Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Vebûn

Vebûn

Tev mirovên dinya ê xwedî problem in û tev pol û civakên mirovan de ev pirsgirêke hene.  An ku xwedî pirsgirêkên kul û kuvanî nin.  Di vî xîme de pirsgirêkên welatiyê Tirkiyeyê jî pir in. Gor pirsgirênên tirkan bi taybet pirsgirêkên kurdan herî pir in û herî girantir in.

Pirsgirêkên kurdan ji, ên tirk û gelên dinya ê pêtirin me got. Lewre xezeba ser serê kurdan li ser serê tu gelan de nebarî ye. Di vê sedemê de pirsgirêka kurdan ji ya hemû gelan pêtir in. Lewre welatê kurdan û di vê rastiyê de kurd jî ê bin zilma mêtingehan de.

Kurd aliyekê ji zilma mêtingehan de rasti probleman giran de dimînin. Aliyekê rasti têkiliyên demokrasîyê de xwedîyê pirsgirêkan in. Aliyekê aliyê perwerdehiya zimanê xwe û xwedî derketina çand û aburiya xwe de rasti pirsgirêkan de dimînin. A herî girîng rasti heqê jîyanî de xwedî pirsgirêk in.

Di vê çarçovê de.

Di sedsaliya 21’ê de çand û wêje, nêrît û kevneşop, perwerdehiya bi zimanê dayika xwe û hebûna gelekê qedexe be, dê çawa çêbibe ku ew gel xwedîyê tu pirsgirêka nabe?

Ev birîna tev kurdan e û kurd jî têkoşîna vê di din. Êdî kurd ne kurdên kevin in.

Di vê têkoşîna xwe de kurd jî êdî bûne qowetek giring û dewletên mêtingeh vê qoweta kurdan dibîn in.

Êdî welatê kurd di Rojhilata Navîn de xwedî qowet in û welatên  Rojhilata Navîn û bitaybet ên dinyayê vê qoweta kudan dinasin.

Ev dewletên Rojhilata Navîn rasti qoweta kurdan dest girêdayi dimînin. Di vê sedemê de wekî neyar Sedam Hisên bi lêb tên kurdan.

Bîr me hemûyan de ye. Sedam federasyona kurdan nasî. Belê piştî welat de xîmê serokatiya xwe qahîm kiri bi hezaran, milyonan kurd kuştin, îşkenca de derbaz kirin û ji ser axa xwe koçber kirin.

Wekî min goti ez di Nexweşxaneya Hacettepe’yê de bûm û a mim rojname û televizyonan de taqîp kiri AKP’ê bi şidya î dest avêtiye çareseriya pirsgirêka kurdan. Di bin navê vebûnê de dê vê pirsgirêka kurdan çareser bike.

Wekî tev kurdan ez jî pir hêvî dikim ku pirsgirêka kurdan çareser bibe.

Belê; ez nakevim nava nîqaşa vê mijarê.  Lewre tu baweriya min bi R.T.Erdogan nahê.

Lewre polîtîqaya R.T.Erogan wekî nanê sêhlê ye. Ne berê polîtîqaya wi kifş e û ne jî pişta polîtîqaya wi. Vê demê tiştikê dibê, demek dî jî tiştik dî dibêj e.

Heke mirov bavê heqiyê pirsbike. Ji R. T. Erdogan wê de di nava tirki de tu kes çu nîn e ku pirsgirêka kurdan çareser bike. Belê mixabin ew jî dest ji zimanê şer bernade.

 Lê ya rast divê bizimanê aştî, bi şêwaza çêker, aştbûyî û wekhevîxwez biaxive k u ca baweriya gelan bi wi bê.

Heke R.T.Erdogan wekî kurdan bi zimanê aştiyê biaxive, wê demê dê baweriya gelan hilde destê xwe û wê demê dê pirsgirêka kurdan çareser bibe.   

Belê a Sedam serê kurdan de înayî hêj tu kurdan ji bîr nekirîye. Kî dizane ku R.T.Erdogan heta sala 2015’ê kurdan ewiqandin bike. Bi gotinek dî kurdan mijul bike. Wekî dê pirsgirêka kurdan çareser bike xwe bide pêş çav û hindik heqên kurdan bide ê. Dema geheşte miraza xwe jî, (sîstema serokatiyê)  a Sedam bi kurdan re kiri ew jî wê bike.

Heke emrê me têra kir dê bibîn in.

***

Bi lêborîna we xwendekaran re ez dê ji bo qenciyên Prf. Dr. Omer Aran, Doç. Dr. Şînasî Sevmîş û birazê wi  Asîstan Dr. Murat Sevmîş û Asîstan Elbirus Zerbalîye re spas dikim. Lewre roja ez kevti Nexweşxaneya Hacettepê hate îroj ewan pir îza bi min re kêşan. Ser nesaxiya min pir sekinîn û hêj disekin in.  Ez tu caran heqê wan neşêm bidim. Bijîjkên nazdar dest û dilka we sax be, hûn her bijîn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
6 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10