Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Xwedi derketına zıman

Xwedi derketına zıman

Ziman mirov e, mirov jî ziman. Hebûna mirovan bi hebûna zimani re mimkun e. Hebûna gelan bi hebûna zimanê wan re heye. Heke ziman çu nebe cidahiya mirovan jî çu nabe.  Cidahiya mirovan û hêwanan bi fêmkirina ziman re dîyar dike. Lewre mirov bi ziman re bi hev re fêm dikin. Hindik îstisnayê ku zimanê dayika yêk dî re hîn bibe û bi wi re têkiliyê bike jî hene. Hêwan jî bi dengan bi hev re fêm dikin. Di navbenda fêmkirina mirovan û hêwanan jî cidahiyek heye. Her mirovek bi zimanê dayika xwe re bi hev re fêm dikin. Mirovê zimanê dayika mirovê rasti xwe re fêm neke jî dizane ku evî bi zimanekê axaft. Hêwan jî bi zimanê cinsê xwe re bi hev re fêm dikin. Hêwanê cinsê wi cida bi dengê hêwanê di re tene wekî dengekê jê fêm dike.

 Mînak; tirk, kurd, ereb û tev gelên dî bi zimanê dayika xwe re bi hev re fêm dikin. Heke du kurd, tirk an jî ereb bihev re biaxivin dê ê ji gelê dî bizane ku ev her du mirovene bi zimanê dayika xwe re bi hev re diaxivin.

An jî; heke du kew, kewok, gur, hirç û hwd. hêwanek dî bi hev re bi dengê xwe re, bang bi hev re bikin ew, bi wî dengi re ji hev fêm dikin. Belê ji van hêwanan kîjana dengê hêwanek dî bibihîze tene wî wekî dengekê û wî cînsê hêwani jê fêm dike.

Wekî van hevokan ji bo ziman re pir gotin, axaftin û nivîsîn dê bê kirin. Heke şîroveya ser zimani wekî cu ên avê be, şîrove dê zû de xilas bibe. Belê ziman wekî behran û rûbaran e. Di vê sedemê de şîroveya ser ziman tê kirin zû bi zû xilas nabe.

Di aliye rewşenbîr, sîyasetvan, rojnamevan, romanûs, zimanzan û xwendevanan de ji bo xwedî derketina zimanê kurdî hilkulîn roj bi rojê gor dibe. Tev ev hilkulînêr û zimanzanên kurdan “ê xwedî zimanê xwe dernekeve binyatê xwe diqelîn e” dibêjin. Tev hêvî daxwaziya wan, kurd jî wekî tev gelan bi zimanê xwe bixwîn in, binivîsin û bidin xwendin. Di van salên dawîyê de nava kurdan de ji bo xwedî derketina zimanê xwe bi hejmari zêdehiyek tê çav. Belê, ê pêş çav ku gor hejmara kurdên xwedî zimanê xwe derkevin wekî dilopek bikeve nava Gola Wanê we hindik e. Divê kurd vê dilopê wekî şiloavên baranên biharan we herikîn in nava Gola Wanê.

Heke mirov bîne hizira xwe ku çanda kurdan a winda û asîmîle bûy, dê bipirtukên hezar pirtukxaneyan re hisabkirin.  Roj bi rojê jî a winda bû î têra nake û her bi windabûnê re berdewam e.

Bi vê têkiliya kurdan û zimanê kurdan re tê çav zimanê kurdan ê wan kurdan e, ê têkoşîna zimanê xwe dikin. Ew kurdên razay û nava otoasîmilasyonê de ji bo xwedî derketina zimanê xwe bêgoman e. Xwîna wan ne a kurdan e û ew bêeslin.

Wekî tirk dibêjin “dengê destekê çu nîn e, bele ê du destan heye.” Di vê sedemê de ê xwedî zimanê xwe bibe divê dinava tevahi kurdan de cih bigire. Dê wê demê zimanê xwe bêxe bingeha (xîmê) zimanê netewî.

