Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Diyarbekirspor û Azadiya Welat

Diyarbekirspor û Azadiya Welat

Guneh li stûyê konseptan be, xuya ye, dîsa konsepteke nû li dar e. Di vê konsepta di bin sî û sîbera ‘şew-persîva’ berazan de wekî ahtapotekê (kêvjalê avê) lepên xwe belavî her derê dike de virûsa H1N1 tevlî virûsa ‘NE MUTLU TÜRKÜM DİYENE’ dibe û pêl bi pêl reh û demara kurdayetiyê jehrî dike.

Berîvekirina li ber çareseriya pirsa kurdî û hewldanên ‘serxurandin û bindirandinê’ wekî rehên firûziyê li her kiryar û pêngava Hikûmet-Dewletê de bi zîq û zelal xwe dide ber çav û dîsa dîzika wê di serê me kurdan de dişkê.

Dewlet –nik dilekî ve- derî û dergehan, Xabûr û Rêboran ji bo kurdên me vedike û ji aliyê dîtir ve jî virûsa ‘000T-1’ (NE MUTLU TÜRKÜM DİYENE) wekî Hespê Troyê dixwaze li hiş û jêrhişa me kurdan binikirîne û bi çovê ‘ADALET MÜLKÜN TEMELİDİR’ diyardeyek bi navê KURD li ser rûyê erdê nehêle.

Bila hêja Îsmail Beşikçî qusûrê nenêre, -ez têkilî karê wî bûm- di sosyolojiyê de navê vê kiryarê ‘QIRKIRINA SPÎ YE’ û ya îro li kurdan diqewimînin jî her ev bi xwe ye.

Piştî van tespîtên ‘bosîbûyî’ ku her kes pê dizane, ez dixwazim niha jî ji bo palpişta îdiaya xwe bi ser du NIMÛNEYÊN berbiçav pêdaçûnekê bikim.

A pêşîn; Di van rojên ku Dergehê XABÛR ji bo ‘Vegera Malê’ heta bi dawîn hatine vekirin de, li Stadên Futbolê ku heta niha rengê kurdî lê tunebû, VIRÛSA 000T-1 bi hemû xezeba xwe dibare û hema bêje di her leyîz û maça Diyarbakirsporê ya derve de slogan û dijûnên jin û makî li alîgirên Diyarbekirsporê têne kirin, gogbaz û rêveberên wan lêdanê dixwin û heqaret li bin guhê hev dikeve. Bi ser de jî her wekî ew ‘sûcdar’ be, Fererasyona Futbolê ya Tirko û çapemeniya Kartel etîka weşan û weşangeriyê pêpes dike û berdevkiya virûsa 000T-1’ê dike. Na na, ne tenê berdevkî hilgir û paleyê wê bi xwe ye.

Çima li Diyarbakirsporê ew qas tûj in?

Em hinekî bi nav hişê xwe de biçin û bînin bira xwe ku Diyarbakirspor bi salan bi kîjan armancê hate avakirin û bi destê dewletê çima anîne Lîga Super a Tirkiyeyê?

Dewlet, ji bo navbirina Dew û Dozekê her tiştî bi kar tîne. Hemû amûr û aktoran diceribîne; bila bê bîra me, dîn bi kar anî (Hizbullah) negirt, piştre ew diskalîfiye kir, karê qoriciyan qediya niha li rêyan digerin ku wana jî pêneqûn bikin û dirêj nakim, jixwe em hemû şahidên van in, bi dûv re jî dest avêtin Futbolê.

Bi salan Diyarbakirspor wekî ‘Cehşîtiya’ Futbolê di nav ciwanên Diyarbekirê de bi destê polîsên Amedê derxistin pêş û hate teşwîqkirin. Futbol wekî amûrekî jinavbirina ciwanên kurd derxistin pêş lê vê jî negirt.

Tam berevajî terefgirên Diyarbakirsporê rengekî kurdewar dane stadyumê û bi her maçê bi Sirûda ‘Herne Pêş’ dest pê kirin. Herne Pêş, bû marşa milî ya Diyarbakirsporê û bi vî awayî wekî strîyekê di çavê DEWLETê re çû.

Niha jî ji bo provokakirina wê her tişt tê kirin. Çimkî Futbol amûreke baş ê belavkirina fikr û hizrekê ye û xwedan alîgirên dinamîk û zindî ye. Ev bi kêrî planên çu dewletan nayê.

Ji ber hindê jî belkî ji bilî Tirkiyeyê ku her tişt ‘Yekeyek e’ (Yek ziman, yek millet, yek ala û…) di maçên Lîgê de Sirûda Neteweyî/Marşa Milî nayê xwendin. Hema LigTvyê temaşe bikin, her maç bi Sirûdê dest pê dike û ekran bi Alayekê tê xemilandin.

Stadyumên Futbolê li Tirkiyeyê bûne hêlîna nijadperestiyê û virûsa 000T-1 ji vê çiravkê xwedî dibe. Aha tam di vê derê de hebûna rengekî cuda, dengekî cuda yanî Keskesora Amedê vê virûsê dihejîne û dibe ku ji nav bibe.

Îro Diyarbakirspor wekî amûreke îstismarê ji destê dewletê derketiye, ji bo wê jî ew ê gelek caran hewl bidin wê bînin ser Îmana ‘TEK-DEWLETÊ’ û dê şûrê Demokles her û her li ser patika wê biheje.

Ji ber hindê ez dibêjim: HERNE PÊŞ DIYARBEKIRSPORGIRNO! BIJÎ DIYARBAKIRSPOR!...

Mijara dîtir, girtina AZADIYA WELAT(Î) ye.  

Ev bû cara çendê ku tê girtin, lê ew ê wekî teyrê sîmir ji xweliya xwe vejî û ew ê çirayê Azadiya Welatî her û her geş bike.

Êdî kurd li xwe û her tiştên aydê xwe xwedîtiyê dikin.  Ji ber hindê jî dibêji: Heta azadiya welatî Azadiya Welat!...

We got çi?  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi