Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Mixabina Wan ê

Mixabina Wan ê

Ev du meh e, me erdheja Wan’ê a 23’ê kewçêrê paş xwe re hêla. Belê ev du meh e bi gelê Wan’ê re, em nava xîzaniyê, rûs û pêxasiyê, bêrsî û tehnîtiyê, di nava serma û seqemê de dijîn. 

Ev du meh e, dema min nebû ku ji Nûçeyên Geverê re, dilkuvanî û kesera dilê xwe rêkim. Lewre ez bi nûçeyên Geverê re dijîm û bi wê re bêhn didim. Di vê ronahiyê de ez bi karkerê Nûçeyên Geverê re serkevtinê dixwazim. Lewre ew bûn dilbendê /tercûmanê hiş û ramanên min.

Navbenda van du mehan de caran li Wan’ê bin  xîvetê de, an ku bin konê bêmû de, caran bajêrê xwe ê şirîn li Colemêrgê dijîm. Di dawiya berdewamiya bin konê bêmû de taqeta min negirt ez şerê sir û sermayê bikim. Ez ji demek kurt re koçberî bajêrê Idir’ê bûm. Lewre tu çareseriya min nemabû.

Di van du mehan de me welatiyên Wan’ê, pir îza, bêrsî bûn, tênî bûn, serma, kul û kuvanî dît in. Welatiyê Wan’ê ê bêxwedî, niha jî di bin êş, serma û xîzaniyê de qirqiçin.

Me gelê Wan’ê, dinava raman û hişên pir boyax de, Wan ji xwere wargeh bijarti bû. Ev cihbûna me a Wan’ê de, me xeyalên rengîn hebûn. Lewre me Wan’iyan Wan wekî bajareke pîrozwer, bajarek herî girîng, bajarek muhteşem didît û we baweri pê înabû.

Vê xwezayê de ez didîrokê de Wan çend girîng e û cihê xwe de çend giran e, ji wê re çu nabêjim. Belê di cîhanê de gor cografyaya xwe dibêjin bajarên pir xweşik û delal hene. Ên gor stenbul, Antelî, Îzmîr û ên bajêrên jiderve welat.

Me Wan’iyan jî bajarê Wan’ê gor tev bajarên cîhanê, pêtir xweşk û delal didît û wekî min goti me ji xwe re war girt.

Belê di vê erdheja Wan’ê de xewn û xeyalên me tevlihev bûn. Mixabin bi hezar cara mixabin tev xwen û xeyalên me ên Wan’ê beqem bûn û winda bûn. Em di çiqilê jînê de hilawîsti man û bi bahozê re belav bûn xwezayê.

Ji îro paşve em ewên emrê wan ji 40 saliyê jorve dê bikevîn nava jîyanek beqem û xirtuxalî. Hêvîya me ew e ku zarokên niha û ên nû bên dinyayê, dê ji Wan’ê re bibin rêberê xewn û xeyalên me.

Em bi van dilkuvaniyên xwe û xemên xwe ê bêçareserî re bûn malbat. Me van du mehan de bêçareserî û sermaya kêşayi nava laşê xwe, niha jî wê xîzaniyê dihêstiyên xwe de haylêne.

Me hemûyan wekî tev cîhanê bi çavê xwe dît ku dema dewletên cîhanê ji bo erdheja wekî wezebayê di serê me de hati, dê alîkari daban me, hikometa AKP’ê ev alîkariye qebûl nekir. Piştî erdheja duyemîn a 9 sermawezê Wan tevlihev bû, sedan 70-80 avahiyan zirar dît, hikometa AKP’ê ji şerma dinyayê alîkariya cîhanê qebûl kir. Heke bi wijdana wan ba, qirana welatiyê Wan’ê hatiba jî ewan tu alîkari nedida wan.

Kombûna vê alîkariyê de dê bêjin welatiyê Wan’ê re alîkarî hatiye kirin û hikometa AKP’ê ji welatiyê Wan’ê re qenci kir.

Na, hezar caran na. Na wila hindî serê derzîkê fêda wê alîkariyê negeheşt gelê Wan’ê. Ev alîkariye giheşt destê tev polîs, leşker û rexgirê AKP’ê.

Belavkirina alîkariyê êxistin destê meleyên mizgeftan û meleyên alîgirên xwe. Evan meleyên ji Xwedê netirs jî ev alîkariye navbenda xwe û mirovên xwe de belav kirin. Paşê jî wekî agahiya tev Wan’iyan pê heyî, depoyên xalî lecî alîkarî hat sotin, we diziyên xwe veşartin.    Bê direw, navbenda van du mehan de, ev deh roj berî îro hindik komir ji taxîyan re hat taxi. Piştî çilupênç rojan me taxiyan ji xwe re konê bêmû dest êxist. Ji van alîkariyan cida, litaxê me di van du mehan de yek peywirdarê hikometê û ên waliyê Wan’ê nedîtin û nehatin taxi.

Aliyekê dibêjin me bajarên konê bêmû avakirîne, aliyê dî de jî dawiya wan konê bêmû nesaxi û mirin heye. Roja di wan bajarên konê bêmû de konek nesoje û yek du zarok dawiya wê sotinê jîyana xwe winda nekin çu nîn e.

Ê bê van bajarên bêmû temaşe bike dê bibîne ku çend hîjyenîk in. Dê bibînin ku taret, serşu, ava vexwarinê, ava balavê çu nîn e û kolanên navbeyna kona ji herîyê re nahê  borîn. Cihên banga nesaxi û mirinê dike ji Wan’îyan re hatiye avakirin.

Lê ya rast em li bendê bûn ku destê hikometê ê germ di serê me de bê xwarê. Hikometa AKP’ê me wekî mirovê sêwî nebîne, me wekî welatiyê yekemîn bibîne û gor hindê jî dermani danê ser birînên me.

Me zanî û bila tev cîhan bizane ku hikometa AKP’ê wekî sêwîyan nêrî me. Dê bêji em welatiyê Wan’ê, welatiyên duyemîn in, êtîm û sêwîne.

Bi tenê wekî mirovê sêwî em nedîtin bi me re ew têkilî kirin. Tu înkara vê çu nîn e. Em Wan’iyên mayî Wan’ê, evê êtîmiyê yek bi yek dijîn. Hêvîya me ew e, ew Wan’iyên ji Wanê koçber bû jî ev rûyê hikometa AKP’ê ê kirêt dîtiba.

Tu kes kor nîn e. Hemû kes dibîne rasti kurdên Wan’ê, hikometa AKP’ê çendî zikreş û rikdar e.

Çi bêjim, Xwedê gotiye “ev agir e destê xwe nedanê nava agiri,” ev jî rûyê hikometa AKP’ê ye tu baweriyê pê neyîne. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10