Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Xwîn

Xwîn

Xwîn peyvek çendî sar û serma ye. Peyvek çendî sir û seqem e. Peyvek çendî tezî û cemed e. Peyvek çendî neyar û dijmin e. Peyvek çendî xwedî rik û rikdariyê ye. Ev peyve dema dikeve hizira mirovi, mirov pêşîyê veceniq e an ku tezing di laşê mirovi de dibore. Şeri di îne hizira mirovi. Mirin, kuştin, lêdan, qotan û tev dî kirêtiyên serê mirovan û heywana de dibpore di tê pêş çavê mirovi. Bawer nakim ku kêfa tu kesî bi peyva xwînê bê, lewre ev peyve her dem xem e, goman e û dilsotin e.

Di vê sedemê de peyva xwînê şerm e, şîn e, şehmizari ye. Xwîn neyari ye. Gor hindikan namus e, jîn e, jin e, jinik e. Gor hindikan jî ax e, welat e, ziman e, dîrok e, hebûn û tunebûna mirovi ye.
Weydî.

Xwîn çavtarî ye, hêrs e, kirêti ye, kerb e, zilm û zordari ye, kuştin e, lêxistin e, lê dan e, neyariye, rik e, hesûdî ye û hwd. Bi kurtasi xwîn windabûna mirov û mirovahiyê ye, dibe sedema windabûna jîyana tiştên zindî. Di her alî de, di xwezayê de, tiştê bibe sedema windabûna tiştê zindî, mirovi diêxe nava xem û dilsotinê.

Peyva xwînê pir aloze ye. An ku tevlihev e. Her kesek peyva xwînê gor mantiqa xwe şîrove dike. Gor mêjîyê xwe di nirxîn e. Belê, kî çawa şîrove dike bila bike, kî vê peyvê gor xwe bi nirxîn e bila binîrxîn e, dawiya wê dibe windabûna mirovan bi taybet a zindîtiyê. Dibe windabûna mirovan ku di dinyayê de tiştê herî pîrozwer mirovin, paşê jî heywan in. Lewre tenê di laşê wan de xwîn heye û zindîne. Rasti darubar, giya û kulîlk jî zindîne, belê ew bêxwîn in. A di vê mijarê de hati ziman zindîtiya xwedî xwînê ye. Ev peyve dema kevte rojeva mirovahiyê tu caran kêfxweşiyê naîne hizira mirovi, her dem xem, kul û kuvanîyê di êxe nava hizira mirovi.

Ev peyva carek dî di vê sedemê de kevte rojeva mirovahiyê. Lewre carek dî di kelatiya vê havîna sala 2015’ê de bêhna giran û gemore, bêhna dijwar û tal, bêhna tîj a bi mînaka filfilê kevte herêmê. Ma nabêjin “Xwedê avekê ser vî agiri bibarîne.” Hizirên mirovan de jî ev hişene borîn.

Ev navbenda sê salande şer sekinî bû. Rondikên çavên dayika ziwa bibû. Gel li benda aştiyê bû, an ku gor gelên Tirkiyeyê dem maye ku aşti bikeve rojevê. A rasti li Sereya Dolmebahçeyê pêngava avakirina xîmê aştiyê hate avêtin, belê sedema hêrs û rika Erdogan carek dî ev hêvîya gelên Tirkiyeyê vemirî. Winda bû. Di hilbijartina 7 Hezîranê de, gelên Tirkiyeyê bi taybet kurdan Tayîp nekir hikomdar û ew jî kevte perasiya wi.

“Hewe ez nekirim hikomdar û hewe 400 parlementer nedan min. Wê demê ez dê bi we re şer bikim” got û bû sedema vî şerê qirêj. Ev jî nîşa me da ku R.T. Erdogan di seri de alîgirê çareseriya pirsgirêka kurdan nebû û ewi hilkulîna hikomdariya xwe dikir. Di vê çarçovê de ewi aliyekê gelên Tirkiyeyê, alîyê dî de jî kurd xapandin. Bi lêborîna we re, hizir û hişên R.T.Erdogan roja destpêkira çareseriya pirsgirê kaurdan de, min ev hişên xwe înabû ziman.

Mixabin ev hêrs û rika R.T.Erdogan pir demek dirêj de cihê xwe negirt. Sala 2015’ê piştî hilbijartina 7 hezîranê de, wê dema dê xîmê aştiyê avêtiban, ew bû sedema vî şerê qirêj û dest ji pêvajo berda.

