Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

WikiLeaks û Kurd

WikiLeaks û Kurd

Di carekê de malperek bi navê WikiLeaks wekî erdhejekê ket rojeva cîhanê û serobinê têkiliyên dîplomatîk di bin guhê hev xistin.

Bi hedhezaran belgeyên nepenî, bi carekê li ser vê malperê hatin darêştin. Pê re jî, bi sedan analîst pisporên WikiLeaksê çêbûn, li ber ekranên televizyonan çok vedan û sohbet germ kirin.

Teoriyên komloyê, wekî baranê bi ser ekranan de dibarin. Bi carekê de, hemû rojeva welat û cîhanê bû ev belgedizî û her kes li ser vê mijarê zal û – li ber “lal” bû.

Heke em ji aliyê me kurdan ve li birk û quleteyna WikiLeaksê binêrin, em ê çi bibînin?

An jî “derbarê kurdan de tiştên di wan raporan de hatine vegotin” gelo dê çend bala me bikêşe û em ê li gorî wan, çi stratejî û taktîkan bidine pêş?

An nexwe ji bo me dê hema her tişt “wekî berê” be û em ê tenê bibêjin, “Ma ji me re çi; daweta mîran e (a)gir li feqîran e!”

Gelo ji bo me, ev belge, tenê “rojeva wan e” an em jî pariyê xwe jê digirin?

Li gorî van belgeyên –ên heta niha hatine aşkerekirin- ku pêk tên ji kriptoyên Sefîrên Amerîkayê, dîmeneke wisa bi ber çav dibe ku di “vê meydana siyaseta navneteweyî de” çi kes nemaye ku zixtek li yê din ranekiribe.

Welê ye, hema bêje gava mirov li van belgeyên dinêre, dibêje qey Fîlma Kurtlar Vadisi (Geliyê Guran) temaşe dike; di cîhana mezinan de şerê “dîplomasiyê” wekî reqsa guran e.

Aliyê girîng ê van belgeyan ew e ku têkiliyên navdewletî ji pişt odeyên tarî rakiriye û xelkê li kolanê jî pê hesandiye ku “tiştê bi jargona fermî didin xwarin” û “bazarên li jûrên nepenî de têne meşandin” gelekî dûrî hev in...

Nexwe “hevkarên stratejîk” gelek caran “hevcarên strî-matîk in.”

Heke rê li ber neyê girtin, dibe ku di rojên pêş de, di belgeyan de, derbarê Kurdan de “bazarên gelekî kûr û tarî” jî aşkere bibin.   

Em ê vana di rojên pêş de bibînin helbet, xuya ye, bi riya WikiLeaksê, tê xwestin bi vî “şerê dîjîtal” hinekî eyarê bidin siyaseta cîhanê û têkilî ji nû ve bêne dariştin; fîşa hinekan tê kişandin, hinek jî ji nû ve têne damezrandin.

Gelo Wikileaks dêdi belgeyên xwe de, derbarê kurdan çi tiştî aşkere bike?

Dosyeyên kuştinên failê wan (ne)diyar, belgeyên derbarê îşkencexane û bîrên asîtan de jî hene?

Gelo di van belgeyan de tê gotin ka kurd di kî dera van bazariyan de ne?

Bi hêviya rojên xweş!...  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi