Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Uxırbe kak Arjen Arî

Uxırbe kak Arjen Arî

Caran mirov dijîna xwe de nûçeyek xemgîn, êk dilsoti, dilşewitî dibihe û bi wê nûçeyê re pir xemgîn dibe. 

Herê rast e.

Ev nûçeye caran mirovi pir kêfxweş dike, jîna mirovi  dialiyê serfiraziyê û kêfxweşîyê de yek bi yek guhere.

Caran jî ev nûçeya mirovi bihîsti dilk û mêlakên mirovi dişewite, mirovi pir di berde nava kul û kuvana.

Ev nûçeya Arjen Arî jî di vê xîmê dilsotin û xemgiraniya mirovi de cihek pir girîng digire. Lewre dema min yek mijdarê bihîstî ku Arjen Arî jîyana xwe winda kiriye, ez rûniştim ev nivîsîne ji nava dil û kuvaniya xwe de nivîsî. Min nivîsî belê rasti wi a dilê xwe de, a nava hişên xwe de bitevahi min nenivîsî.

Heke Xwedê ser heqiyê be caran mirov ji bo windabûna hindikan “xwezi min navê wi û hebûna wi bihîstiba belê min ew nedîtiba” dibêje.

A nemir Arjen Arî jî gor min ev gotine.

Ez ji wi re dibêjim xwezi min nav û dengê Arjen Arî bihîstiba belê min ew rû bi rû nedîtiba.  Min destê wi ê ji wêjeya kurdî re tuberg negirtiba.

Tê zanin ku Arjen Arî aliyekê di bingeha edebîyata kurdî de, aliyekê di xîmê helbestkariya kurdî de û aliyekê de jî xwe amadeyê hebûna kurd, zimanê kurd û serkeftina kurdan de kiri rêber.

Lewre ê xwedîyê zimanê xwe dernekeve ew ne mirov e. Ê xwedîyê zimanê xwe derkeve ew piling û şêr e. Arjen Arî jî tev tengavi û berfirehiya de xwedîyê zimanê xwe bû. Di vê sedemê de ew lewend û piling ê qewma xwe bû.

Ew.

Canfida, netirs, xwedîyê bîr û baweriyê û xwedîyê  bixîreta têkoşîna zimanê kurdan bû.

A rasti di aliyê têkoşîna Arjen Arî de a xwedî derketina xwe, welatê xwe, ar û namusa xwe bi gotin, nivîsîn û tu hişan re nahê ziman.

Dema min bihîsti ku Arjen Arî jîyana xwe winda kir, bawer bikin ku demarek ji dilka min qipî. Dilka min lerizî, cerg û mêlakên min şewitîn.

Ji windabûna nemir Tehsîn Taha, Arem tîgran , Ehmet Kaya û pir dî ên wekî wan ez aloze bibûm û dilka min şewiti bû. Mirina Arjen Arî ji wekî wan ez dijîna xwe de aloze kirim û dilk û hinavên min tevli hev kirin.

Me kurdan pir xweşmêr, xasmêr, piling û qehreman winda kirin. Arjen Arî jî ji wan êk e. Uxirbe ji te re Arjen Arî.

Arjen; te jîyana xwe winda kir û te ji vê dinyayê koçkir.

Belê bawer bike heta mirinê tu dê dilka me de wekî siltana cihê xwe bigiri.

Lewre me tu xweşmêr, xasmêr, piling û qehremanên kurdan jibîr nekir.

Vê baş bizane em te jî ji bîr nakîn. Cihê te jî dê nik wan de sekine û tu jî dê heta mirinê di dilka me de wek qehremanan cihê xwe bigiri.

Te fizîkî di vê cîhanê de koçkir, belê rêka te rêka me ye, hişên te rêberiya me ye.

Vê baş bizane. Uxirbe kak Arjen, uxirbe…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10