destê me mayî gurgurî bû heta dêlegurî, çêlegurî, nêregurî..

Zûrezûra guran bi çar milan berz û bilind dibû bi ser çavên reşbelek ên spêdeya gurxenêq; na na spêdeya bi destê gurgî xendiqî.      

-niha em ê dest pê bikin rûmala romaneke nû ji qonaxa “kifşkirinê berpê naskirinê” ve lêkin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi