Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Zarokên keviran diavêjin

Zarokên keviran diavêjin

Dema em zarok rojên me gor zaroktiya me xweş, belê gor mirovê fahma jî birezîlî diborî.

Gor me. Em zarok bûm.

Di wan salan de kolanên Colemêrg'ê çu nebûn. Texek hebû navê wê digotinê Pagan. Tev sûkên Colemêrgê li vî taxê paganê kombibûn. Ev sûkên vî taxi jî nava taxi reşandibûn. An ku ji hev dûr bûn.

 Texên dî an ku Taxê Binqesê, Taxê girki, Taxê Medisê, Taxê çeliyan, Taxê Merzana  jêr û a jor, Taxê nava cihi, Taxê Bajêri û hwd. tax cida cida belave bibûn nava Colemêrg'ê.

 Di vê sedemê de ez nabêjim ez kolanên Colemêrg'ê digerîm, Ez taxên Colemêrgê gerîm e. 

Ez taxek ji ê Colemêrgê bûm. Navê taxê me Feqiyan bû. Taxê Feqiyan bi geşt û seyraniyên Feqiyên Medresa Meydane re binav bibû. Dawiyê de Feqiyên medresa Meydanê dihatin wi taxi geşt û seyraniya. Piştî wan jî, an ku heta salên 1970'ê jî mele û miftîyên Colemêrgê dihatin Taxê Feqiyan geşt û seyraniyan. Armanca mele û miftîyê Colemêrg'ê a Taxê feqiyên ku ca hatina feqiyên medresa meydanê nehê bîrkirin.

Niha navê Taxê Feqiyan bûye Taxê Tekser. Navê Taxi ê dîrokê guherin û kirin Taxê Tekser. Me nivîsînek xwe de hêvî ji Şarederê Colemêrg'ê kir ku navê wê ê dîrokî carek dî bidinê, belê mixabin ev hêvîya me nahet cih.

Wan salan de şaredarê Colemêrg'ê  rêzdar Seît Atay bû û ewi taxê me wek gund diîna ziman.

Vêca gor hingê, ez nizanim ez li kîdera Colemêrg'ê bûm. Gor xwe ez Taxê Colemêrg'ê bûm, gor Şaredarê Colemêrg'ê jî ez li Gundê Colemêrg'ê bûm.

Bi destûra we ez van gotinan hindik vekim.

Cihê ez, dê bêjim em.

Lewre ez, Qadir û Elî ji bo alatîkê, em çûyîn nik Şaredarê Colemêrgê. An ku Seît Atay. Hingê taxê ma Feqiyan alatîrk çu nebû, me bi lambê, findikê, fanuskê, lûkizê û çira re şevên xwe geş dikir.

Me hêvî ji şarederi kir ku bo taxê me alatîkê bîne. Ewi jî "ew tax nîn e, gund e. Di vê sedemê de alatîka gundê we di projeya me de çû nîn e" got me. Bi stahê xwar em carek dî zivirîn malên xwe. A rasti me şermên xwe de negot malbatên xwe ku em ji bo alatîka taxê xwe çûn nik şarederê bajari.

 Em zivirîn mijara xwe a zarokên keviran diavêjin.

Gor wê demê em zarok bûn. Em zarok bûn belê me nedizanî kanê dê dawiya jîna me bigehe kîrê. Em biaqilê zarokan re dijîn. Zikê me têr bibe, kincê me diber me de be ji me re bes bû.

Hingê li Colemêrg'ê polîs çu nebûn. Hebin nebin leşker bûn. An ku cendirme. Ew jî me digotê cendirmeyên Îsmet Paşa. Hindikan jî digotê "cendirmeyên Rom'ê.

Dema leşkerek ji dûrve kevtiba ber çavên me, me çiya bi çiya dihilat. Lewre heke em kevtiban destê wan, ewanem diqotan. Emneqotaban jî, me we dizanî. Tirsa leşkeri didilê me de pir mezin bû.

A niha tê bîra min.

Caran taxê me dema kedkarên dacê dihatin ku daca pez û hêwanreşan bibirin. Gor hingê tev malbatan pez pir zêde, hêwanreşe jî hindik hebûn. Di vê sedemê ku ca baca pezi zêde neden, pez ji kedkarê bacê veşartin.

Me jî  wekir.

Dema kedkarê bacê me dibihîst ku dê bête taxê me, me ji pezê xwe du pişkan zêdetir dibir herêmek hebû navê wê Çalokan bû, me dibir wê herêma Çalokan û ji wan veşart.

Dema kedkarê bacê dihatin gor me taxê me, gor şaredariya Colemêrgê gundê me, me tenê ji pezi re ê lewaz hêlabû. Ewan jî baca wan pezê lewaz ji malbata me dibirî û zivirîn diçûn.

Hingê em zarok bûn.

Rasti em ne tirk bûn ne jî kurd. Lewre heke gotiban me hûn tirkin, me qethî ev gotine qebûl nedikir. Heke gotiban me hûn kurdin qethî me ew jî qebûl nedikir. Lewre gor hingê peyva kuradî û kurdan pir qedexe bû. Ê gotiba ez kurdim rasti qotan, lêdan, îşkenceyan û kuştinê dima.

Hingê me kevir nediavêtin.

Hingê dewletê çi gotiba em ew bûn.

Heke me t iştik xeleti, rasti dewletê kiriba jî me ji neznîya xwe dikir. Lewre em dialiyê nasnameya netewî de nefahma bûn û me binezanîna xwe qotan dixwar û binezanîne xwe em dihatin kuştin.

Ji me re kêmasiya rasti dewletê, kêmasiyek pir mezin e û divê mirov vê kêmasiyê neke. Heke bike jî an dê bin îşkenceyê de bibore an jî dê bê kuştin.

Hingê heke me rasti qanunên dewletê kêmasiyek kiriba em netêkirîn tu girtigeha. Em netêkirîn çu hepisan. Yek bi yek em didan îşkencê û dawiya îşkencî  jî em dikuştin.

Heke gor hingê kêmasiyên me ên rasti dewletê çi bûn bê pirsîn. Ew jî tê nîqaşkirin. Lewre kêmasiya me gor me qedrê leşkeri bigirin, xwe pêle pêle kurd bûnê bikin, xwe têkil navê kurd bûnê nakîn û em tirkin dê bêjîn.

Niha, niha jî we ye.

Niha tev zarok dizanin carê seba çi pêngava xwe diavêjin. Seba çi jî keviran diavêjin.

Niha tev zarok bizanayî xwedî xwe û gelê xwe derkevin.

Ji zarokên niha re hewce nîn e ku pezekê an jî du pezan ji dana bacayê birevîn in. Ew niha bihezaran re dê bacaya pezi bidin, belê ew tenê dilopek bîr û baweriya xwe nadin. 

Ev zarokene ne gor zaroktiya me ne. Ev zarokene hişyar bûne.

Bi zêdehi zarokên piştê sala 1990'ê hati dinyayê bi baweriya xwedî derketina xwe û a welatê xwe re mezin bûne.

Ev zarokene zarokên azadîyê ne. Tu kes neşê wan rawestîne. Bên girtin, bên kuştin, bikevin girtigehan çareserî çu nîn e. Dê bigehin hêvî û daxwaziya xwe a biratiyê û azadiyê.

Divê hêj pêtir zarok nehati kuştin, avekê valabikin ser vî agiri. Heke ji bo rawestana kuştina zarokan îzayê bikêşin, dê aşti û birati bibe xîmê vî welati.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10