Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Vîzyonek nû: Kılıçdaroğlu

Vîzyonek nû: Kılıçdaroğlu

Malûm e, li Tirkiyeyê bayê Kemal Kılıçdaroğlu, bi ser her tiştî girt. Çapemeniyê hindî hin pif da, hindî hin nepixand, hema kêm maye ‘balona CHP’ê bigihêje asîmanan.

Bo pêşerojê behsa koalisyona CHP û AK Partiyê tête kirin... ango, li gorî vê projeyê AK Partiya ‘lîberal îslamî’ û CHP’a ‘kemalîst-kurd-elewî’ dê nûneriya hemû qat û sinifên Tirkiyeyê bike û bi vî awayî ‘hemû’ pirsgirêkan çareser bikin û Tirkiyeyê ‘dewreke nû’ bidin destpêjkirin û bikin xwedan vizyoneke taze!...

Helbet, bi xweziyan heta niha her çend tu kes negihîştibe ‘cotên keziyan’ jî, di kulîsên siyasetê de ev bîr û raman, vê pêlê bi ber çavan dikevin.

Em bi kurtî helkeft û qewmînên van çend hefteyan bînin bîra xwe;

Destekî nepenî, ji bin berikê, li pişt perdeyê hêdîka “doxîna Deniz Baykal” kişand û ji textê wî anî xwarê...

Piştre, Kemal Kılıçdaroğlu, kurdê Dersîmê yê elewî... koçberê selhildana Dersîmê ya 1938’ê, ji nişkê ve, wekî Gandîyê rizgarker, derxistin pêş... Şûrê Don Kişot dane destî û daxist meydanê...

Heke, em, teoriyeke komployê di vê mijarê de darêjin; em ê, bigihêjin çend xal û nîşanan...

Kılıçdaroğlu, berê bo Şaredariya Mezin a Îstanbulê ceribandin, vizyonek jê re çêkirin. Dane pişt dûvê Baykalê ku siyaseta Tirkiyeyê kal kiriye lê ew kal nebûye; jê, fêrî dek û dolap, ziman û şêwazê ‘polîtîkayê’ girt.

Piştre, Kemal Kılıçdaroğlu, bi devjeniya bi Mîr Dengîr Fırat, ceribandin...

Analîstên siyasetê şêwra xwe çêkirin:

Berê jê re bernavekî qehremanî yê gel û efsanewî lazim bû; Kemalê Gandî danîn... Gandî, temsîla aştî û muxalefeta gel a sivîl bû... (Sosyal demokrat e ya) xwestin, bi vê nasnemayê ve, vê nepox û pifdankê baş pif bidin.

Piştre,

Gandî, divê xwedan îmajeke wisa be ku “ne şîş pê bişewite ne jî kibab”, ew jî, heye. Ew hem kurd e, hem jî elewî; heke bala we kişandibe, “açılıma AKP’ê” piranî li ser van her du “jêr-nasnameyan” hate meşandin. Wek alternatîf, xwestin, kurdekî elewî, ku hem bi kurdîtiya xwe “dengên BDP’ê” bikêşe, hem jî bi elewitiya xwe ”hemû elewiyan lê bicivîne” ji bo vê jî, Kılıçdaroğlu, navekî herî baş bû...

Lê,

Ev aliyê berbiçav e; helbet, piştî piçek dizaynkirina AKP’ê, vê carê, dê bi ser Kılıçdaroğlu, hem baskê elewîtiyê ‘eyar’ bikin, hem jî ‘yê kurdan’ hem dê rastgiriyê bi tirsa jidestçûna û parvekirina îktîdarê ‘terbiye’ bikin, hem jî dê bi nepixandina çepgiriyê, ‘hevsengekê’ çêbikin.

Ango,

Welê xuya ye, Dewleta ‘rast’, dîsa însiyatîfê werdigire...

Navê vê vizyona nû; Kılıçdaroğlu ye...

Gava hûn vê gotarê dixwînin, dibe ku Kemal Kılıçdaroğlu, wek Serokê Giştî yê CHP’ê dest bi Gandîtiya xwe kiribe jî, lê, her çi be; hatina biharê ji zivistanê ve diyar e...

Ango, bo me kurdan, dîsa ‘ez nizanim!’

...

Kılıçdaroğlu, di bin mij û dûmana operasyona bi ser Qendîlê de, bi gavê sivik, li ser doxîna vereşiyayî ya Baykal, ber bi pêpelingên îktîdareke bêbinî ve tête paldan...

Dewlet, dizayneke nû dide ‘xwe’, xuya ye, em kurd, di vê dizaynkirina nû de, bi “nanî bide devî, berî bide kevî” têne bicihkirin.

Dê vizyoneke nû çêkin; “kurdek û elewiyek li serî ye, çavê wî li gepek nanî ye, dêmek, derdê wan tenê ev gepa biçûk bûye” ango, Kılıçdaroğlu, ne ji bo çareserkirina ku em xeyal dikin û daxwazên me kurdan ên xweristî ye, tînin vê derê, ew, ji bo jehrkirina jehrkujê ya bi jehrê tête ser vê minberê...

De Xwedê dûmahîka me hemûyan bi xêr bike!

Wisa xuya ye, an dê pê Gandîyê “gewre”, xêrê bîne bo hemû xelkê vî welatî, an jî dê ev “nepoxa berbê” di serê milletî de biteqe!...

Bi hêviyên xweş!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi