Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Wan'î cemidin

Wan'î cemidin

Li Wan’ê wekî tev rojên dawî îroj jî ser e. Wekî par, pêrar vê salê jî serma dibe sedema çike çika didanên me Wan’îyan. Êkere zarok, pîremêr, pîrejin û nesax, di vê sermayê de qerimin.

Herê; zarokên Wan’ê jî wekî zarokên tev cîhanê di sermaye de cemidin, qerimin. Tenê navbenda zarokên Wan’ê û ên cîhanê cudahiyek heye. Zarokên cîhanê bizêdehi avahiyan de nin, ên Wan’î qonteynirên tezî de û sermayê de recifin û di lerizin.

Biwêj (deyim) bicih be. Em tev Wan’î û bi taybetî zarokên Wan’ê ji tev zarokên cîhanê pêtir cemidin. Em sir û seqemê de cemidin. Em sirê dê recifin. Em di vê zivistanê de lerizin û di vê afeta xwezayê de pir ji me tayî bûn.

Tê zanîn nesaxiya ta ê ji du xalan çêdibe. Ji kelatiya havînê de mirov tayî dibe. A duyemîn jî ji sermaya çileye zivistanê tayî dibe. Ta a ji germa havînê de mirov bi mînaka mirovê sermaye de, ê nava cemedê de lerize. Ta a ji sermaya çileyê zivistanê de jî mirov bi minaka mirovê nava agiri de ye û we laşê wi kel dibe. Her du teşîdên tayê jî ser xîmê xîzaniyê avaye.

Em welatiyê Wan’ê pêşîya erdhejê wekî tev mirovan gor dile xwe şad û kêfxweş bûn. Di vê navê de ev pirsgirêka me Wan’iyan ji erdheja Wan’ê û xwezayî bû. A duyemîn jî ji xezeba AKP’ê çêbû.

Lewre me Wan’iyan tu harîkarî ji ji dewletê, AKP’ê û Erdogan nehilda. Hêj niha jî me Wan’iyan pirsgirêka xwe a erdheja Wan’ê çareser nekirîye. A rasti sedan heftêyan çareser nekiriye.

Wekî me goti ev afata ser me de hati an ku zirera me ji herdheja Wan’ê hildayî û a niha em ji sermaye hildîn xwezayîye. Heke mirov pirsa bavê heqiyê bike ev ne qedera me ye, bele carek dî em dê bêjîn bila ev qedera me be.
Baş e, ev lerizîn û recifîna me, cemidîna me û pirsgirêkên me kurdan a em ji deste dagirkeran dikêşîn ew jî qedera me ye. Bersifka vê jî ne ji qedera me ye, ji bêxîretiya me ye, ji netifaqiya me ye û a herî giring jî ji xwefirotina me ye.
Bi destûra kak Omer Dilsoz re ez dê çend daringeyan ji şîroveya wi a nûçeyên Geverê de hildim jêr.
Ser van gotinên kak Omer Dilsoz ên jêri.
“Sar e. Îro dilê min weke Geverê sar e; şikestî ye, melûl e, straneke bo keserê ye.
Sar e. Îro dilê min weke Kurdistanê sar e. Parçe parçe kiriye û her parçeya wê kurmekê xwe dadayê, ha dimije ha dimije.”
Rasti jî welatê min, Wan’a min aliyekê ji xezeba xwezayê aliyekê jî ji xezeba dagirkeran dikêşe.

Wekû duh gever û Roboskîyê. Wekî kuştina zarokên nebaliq û windekirina kurdên bêguneh. Wekî îmha û înkara kurdan û zimanê kurdan îroj berdewam e, bi gotinên bêbawer ên wekî di bin sîvanê pêvajoya çareseriyê de dibêjin. Ev pêvajoya çareserîyê a qestûka jî Wan’îyan cemidîne.

Tirk “kuli yêk pengizîn du pengizîn a sêyemînê tê girtin” dibêjin. Roja ev vebûnê dest pê kiri heta îroj yêk car, du car dawiya axaftinên wan direw derket, êdî kurdan jî çu baweri bi wan nema. Ev sîyaseta wan a dem bi dem diguhere jî Wan’îyan cemidîne.

Bihêle kurd ji bo pirsgirêka xwe çareser bikin bibin tifaq, vê demê dixwun, vedixwun û razên. Ma ev dem ew dema xwarin, vexwarin û razanê ye. Ma kurd bi xwe nabêjin xew, xem û xwarin ji mirovi re neyarin. Ew seba çi em bi van neyarê xwe re hevalîn belê ji bo tifaqi û pirsgirêka xwe neyarin. Wan’î di vê mijarê de jî cemidin.

Pêş çav e ku welatê Tirkiyeyê de sê dewlet hene. Ên wekî dewleta kûr a dewleta AKP’ê û a sêyemîn jî dewleta cemaetan e. Di sedema van sê dewletan pirsgirêka welatiyên Tirkiyeyê, bi taybet a kurdan çareser nabe. Çimkî her dewletek xîmê Tirkiyeyê di minfeatê xwe de bikaranîn dikin.

Lewre saziya Tirkiyeyê ê destê van sê neyarên kurdan de. Ev her sê cureyên di rêvebirina Tirkiyeyê de xwedî gotin jî, Wan’îyan cemidîn in.

Gotina dawî kurdan pir neyar hene belê neyarên herî girîng ê nava kurdan de. Wan’î bi wan hebûna neyarê kurdên nava kurdan re jî cemidin.
Rasti Wan’î di berdewamiya jîna xwe de bidomî cemidin.
Herê gelo Wan’î dê kengî germ bibin?
Bersifka vê pirse sanahiye.

Dema Wan’î di tifaqbûna xwe de ji kurdan re bûn mînak wê demê êdî nacemidin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10