Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Gêj bun

Gêj bun

Ji zivirîna serê mirovi re, ji nedîtina mirovi re,  ji guherîna hiş, hizir, raman û psîkolojîya mirovan re dibêjin GÊJ BÛN. Her we mirov ji xirabûna zêhnê re jî dişê bêje gêj bûn  an jî dîn bûn.

Ev peyve piştî erdheja Wan’ê çendî ji me welatiyê Wan’ê re ditê gotin divê bê nîqaş kirin.

Mirovê xwe nava peyva gêş bûnê de bibîne dê psîkolojîya wi çawa be? Xwe dê çawa hizir bike?  Ê nedîti nizan e. Di vê sedemê de evê pirsê ji me welatiyê Wan’ê bikin.

Em dizanin evê erdhejê çawa em êxistîn nava gêj bûnek girîng. Sedema me a gêj bûnê ne tenê erdhej e. Sedema ji hemûyê mezintir di vê erdhejê de hikometa AKP’ê çendî zirar daye me. Ewan çawan wekî mirovê sefyane em xapandin û tev alîkariya ji me re hati nava mirovên xwe de belav kir. Çawa ji bo çareseriya pirsgirêkên gelê Wan’ê temaşeyî nav çavên me kir û vir berdan.  Aliyekê xwe pêş çavên mirovan rizgarkerê Wanê û we xwe ji gelê Wanê re danaskirin, aliyê dî de jî hindî serê derzîkê ji gelê Wanê re çu nekir.

Ev şeş meh e ser erdheja Wan’ê de borî, hêj niha jî birînên me ên kur nehatin dermankirin.

 Rasti di aliyê malê dinê de çareseriya me bê kirin tiştik nabe, a giring hiş û hizirên me, ramanên me ên tevlihev bûyî  de dê kengî çareser bibe. Ewê jî ne em tu kes nizan e. 

Heke gotin bi cih be em di aliyê aqili de sefyane bûne. Lewre şevê erdhej tên xewna me. Rojî bi dengê bilind, xevleti ve êk destê xwe bide laşê me, êk kursîya em ser rûnişti bihejîne û tev dî kirinan re em ditirsin.

An ku tev xalan de jîna me de tirs, veceniqîn, nebaweri û ji jînê bizdîn heye.  Tev ev dîtin û gotin di jîna me de heyî, ser de pirsgirêkên yek bi yek serê me de borî cidaye.

Rasti min nevê ez bijîna xwe a aloze re çu tişti binivîsim. Ew bila bi min re bimîn e.

Ez vê dawiyê ji nivîsîna bizdîm bêjim direw nîn e. Lewre roja erdheja Wan’ê heta îroj malbata min ê kolanan. Rojek vî bajari roja dî jî bajarek dî dijîn.

A hati serê me welatiyê Wan’ê, Xwedê neyîne serê çu mirovahiyê. Di bêjin “ê nedîti nizane” me goti bû.Ev gotina mezina rast e.

Di vê sedemê de ez ji nivîsînên xwe ên Nûçeyên Geverê û nivîsînên xwe ên aliyê romanan de bizdîm.  Rasti jî piştî erdhejê mêjiyê min jî aloze bû. Ez gêj bûm.

Belê min zanî ku min nivîsînek xwe  di bin sîvanê du sernivîsan de daye weşandin. Tevahi ev ji gêj bûn û ji pirsgirêkên min ên aloze re çêbûye.

Mînak ew nivîsîna min a roja 21.ADAR.2012’ê bin sîvanê sernivîsa “HER ZAROK DEPÊKA AZADİYÊ YE” û a roja 16.AVRÊL.2012’ê di bin sîvanê  “ZAROKÊN KEVİRAN DIAVÊJIN” de  hati weşandin mijarên wê yêk in.  Tenê sernivîsên wan guherîne.

Ev ji aloziya hiş, hizir û ramanên min de çêbûye. Rasti ji vê aloziya xwe re ez ji we re lêborîna xwe dixwazim.

Ne tenê nivîsînên xwe ê Nûçeyên Geverê de paşve mam, di nivîsînên xwe ên romanan de jî paşve mam. Tirsa Min ew e ez bimirim projeyên xwe ên ser çîrokên Colemêrgê û romanên xwe ên min êxisti rêzê xelas nebin û nehên weşandin. 

Her çi be.

Biborîn in. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10