Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Gazinek bo dergehê Ehmedê Xanî

Gazinek bo dergehê Ehmedê Xanî

Ev gazin ên Kurdekî ne, ev Kurd dibe ku ez bim, tu bî, ew be, em hemû bin.

De kerem kin, devê kîskê dilê xwe vekin û gazina xwe ji mîrê mîran, kovanhilgirê barê dilan, Ehmedê Xanî bikin.    

“-Kalê min” got, “Ez niha tevî zar û zêcên xwe hatime ber dergehê te. Dizanim, hayê te ji min heye û dengê min tê te. Te go erê!, erê erê, ez zanim te hay ji min heye. Ez kurd im, kurdekî wisa me ku navê xwe vedişêrim. Min xwe ji hemû sîfetan jî şûşt û bi heft avên bêdengiyê ew jarav kirin.

Ez ditirsim ku tiştên nexweş li malbata min biqewimin; zar û zêcên min bikevin belayê. Ez zanim, tu yê bibêjî, xwedêjêrazî, ma te aqil jî nîne, wî bike rêberê xwe û rêçûna xwe pê destnîşan bike, lê tirsa min jî ev e Mîrê min. Mirov çend zana be, hin xwedan tirs û mitaleyan e. Belkî dilêrî karê wan kesan e ew ên aqilê xwe ne wek mertal, lê xwe wek mertalê aqilê xwe dibînin û wisa bizavê dikin. Lê heçî kesî aqil kire mertalê xwe, ew diltirs e, çimkî, riya aqil li ber mirovî vedike gelek caran li realîte û rastiyên jiyanê dialiqe. Aqil û rastî an jî aqil û qeder –ku te jî ev şerê aqil û qederê gelekî kiriye- gelek caran tên rûberî hev. Rastiya civakê an jî qedera civakê her çend bermahiyek be jî, gelek caran aqil bi tena xwe nikare lê rabe. Çimkî qeder bi meya işqê serxweş û boş dibe, nexasim heke ev serxweşî ya civakekê gişê be, dibe lêser û çu tişt nikare xwe li ber bigire.

Mîrê dilan!, ez zanim, gelek kurd niha berê xwe didin merqeba te û têne tewafê; heta belkî hinek berbejn û niviştiyan jî li ser te çêdikin, belkî hinek nezer û seran jî bi xêra te bidin – lê daw û doza min cuda ye, ez di taya tirsê de me. Newêrim raboriya xwe têkvedim, newêrim, hişê xwe bidim ber pirs û pirsyariyan, newêrim, navê xwe, karê xwe, rengê xwe aşkere bikim. Ev demeke dirêj e ku min toba xwe-mitkirinê kiriye û lêva jor bi ya jêr nadim. Newêrim nav hişê xwe bigerim û tê de li xwe binêrim.

Mîrê’m!, her ku min serê xwe bi jiyanê êşand, min hew dît ciwaniya min wekî kefa sabûna reqê di nav lepên min de şeqitî û hew min dît, ez li kinar û keviyên jiyanê, tiştên ku xelk dijî wan berhev dikim û kêfxweşiya xwe bi şabûna xelkê tînim. Lê piştre min dît, ez wekî kavilekî xirt û xulole mame, reh û rîşalên tirsê wekî ripinê hespistê hin min dît hemû hucre û şanikên dilê mirov dane ber xwe û wekî daralînkê xwe tê lefandiye. Min çi karê xwe da ber, çi riya da ber xwe, min got qey ez ê bi wana ‘dema valamayî ya navberê’ pê dagirim û bi qencîkirinê tirsên xwe biqusînim û wan berdim binê newalê. Lê min tim ji cihekî ku dihîşt ez pirtir ‘veder’ bimînin, dest didayê mîrê mîran!...

Mîrê kurdîniyê!, kurmê ku her roj çinîk bi çinîk ji goştê min dixwar ew tirsa mezin bû ku min bi xwe bi kiryarên xwe ew xwedan dikir û bi xemsariya xwe – na na- ne xemsarî, bi gîrokirin û paşvehiştina ‘armancên xwe’ ew tilmezintir dikir û her roja paştir parçeyekî dîtir ji min diçû. Qey ji ber vê ye, niha ez nahêlim zarokên min çu tiştî bikin, qey ez dixwazim ew bi çarenivîsa dê û bavê xwe neçin, qey ji bo ‘parastinê’ ez wan didewisînim û paşê pê dihesim ku ez berevajî parastinê wan çartisandî dikim û bêhiş dihêlim. Qey hişê min hin li min giran tê, ji bo ku xwe sivik bikim, qey dixwazim hişê zarokên min vala bimîne, mîro, ma mirov bi hişê vala bextewar dibe?

