İbrahim Genç

İbrahim Genç

Kurdên Tirkan!

Kurdên Tirkan!

Li Cizîr, Sîlopiya û Sûrê qedexeya derketina derve û şer didome. Li gorî raporan, ji ber van ablûkayan 169 kesên sîvîl  jiyana xwe ji dest daye. Heta niha li 7 navçeyên 20 bajarên Kurdistanê bi tevahî 286 rojan qedexe hatiye danîn. Yanê 286 rojanli wan deran jiyan hatiye betalkirin. Ji ber vê yekê hin kes mehkûmî mala xwe bûne, hin kes bûne penaber li welatên xwe… Bifikirin ku dayik neçar mane ku zarokên xwe yên hatine kuştin xistine sarincê. Dergûş di zikê diya xwe de hatine qetilkirin. Dayik serê sibê li ser taştê hatine kuştin, cenazeya dayikekê hefteyekê li kolanan maye…

Ji ber vê zilmê jinek bi girêdana telefonê di bernameyeke talk showê de bi tenê dibêje ku “Li rojhilatê dilan zarok tên kuştin, Rica dikim ku li hemberî vê  yekê xemsar û sersar nebin!” Lê weke hûn jî dizanin ji ber vê gotinê doz li vê jina wêrek tê vekirin. Gelo sûcê vê jinikê çi ye? Ez dibêjim qey me xelet fêm nekir. Wê tenê got ku “Zarok dimirin” Mixabin pêşkeşvanê bernameyê Beyazit Ozturk jî xwe  bada û got “Ez lêborina xwe dixwazim” Çima? Çimkî di bernameya wî de gotine ku “Li rojhilatê welêt zarok dimirin.” Hezar mixabin li we, hezar mixabin li we…

Bi rastî di rewşa îroyîn de ti gotin ji dile me re nabe tercuman. Li hemberî vê zilmê ziman dê çi bike, çi bibêje! Li alîyekî welêt şer heye û di vî şerî de jî li kurdan neheqî, hovîtî û zilm tê kirin. Lê belê li rojavayê welêt rojev bi tiştên ecêb tijî ye. Kêfa her kesî li şûnê ye. Jiyan didome, şevên rojavayê bi reng in. Gelo ev dimenên ku ji Kurdistanê tên ji Fîlîstinê bihatana, dîndarên Tirk dê bertekeke çawa bidana? Jixwe xuya ye ku îro tiştên li Kurdistanê diqewimin, li Gazeyê neqewimiye. Nehatiye dîtin….

Lê tê dîtin ku li hemberî vê zilmê beşek kurd jî gelek sersar in. Halbûkî ew jî mensûbê vî gelê mezlûm in. Divê tiştê ku tê serê kurdekî, weke hatiye serê wan hîs bikin. Lê mixabin gelek kurd hene ku bi tenê bêrîka xwe difikirin. Bila karê wan baş be bes e! Ez baş dizanim ku ew jî weke me hay ji vê zilmê hene. Ji bo ku bê fêmkirin, ez ê ji pirtûkekê mînakekê bidim.

Di pirtûka Cengîz Aytmatov a Gün Olur Asra Bedelê de lehengek bi navê Sabîtcan heye. Mesele gelek dirêj e lê ez bi kurtasî behsa Sabîtcan bikim. Malbat û xizmên Sabîtcan dixwazin ku li war û bîranînên xwe xwedî derkevin. Yanê ew dixwazin ku li hember sistema Rûsan kevneşopiya xwe ya Qirgizî biparêzin. Lê ji ber ku Sabîtcan li dibistanên sîstemê xwendiye û karê wî gelek baş e, li hember çand û bîranînên xwe sersar e. Ji bo wî tiştê herî girîng jiyaneke rehet e. Lewma li wasiyeta bavê xwe jî xwedî dernakeve. Herwiha dostê bavê Sabîtcan ji wî re dibêje “Tu Mankûrt i, tu mankûrt î!” Ez dibêjim qey hûn dizanin “Mankûrt” çi ye û ji kê re tê gotin…

Lê belê di nava kurdên me yên Bakur de jî zehf “Mankûrt” hene. Heta ku hinek ji xwe re dibêjin “Em kurdê tirkan in” Çend rojan berê ji Washingtonê diyalogek hat weşandin. Axaftvan alîkarê serokvezîr Mehmet Şîmşek e. Şîmşek li Amerîkayê di konferansa Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Sîyasetê (SETA-DC) de diaxive. Piştre rojnamevanekî kurd, ji Kurdistana Îranê ye, derbarê pêşeroja kurdan pirsekê ji wî dike. Dema ku Şîmşek bi kurdî diaxive, dibêje “ez Kurdê Tirka me!” Bi rastî Xwedê dide gotin. Gelo “Kurdê Tirkan” çi ye, tê çi mehnayê? Gelo dema ku zilmli kurdên sîvîl tê kirin, Kurdên Tirkan jî bi vê diêşin?

Bi kurtasî, îro li bajarên kurdan zilmek heye. Li hemberî van zilman divê sekna mirovahiyê hebe.  Bi taybetî ji sekna kurdan. Çimkî kurdîtî ne bi gotinê ye, ne bi peyvekê ye… Barê kurdbûnê giran e. Ya vî barî hildin ya jî ji kurdîtiyê îstîfa bikin.

Ewqas…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
İbrahim Genç Arşivi