Rojîya rûvî
Bavê Ronahî
Xwendevanên hêja
Emê bi minasebeta meha rojîyê, car û baran pêkenokên
Li ser meha rojîyê parve bikîn. Hîvîdarin wê li gor dilê we bin.
Rûviyek şahreza rojekê di daristanê de digere. Çi bibîne baş e? Vaye rahnek goşt di kîsekî de li çiqek darê daliqandîye. Rûvî xwe nêzîk dike, dîbîne ku bombeyek bi rahnê goşt ve hatiye girêdan. Hêdîka paş de vedigere, diçe li ser gir xwe dirêj dike û li goşt dinere.
Pîştî niv seetê gurg tê cem rûvî û dibê: “ Mam rûvî, tu li vir çi dikî lo?”
Rûvî: ” Ez li wî rahnê goşt dinerim.”
Gur: “Ma te ji bo çi nexwar ?”
Rûvî: “ Em di meha remezane de nin û ez bi rojî me.”
Gurg: “Madem tu bi rojî yî, ez dikarim bixwim.”
Gurg diçe rahnê goş tavê devê xwe, bombe dibê gurm û diteqe. Gurg bi awayek giran brîndar dibe.
Rûvî tê ser rahn û dest bi xwarinê dike.
Gurg bi nalîn dibê: “ Ne te got ez bi rojî me.”
Rovî: ” Ma te nedît, topa fitarê teqîya.”
Bi vê wesîlê meha rojîyê li hemû Kurdên misilman pîroz dikim, hîvîdarim ev meha pîroz bibe avek ji bo vemirandina agirê li Kurdistanê