Mîro!, ez bawer nakim bêhişî mirovî bextewar bike, a rast tenê mit û hişşş dike. Nezan dihêle. Nezanî jixwe belaya me ya herî mezin e wekî ku te jî di beytên xwe de amaje pê kiriye û nîrê aqilî hildaye. Belkî niha tu bibêjî, heyran ma tu hatî derdê xwe ji min re bibêjî an aqilê xwe bifiroşî min? Na mîrê min, ez bi karê firotinê qet nizanim. Jixwe ji ber wê kevî kevî çûm, çem û çem gêrî newalên jiyanê bûm. Te zanî, min xwe li ber dergehê gelek birran girt, lê ez di çu dergehî re neketim jûrê, neçûme selal û min pêlavên xwe li ber çu dergehî neêxistin mîrê’m. Ji ber hindê ez pêxwas li ser şekalên xwe vegerîm û min tenê daxwazek li ser darê dinyayê hebû; Xwezî ji xêra Xwedê re, tenê carekê ez biçûma nav birreke me kurdan, min bidîta bêyî ku nîr û gopalê xwe –di bin çox û kulavê xwe re- nîşanî min bide, bêyî ku bibêje tu ji kîjan birr û milî yî, xwezî bibêje tu kî yî, nebêje tu ji kîjanan î?

Mîrê mîran!, derdê min heye. Ez kovandar im û ji ber vê jî jiyanê li xwe û malînên xwe dikim talîşk. Çimkî ez naxwazim zarokên min, li pêş çavên min wekî xalxalokekê bi firê bikevin û hêlîna xwe bi cî bihêlin. Dê û bavê me çûn, xwîşk û birayên me nizanim niha li ku derê ne û çi dikin, ne ew min dipirsin, ne jî ez bi wan, lê li ber zarokên xwe çogên min dilerizin, dilê min dibe befira ber xezeba ba û barovê, baran û tavê ketî, ez ditirsim ew jî wekî ku çawa min dê û bavê xwe li pey xwe stûxwar hiştin û berê xwe da nediyariyan, ew jî rojekê bên mirovî wisa stûxwar bihêlin. Dibêjin lome cerbeyî ye, têne serê lomekarî, vêca ez ditirsim lome di min re jî derkevin. Mîro, ma aqil dikare lomeyan jî pûç bike?

Mîrê dilan!, ez hê jî newêrim navê xwe bibêjim. Ya min tirseke nedîtî ye, kirasê vê tirsê bêdengî ye, lê kembera wê bêhntengî ye, şala vê tirsê parastin e lê pala wê daristin e, an jî ji-dar-êxistin e. Ketin e mîro ketin!... Ev tirsa terezbav mirovî wisa bi deverû li erdê dixe, êdî heta-hetayê pişta mirovî rast nabe. Ev tirs wisa mirovî ji hev birr birr dike, êdî berx bi makê nakeve, xwîşk li birê nabe xwedî, jin li mêrî napirse, kur pişta xwe dide bavê, bav pihênê li kurî dixe, dayik bi şûnikan dikeve ser canê keçê. Wekî koza revegur têketiyê, wey lê ye ku li canê serê xwe binêre, kes li kesî nabe xwedan mîro!

Mîrê’m, em jî miletekî revlêketî, refpêketî ne. Reverevê em anîne li bin guhê waran xistine û wekî moriyên stûvankeka dilberekê ku gava bêhemdê wê bi ber tiliyên dezgirê wê bibine xezeba ramûsanan û jêk bizdin û pê re jî lib bi lib bijikine/birijine derdorê, em jî wisa jêk birr birr bûn û wekî refên qaz û qulingan her birrekê xwe li devê kendalekî dada; Dil tijî tirs, çav tijî tirs, xem barekî giran li ser pişt, kul kîsekî tijî agir li ser kezebê... em tar û mar bûn mîro!

Mîrê işq û evînê!, derdê min giran e. Ez paleyê evînekî vedizî, balhilgirê qedereke rastiyên tahl lê bar, lê dil jê zîz, wekî êşeke piştkurmî ya li binê evrazekî vemayî, ez paleyê kovanekê me mîro! Hêj newêrim navê xwe bibêjim, ji ber hindê newêrim nav li çu tiştî jî bikim û naxwazim vê êşa vedizî bînim huzûra te.

Mîrê min!, zarokên xwe min ji tûfanekê rakirin û ji pêtên har ên agirekî revandin, lê ma gava pezkovî hisara xwe biguhere, dikare ji ber stêrka nêçîrvanê ku wekî sîberekê tim li dûv de ye, bifilite û bo pênc kêlîkan jî ma dibe ku dilê wê yê pepûk neperpite û dillerzoka wê wekî masiyekî binê okyanûsan hêmin û aram bûbe, ma mimkûn e mîro! Min pezkoviyên xwe ji ser devê hisareke asê, ji kepê zinarekî xwerû şikêr hilgirtin, wekî kanguriyekê ew xistin berçîlka xwe û anîn vê hisarê; Mîro, ma ev hisar asêtir e, an ew?

Mîrê’m!, kurê min ê hêj kilmîş/çilm li ber difnê ziwa nebûyî, hêj didanên şîrî neavêtî, hêj ferq û cudahiya nan û memî, av û meê jêk nizane, di birbiranêya mirinê de bêhna tirsê nasî û vê bêhnê wekî deqekê li nav çavan veda. Gava ez li spîka çavên wî yên wek tiliya tiriyê bêsiyane dinêrim, ew dûpişkê tirsê yê ku dûvê xwe rakiriye û li ser hahayê ye ku pêvede, bi ber çavên min dikeve û cerg û hinav li min dikizirin Mîro!... Ew berxikê sava hê ji niha ve ew ejderhayê bi navê ‘travma’ nas kir, ka bêje Mîro, ma qey tovjîna vê axê bi ‘travma’yê hatiye havênkirin?!”

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi