Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

TUYAPa Amedê, zarok, kurdî û baran

TUYAPa Amedê, zarok, kurdî û baran

Îsal Pêşangeha TUYAPê ya Amedê 10 rojan zû dest pê kir. We reng e, rayedarên wê nexwestiye li ber pêla germe ku 3 salên borî de tûşî bûbûn, dîsa li wan biqewime.

Îsal hêjayî gotinê ye ku cara 4ê TUYAPê deriyên xwe bo pirtûkhezan vekir; nexasim jî kurdîhezan.

odilsoz.jpgÇimkî pir xuya û aşkere ye ku di Fuara li Amedê de ji bilî STANDÊN Kurdî hema beje yên dîtir mêşan hêdikin.

Pêşangehê di bin reqereqa ewran û gujeguja baranê de dest pê kir.

Ev hefteyek e, Amed barîn û şilî ye.

Hêjayî gotinê ye ku ev yek bandorê li hatina pêşangehê jî dike.

Weke tê zanîn, di ber siya vekişîna komên gerîla ya bo Başûrê Kurdistanê, atmosfera ‘hêviya aştiyê’ pirsen ‘gelo dema ronasansa Kurdî tê’ bivê nevê dibe pirseke sereke û li hişê gelek kesê xenxwerê vê pirse olan dide.

Jixwe ji bal her kesê ve aşkere ye ku riya ronesana gelekî jî, kar û barên hunerî û çandî ne.

Wêje û edebiyat serkêşiya vî karî dike.

Gava em li vî tewerê di hevingeke xweşbîn de li pirsê binêrin, em ê bibînin ku vê rastiya ‘konjunkturel bandora xwe li STANDên Fuarê ango amadekariya weşangeran jî kiriye.

Bo nimûne, Weşanxaneya ÖTEKÎ ku weşanxaneyeke çepê Tirkan e û xwedî raboriyeke dirêj a weşanê ye, bo FUARA AMEDÊ destepirtûkeke zarokan amade kiriye.

Me delîve dît ku bi berpirsê weşanxaneyê re piçekî sohbet bikin.

Seta pirtûkan ku 20 pirtûkên rengîn û xweşik ên xwedî pergala perwerdeya modelgirtinê, li gorî standardên cîhanî hatine amadekirin, mebest jê ew e ku zarokên Kurdan bi ziman xweş bikin.

Bi a min ev xebat, gelekî hêja ye û cihê pîrozkirinê ye.

Lê ez vê tênegihîştim, şûna ku hin Weşanxaneyên Me Kurdan ew qas enerjiya xwe didine ser wergerên bo ser zimanê Tirkî yên pirtûkên ekolojik û polîtîk ên giran, çim abi xebatên weha ranabin?

Welhasil,

Ev xebat nîşana geşbûna bazara Kurdî ye.

De qewet be ji me tevan re!     

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi