Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Welatek û du paytext: Amed-Hewlêr

Welatek û du paytext: Amed-Hewlêr

Welatekî em bînin ber çavên xwe ku di babelîska sê têgeh û diyardeyan de digevize: Parçebûn, jêkvebûn û lêkvekirin...

Welatekî em bînin hizra xwe ku bi sê nesaxiyên têper û giran dinale: Nezanî, xizanî û netifaqî...

Em dikarin, vê tabloyê hêj gelek berfireh bikin, lê ez bawer dikim ku ji bo mebesta me bête fêmkirin, bo destpêka nivîsarê bes e, vêca, heke bi dilê we be jî, em hinekî xwe berdin ber pêla mijara xwe û hinekî jêk bînin derê ka çawa welatek dibe xwedanê gelek paytextan an jî ji bo çi min pêdivî pê dît ku vê gotarê binivîsim û sergotareke weha lê bikim.

Berî wê, ez dixwazim, em, hinekî pê de biçin ka “welat” ji bo mirovan çi ye û mirov çima hewceyî bi vê têgehê ne ku di bin sîvana wê de ji xwe re aydîyeteke komalî çêkin.

Berî her tiştî welat, ne tenê ew parçeya axê ye ku mirovên bi heman zimanî diaxivin û xwe xwedanî heman aydîyetê dibînin lê dijîn, naxêr, welat, ji vê gelekî biwêdetir e. Ligel aydîyeta ziman û neteweyî, di heman demê de xwedan aydîyeteke kulturî, dab û nêrîtî, bîr û bawerî û hest û dilînî yer jî.

Ji bo vê, wekî ku tu tê gotin, “welat, hem ew warê mirov jê bûyî, hem jî ew warê mirov lê têr bûyî” ye jî, heta ji vê gelek biwêdetir, welat, ji bo mirovî xan û man, nan û av e.

...

Piştî vê kurtepêdaçûnê, ez dixwazim hinekî vê mijarê bi rewşa welatê me re bidime ber hev û berê xwe bidimê ka çawa welatek di heman demê de, ji bo me bûyî çend welat û di van çend welatan de, em li her deverekê xwedan “aydîyeteke cihêtir in.”

Van rojan, ez, di navbera Hewlêr û Amedê de, hatim û çûm. Du bajarên mezin ên xwedan misyoneke ew çend jî mezin, hişt ku ez gelek pirsan ji xwe bikim.

Berî her tiştî, ez dixwazim bibêjim ku ne Hewlêr ew Hewlêr e a ku ji Amedê ve tê dîtin, ne jî Amed ew Amed e a ku ji Hewlêrê ve tê dîtin; hem Hewlêr gelek cudatir e, hem jî Amed...

Heta ez dikarim bibêjim ku belkî jî Hewlêr û Amed herî pir ji Hewlêr û Amedê ve dûrî hev têne dîtin, berevajî wekî ku her du bajarên welatekî bin, tu dibêjî qey her yek ji parzemîneke cuda; yek ji parzemîna Asyayê ya din ji ya Antertîqayê be.

Berî her tiştî, bala min kişand ku nasîna her du bajaran gelekî bi ser hev ve nîne û kesên ku di vî warî de, dixwazin van bajaran bi hev bidin nasîn jî, li şûna rastiyên cihî, tenê aliyekî didine ber merceka xwe û di wê derê re lê dinêrin.

Wek mînak: Kurdekî bakurî gava ji Amedê diçe Hewlêrê, (piranî kesên nivîskar) bi awayekî gelekî baş têne pêşwazîkirin, çend rojan li otelên luks têne hewandin, li dam û dezgehên hukmî bi rayedarên payedar re têne ezimandin, piştre gava vedigerin diçin ser kompûterên xwe û pesn li ser pesnan rêz dikin.

Berevajî gava kurdekî başûrî (başûrê rojava û rojhilat jî tê de) gava têne Amedê, tenê li meydana Deriyê Çiyê, Ofîs û Diclekentê digerin û piştre gava vedigerin, tên ber kompûterên xwe û dinivîsin ku li Amedê zimanê kurdî nebihîstine û hemû bakur wekî ku kurdî qet lê nemabin, bi zimanekî dramatîze gotar li ser gotaran kevin dikin.

Lê rastîn, ne a yekê ye ne jî ya duyê; ji bo ku mirov bikaribe analîzeke baş û qelew derbarê van her du “paytextan” de bike, berî her tiştî pêdivî ye ku mirov herî kêm 4-5 salan li van her du bajaran bijî. Wê demê mirov dê dîmena “tradiya kurdên parçebûyî” gelek baştir têbigihêje û dê berevajî hin analîzên serveyî û dûrî realîteyê, baştir bikaribe rastiya meleseyê hem fêm bike hem jî bide fêmkirin.

A rastîn, heçî Hewlêr e, nûka ava dibe, her çend binesaziya wê baş tekûz nebe jî, hêdî hêdî dirûvekî modêrn digire. Di heman demê de, heçî Amed e, êdî bûye xwedan vizyonekê û bi her awayê xwe, dikare pêşengiya “ronesansa kulturî û siyasî” ya kurdan bike.

Hewlêr, dibe ku di warê kar û kardariyê de, metropoleke kurdan a mezin be lê di warê ronesansa çandî û siyasî de gelekî li paş Amedê ye.

  1. Amed, ligel bêderfetiyên xwe jî, hêj jî tekane “paytexta” vî welatî ye.               

...

Ji bo mesele hinekî din bête fêmkirin, ez dixwazim bi nimûneyekê bînim bîra me ka çi hatiye serê vî milletî: Kurdên bakur, her çend ji zimanê xwe sar bibin û ji ber sedemên ku em hemû pê dizanin, ber pêla asîmîlasyona zimanî ketibin jî, bi exlaq û ravêj, kultur û çanda jiyanê her “kurd” mane, lê kurdên başûr, her çend zimanê xwe parastibin jî, di ravêj û çanda jiyanê de ji kurdên bakur zêdetir bi dirûvê “serdestê xwe” wergirtine.

Ango, asîmîlasyon, ne tenê buhujîna zimên e, di heman demê de pişaftina kulturî û exlaqî ye jî.

...

Mebesta min, ji bo nasîna rast a Hewlêr û Amedê, hewce ye, mirov van her du waran baş binase, lê bimîne, lê bijî û ligel Baxler û Alîpara Amedê, dorên Qelat û Enkawa, Dolarawa û Surîçiya Hewlêrê jî hinekî binase.

Wek encam: Heta Hewlêriyek gava li Amedê digere “aydîyeta xwe”; Amediyek jî gava li Hewlêrê digere “aydîyeta xwe” nebîne û hest pê neke ku li “warê xwe ye”, em ê nikaribin behsa hin tiştên mezintir bikin. Nexwe nîqaşên me ji sînorên berteng ên “soranî-kurmancî, bakurî-başûrî”tiyê gavekê pêşdetir naçin

Lê a rastîn Hewlêr çend Amed be Amed jî hin Hewlêr e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi