Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Rewş ber bi ku ve

Rewş ber bi ku ve

Tirkiye xwê dixwe avê bi ser de nake, li kerê rikê siwar e û dibê; îlem ez ê Rojavayê Kurdistanê bihingêvim û ji bo YPGê bixe nav lîsteya terorê her tiştî dike.

Li Bakur, şerekî gelek giran heye: Bajar têne kavilkirin, jêrzemînên xaniyan bûne mexzena xwînê. Li Cizîrê di nav hefteyekê de 140 cesed hatin dîtin.

Mirovên sîvîl di navbera nal û bizmarê de asê bûne; şerê ku ji çiya dakete nav kuçe û kolanên bajaran bi xwe re dram û trajedyayên mezin jî anîn: Li Cizîrê jinek li ber derê mala xwe tê kuştin, keça wê heft rojan di pencerê de li termê dayika xwe dinêre, nikare wê bihilîne. Ji vê mezintir trajedî bi ya min tune ye.

Dewlet bi rûyê xwe yê herî hişk û mîlîtar bi hemû hêza xwe ya giran li kuçe û kolanên Bakurê Kurdistanê şerê ciwanên kurd dike.

Dinya alem li beramberî vê trajedyaya bakur kerr û lal e; bêguman siyaseta navneteweyî, ji ber pêla koçberan a bi ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê dibe, dijî kiryarên hikûmeta vî welatî xwe di kerr û laltiyê datîne û zimanê wê kurt e.

Konjonktûra navneteweyî, guherînên li herêmê, daketina meydanê ya Rûsyayê û dîsa pêşketina rejîma Baas û paşve standina hin deverên jidestçûyî, hişt ku hesab û planên bloka Tirkîye, Qeder û Erebistana Siûdî têk biçin û hesabên wan ên li ser Sûrî bi avê de biçin. Ji bo vê jî, dixwazin giraniya xwe bidin xuyakirin û di dizaynkirina nû de, bi taybetî kurd derveyî planan bêne hiştin…

Ji bo vê yekê, di serî de ji bo PYD beşdarî Cenevrê nebe Tirkiyeyê bi sedan teqle avêtin û pêvajoya maseyê tevizand. Ligel dijberiya Amerîka û Rûsyayê jî Tirkiye ji ya xwe nehate xwarê û herî dawî bi bombekirina herêma Efrînê, dewleta Tirk dixwaze kurd bê destkeftî bêne hiştin û herêma Rojava ya Kurdistanê bi hev ve neyê girêdan.

Di vê qir û qiyametê de, li Enqereyê teqînek di dilê dewletê de pêk hat; piranî jê payedar gelek kuştî çêbûn. TAKê ev çalakî girte ser xwe.

Li Kurdistanê bihar tê. We reng e ev bihar dê gelekî dirêj û zehmet be. Mimkûn e şerekî giran li vê biharê rûbide, mimkûn e, di encama girj û aloziya li ser Rojava de Rûsya û Tirkiye bikevin qirika hev û şerê dewletan biqewime.

Her tişt mimkûn e. Hemû bijartek li pêş me hene. Her ku diçe girjî û rageşî mezintir, pirsgirêk girantir û birîn xedartir dibe.

Şerekî mezin ê kurd û tirkan li ber derî ye.    

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi