İrfan Sarı

İrfan Sarı

Zimanê Kewê

Zimanê Kewê

Dema Qilabanê, fermandara zarukên kurda qetil kirin ava rehmê nema di dilê kurdên bi şeref. Xwîn rijya mêjîyê wan. Ev qas êşan ku xeyîdîn di gel siharê.

Ev ecêba bi serê gel da hatî, hinek kesa nedît dîsa.

Her visa gotin ku; madem hun kurdin ango kurdevarîyê peş diben gerek hun nivîsên xwe be zimanê dayîka xwe binivsînin. Raste! Ev gotin sedan set raste bi navê Yezdan raste!

Ger mirov agir be vê demi vek agir bi soje. Peşqelê ser darkuduya rake. Pelîta çira da vek dans be şevqê bide. Ger mirov sor sor u sor be mîna xwînê.

Zimanê dayîka mirov pêçika mirove. Landika/derguş savatiyê/zarutî heya qebrê eve. Pê wî zimani mirov dikare derkeva nav malbat, ciran û dostên xwe. Gotinek din hemu valane. Virin.Zirtin…

Dayîk gava enirin ango kerbén van zaruyên wan vebun, dest bi gotinê diken: “Şîrê memikén min ji tera herâm be” berku eyalê wê buyerek şerm û şer kirîye ku evqas gotinên req dike… vek hun hemu dizanin dayîka kurd ger kezaba wêjî bi şevite dîsa van nifînan naket. Êca ev nifîna serî hati nivîsî gerek bo kesen bilî/xeynî zimanê dayika xwe zimana niwîsdarîyê dike bovan jî bînte ziman.

Mafê mirohvtîyê yêk ziman, du nasname, sê jiyanek bi rumet e.

Gelo bome kurda ev mafene veki xeyalêye. Dîrok herdem dagirkerên kurda det nasîn ev vekî gurên harin. Kêlbên wan veki vanpirane-xwînxwarane.

Levra, fukr û reman a me çibe bila bibe ger em jîyana kurdî darbixin.

Her visa fukr û reman a me çibe roja mirinê ger em li yêk û du xwedî derkevin. Roja mirinê ne veki rojên dîne. Êca mirinek bi qetlîamî êca mirinek dijminahî êca mirinekî ecêbî…

Dibe kes bera wi dêrê be, dibe kes bera xwe bide qiblê, dibe bê bawer û bê xweda be lê nêzîkbuna wan tevahi hemwelatîyêda cem bune. Ne uslubek mezinî, uslubek tifaqî dest biden yek.

Çava xweza çar demsala ava dibe; Zivistanê ba dibe bager, havini ba dibe bakur, biharê dibe başûr, payizê jî dibe bahoz; ger kurd ji her kîjan demsal be kîjan ba û bagerbe bo berjevendîya welat bibe destegûlek.

Wan nêrînan ez dê fukirim, ha! Ez xelat u şaşbim min hişarken.

Eger hun xelet û şaşbin dê we heşarken.

Hişayarbun hezar hezar caran bo kurda peviste.

Ev ne gefin. Hilma dostînîyê ye.

Naha ji em vergerin ser mijara xwe. Çibu mijara me; ketlîama Roboskê ango 35 ciwanên kurd “qaçax” an ji ne qaçax. Her çibe ev mirin  ji bona wan tenê nebu, bo tevahî kurda bu.

Jinek tirk a niwiskar digo kunce nivîsa xwe da; “Eger ez mirina ser barê hêstirê birkem bila dilêmin heşk be” gotinek evqas ji dil kurda derman ke nîne.

Lê hinek kurd ber wê qetlîamê wek ruvî di fukure ka d kîjan kurd xeletî û şaşî bike an kî derê kêmasîyê kê biket ca wê derêda êrişê bibe ser.

Alîyê me da jî ev valahî hate dîtin û gotin “hun bo Tirkî di nivsînin”

Hey mala we sed car ava ma hun nizanin kew zimanê dayîka xwe taxive her dem lê herdem zimanê dayika xwe îxanetê qevmê xwe dike. Dibe qeb qeba wî û qevm û qiyalê xwe di kêşe ser telik/qapanê…

Tiştek dinjî; ne kurd kurdên berêne, ne tirk tirkên berêne, her du yanjî li gorî dinya ya teknolojîk stratejîyên nu hene…

Alîyên din ziman netevin û hurmeta van dest insanan te dan.

Eger hun bêjin Tirkî ne nivîsin ger hun bêjin erebîjî ne nivîsin. Ber ku tirkî sed sale li ser zimanê kurdî zordestîyê diket lê erebî hezar hezar sale…

Gotina herî davî eger hun hez biken civata tirk bi rewşa kurda agahdarbe gerek hun zimanê wan bi nivîsin ku ev ji remana kurda pe bihesiyên. Çinkî/loma hevceye em wana pê bihesînin ka çend zeman û devrane kurd teni azadî û aştîyê dixwazin ev ne “terorîst” “şakî” û “qaçaxçîne” …

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum
İrfan Sarı Arşivi