Ji mêtîngehkaran re ji bo windakirina zimanê kurdî pir sedem hene. Lewre mêtîngehkaran heta duhi zimanê kurdan înkar dikir in. Rasti ev hizire nekirin ku heke zimanê wan çu nebe ew bi xwe jî çu nîn in. Di berdewamiya vê înkarê de kurd wekî tirkê çiyayî înan ziman. Dema mirov ser berfa kuşe (befra hişk) rêve diçe dengê kart-kurtê tê, bi vî derketina dengi re navê tirkê çiyayî bûye kurd.  

Roj bi rojê, dem bi demê kurdan ji bo xwedî derketina xwe û zimanê xwe pir berdel dan. Di vê têkoşînê de pir kurd winda bûn, hatin kuştin û pir caran rasti qetîama û komkuşîyan hatin, bele dest ji têkoşîna xwe bernedan û giheştin van rojên îroj.

Di vê pêvajoyê de wekî me jor jî goti çendî hindik jî be kurd ji bo xwedî derketina zimanê xwe bi hezaran dakevin kolanan. Roj bi rojê jî di aliye zimanê kurdî de nivîskar û xwendevanê kurdan zêde dibe.

Di nava van xwendevanên zimanê kurdî de yek jî bi lêborîna we re ezim. Heke mirovi bavê rastiyê bibêje, min tu perwerdehiya zimanê xwe nedîtî ye. Ez gor xîreta xwe bi zimanê xwe re dixînim û bi zimanê xwe re jî dinivîsim. Rasti di vê nivîsîna min re kêmasiyên min pir hene. Lewre dema min Nûçeyên Geverê de dest bi nivîsînê kiri ez aliye pir xwendevanan re hatim rexnekirin. Di van rexneyên wan re dile min pir sot, seba van kêmasiyên xwe ez rezil û ruswa bûm. Dilê xwe de “hey qeda bela ser min bin ku ez bi ziömanê dayika xwe ve nizanim nivîsim” diborand û min dê dest nivîsînê kêşaba. Belê pir hevalên min û malbata min ez xapandim û nehêlan ez dest bi nivîsînê bikêşim. Ez van detayan pêlim û biberdewamiya nivîsîna xwe re roj bi rojê kêmasiyên xwe gor mantiqa xwe çareser dikim.

Di vê berdewamiya nivîsîna xwe de min sê çîrok wekî romanê nivîsîn. Ji bo weşana romanê xwe min pir weşanxaneyan re  pir hevdîtin kirin. Min xwe hewceyî pir rojnamevan û romanûs û zimanazanê kurd kir ku ji bo weşandina pirtûkê min bi min re harîkariyê bikin. Mixabin wekî weşanxaneyan derde min derman nekiri, evan rewşenbîrên kurd jî tu bersif nedan min. Ne hewceya ku ez navê van rewşenbîran bidim, hindik ji wan jî hevalên min û mirovên min bûn.

Her çi qewimî be borî. Pirtûkên min bên weşandin an jî nehên weşandin. Her çi be. Çanda kurdî di tûrikê min de dewlemend e. Wekî tev kurdên xwedî vî tûriki jîyana xwe winda kiri û bi çanda kurdî a dewlemend re çûyî, ez we nakim. Ez dê nivîsim ku ca winda nebin. Wekî tev kurdan peywira min ew e ku ez berdewamiya van nivîsîna bikim.

Tenê ez tiştikê fêm nakim ku seba çi weşanxane pirtûkên min çap nakin. Heke di tengaviya aborîya xwe de be, bila bidin çapkirin û bidin firotin ji xwe re pereye xwe hildin. An jî di vê çapnekirina wan de sedem seba zede rûperan be ewê jî ez nizanim.  

Wekî jori jî min goti tev rewşenbîr, rojnamevan, romanûs û zimanzanên kurd bang dikin ku kurd bi zimanê xwe re bixwîn in û binivîsin.

Niha ez bang wan rewşenbîr, romanûs, rojnamevan û zimanzanên kurd dikim. Aha min jî bi zimanê xwe re sê çîrok bi awayê romanê nivîsîn. Hêj binê tûrikê min de pir dî çîrok, serhati hene ku nivîsim. Dê kerem bikin ji pirtûkên min re çareseriyekê bibin in. Heke peywira me kurdan ev be a hewe jî harîkariya wan e. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10