Carek dî di herêmê de, xwîn di nava deşt û newalan de, nava zevî û beyaran de, nava mêrg û parwangehan de, nava pesar û nizaran de mîna barîna baranê we herîke. Ciwan, zarok, jin û pîrekal jîyana xwe winda dikin. Ji çavê dayikan xwîn dibare. Bajar û navçe bi mînaka şerê cîhanê, talan, kuştin, heriftina avahiyan û sotina avahiyan re dilk û mêlakên mirovi dişewitîn e.

Wekî pir havînên dawiyê de, di vê havîna sala 2015’ê de, tîrojên tavê xwînê mehîn e. Xwînê bi mînaka piş ê tîr dike û bi gotinek dî ziwa dike. Nava navçe û bajarên kurdan de termê zarokan ku ca bêhn nekevê didanin cemedxaneyan de, termê mirovan di mîne ber tîrojên tavê. Di wan navçe û bajaran de bêhna mirovên jîyana xwe winda kiri, a bêhna tal, gemore, dijwar û mÊjîyê mirovi tevlihev dike, kevtibû ê.

Di vê salê de bi mînaka tev salên borî de berf û baran, lêlav û gijilok wekî rengê xwînê sor dibarî. Her wekî dawiyê carek dî welat de çem û rûbar ji ber windabûna jîyana ciwana, wekî xwînê diherikin. Wekî çem û rûbaran avzehên herêmê, kanîyên herêmê av bi mînaka xwînê ji bin axê derkeve û di herike nava rûbaran, nava behr û golan. Di vê sedemê de çem, rûbar, kanî, behr û gol bi wi rengê xwînê re xwe xemilîn e û diherika nava nava dilka dayikan. Mirovahi kevtiye binpê.
Ma tenê ev e…

Bi zêde windabûna jîyana ciwanan re xwîn carek dî bi mînaka cu a di herike nava baxçeye û parêzan. Bi vê xwînê re tev dexil, garis, nehk û hwd. candin, jîyan xwe bi vê xwînê re qetîn in, an ku avî dibin. Fêqiyên wekî sêvan, gihûşkan, zerdelan, hêrmîyan, alûçan, qerasîyan û hwd. Dikakên wekî xiyaran, bacanan, lubîyan, kartolan, nehkan, filfil û hwd. Zimhêrên zivistanê ên wekî dexili, garisi, genimokan, birinci, ceh û hwd. bi vê xwînê re di tên xwarin.

Ev alîgirên hilkulîna şeri dikin û dibin sebebê vî şerê qirêj jî bi van dikak, fêqiyan re bazirganiyê dikin. Zikê xwe bi van fêqi û dikakan re têr dikin. Di wê sedemê de xwînê çavên wan girtiye, hiş û hizirên wan bi xwînê xemilîne û qenci û xirabiyê bi hev re cida nakin. Ji wan re hikomdari ji jîna mirovan re pêtir girîng e. Tenê ew bibin hikomdar, bila mirov jîya na winda bikin. Bila mirov û miovahi xîzan û feqîr bibin. Bila mirovahi bi nanuzik bixebitin, tenê ew di saray û koçxanan de bijîn û selteneta xwe berdewam bikin. Ev hîvî û daxwaziya R.T.Erdogan e. Di vê çarçovê de, gorbavê mafêmirovan û gorbavê gelên Tirkiyeyê ên bindest, bi taybet gorbavê kurdan.
Bibîn in hevalno.

Em alîgirê aştiyê jî, bi wan neyar û alîgirê şeri re, ev fêqi, dikak û dexilê bûyî nan bi vê xwînê re bûyî avî dixwen. Ev xwînxwar û rikgirên şeri hilkulîn in nefsa me jî qirêjû dikin û me jî dikin şirîkê xwe.

Belê çendî em rasti vî şerê qirêş canê xwe bikîn mertal û vî şerê qirêj bi aştiyê re xemlîn in, em dê armanca wan di serê wan de bînin xar. Tenê bila gelên Tirkiyeyê bibim tifaq. Tenê gelên Tirkiyeyê, navbenda xwe de, bi baweri û tifaqiya xwe re bibin mifriq. Bi hev re wekî rikdara nesekinin, baweriyê nedin neyaran dê wê demê serbikevin. Wê demê azadiya wan û biratiya wan dê nêzî bibe.

Ev roj nêzîk e, tenê gelên Tirkiyeyê baweri bi xwe hebe, bes e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16