Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Tu nebûyî mirov

Tu nebûyî mirov

Kakila mirovahiyê malbat e. Lewre dibêjin ev dîtine navneteweyî ye.  Rasti jî we ye. Kakila mirovahiyê, kakil a malbat e. Malbat tê zanîn ku ji dê, bav, zarok, dapîr û bapîri re ava ye. Ev mirovene jî dialiyê xwînê de digehin xal, mam, xalet û zarokên wan û hwd. An ku her yêk ji vane malbatek e û her ji van malbatan jî kakila mirovahiyê ye.

Girîngîya kakila malbatê ji dereketina zimanê dayikê re nahê nîqaşkirin. Lewre ji zimani re dibêjin zimanê dayikê. Ev jî divê bê gotin ku xîmê mirovahiyê çendî malbat be jî a ji hemûyê girîngtir dayik xîmê malbatê ye. Lewre hebûna gelan, a welatan, a ala ya bi navbûna navê ziman re dinavbin. Di vê sedemê de zimanê dayikê re ev navene hene. 

Em dê bêjîn bila ev şîrove tiştik cida be. Em zivirîn laqêrdî bi gotinek dî henekîyên nava malbatên kurdan de. Kurd dialiyê çanda xwe, wêjeya xwe a devkî, folklor, kevneşopî û nêrîtên xwe de cihek girîng digirin.

A herî girîng malbatên kurdan şevên zivistana ên dirêj de betal an ku bêkar dimînin. Lewre rojê şolên xwe ên malê dikin, alifi didin pez û hêwanê xwe û şevên dirêj ên zivistanê jî piştî xwarina şîvê paldin dîwari û diaxivin. Di van axaftinên wan de stran, metelok, çîrok, serhati û bi cureyek dî şeva xwe diborîn in. Navbenda laqêrdî û henekiyan de metelok û serhati jî di van axaftinan de cihek girîng digire.

Ji van metelok û serhatiyan de a bikurtasi jêri bînim ziman jî yek ji wan e. Di vê têkliya wan de ev meteloke min pir caran ji devê mezinan bihîsti bû.

“Di malbatekê de mirovekê kurê xwe herdem dida xebatê belê kurê wi ji xebatê direvî. Serê we gêj nakim û dê bikurtasi bêjim. Bavê wi çi ji wi re goti be, ewi tiştik dî dikir û bavê xwe xapand. Roj dem borîn bavê wi temaşeyî kurê xwe kir ku neşê kurê xwe bide xebatê û êdî dest ji kurê xwe berda. Ji wê rojê paşde jî çend kurê xwe dîtiba “kurê min tu nabûy mirov” digote kurê xwe.

Kurê wi bi gotina bavê xwe a “tu nabûy mirov” re vêzar bû. Rojek du roj û deh roj kuriki xwe veşart ku ca bavê xwe nebîne û wê hevokê ji devê wi dirije nebihe. Rojekê êxist nava mêjiyê xwe û aqilê xwe de “ez dê tiştik we bikim ku bavê min ji min şerm bike û wê hevoka nehs ji min re nebêje” borand. Dilê xwe de “divê ez bikevim nava karek pir girîng, bibim tiştik pir mezin û dawiya vî karê min bavê min şermê jimin bike û bibîne carê ez bûme mirov an nebûme mirov.” Belê ewi fêmkiri bû ku di wî bajari de karek wahe nakeve destê wi û divîya ew ji xwe re bajarek dî pêşîya karekê bigere.

Rojekê kurê wi mirovi rabû jibajarê bavê xwe derket û kevte rêka ku biçe û nezivire. Ew rojek bû an jî du-deh roj bû rêwî bû. Di vê rêwîtiya xwe de bêrsan de û tênan de zikê wi gihişti bû pişta wi. Bêrsan de û tênan de ji taqet kevti bû û bi îza pê xwe ji erdi radikir û rê de diçû. Ew qesî çend demjimêran bû ew rê de ewi jî nedizanî. Demekê xîreta xwe komkir ba hev û temaşeyê pêşîya xwe kir. Temaşe kir belê tu baweri bi çavên xwe neyîna. Lewre bajarek ê pêş çavên wi û hindik maye ku bigehe bajari.

Dema bajar bi çavên xwe dîti rasti serhildana bêrsî û têniyê hiş û ramanên wi zindî bûn û bi xorti be jî pê ên xwe sivik kirin û çû bo nava bajari.

Divê Xwedê ji evdê xwe re “ev rêka te ye û tu here” bibêje. A vi ciwani jî ev gotine bû. Lewre ciwan giheşt nava bajari û bicivîna mirovên bajari re rast hat. Kevte gomanê gote mirovek ji wî bajari:

-Herê gelo ev çi civîn e, ev mirovene li vêrê çi dikin an ku bi çi sedemê li vir kombûne.

Mirovê bajari bi dilsoti temaşeyî wi dike. Temaşe dike ku reng û rûyê ciwani spî wekî patisqe. Bi zorê ser pê xwe sekine. Bi dilsoti bersifka wi da:

Ciwanê delal. Bawerim ku tu bajar de bîyanî û tu nizanî paşayê bajarê me jîyana xwe winda kiriye. Ji bo bijartina paşa dê çûka dewletê bavêjin hewa ku ca paşayê bajar bijêrin. Ev civîne jî di wê sedemê de li vir kombûye.

Wekî mirovê şaş zarok dinava gomanên kûr de pirs ji zilami kir:

-An ku çawa?

Zilamê wî bajari carek dî bi dengê dilsoti bersifka ciwani da:

-Min baş fêmkir ku tu bîyanî. (Serê xwe hejand.) Herê herê tu bîyanî. Heta demjimêrek bibore dê çûka dewletê bavêjin hewa. Çûka dewletê dakeve ser serê kîjan ji van mirovane ew dê bibe paşayê bajar. Te fêmkir an na?

Ciwani “min fêmkir, ez xolamê te me” gotê û ji nik wê civînê dûr bû. Dema diçû jî dilê xwe de “xweli serê min hizirên ez dilê xwe de diborînim. Min ew êqibal heye ku çûka dewletê bê dakeve ser serê min” diborand. Navbenda van hiziran de haylê bû ku çûka dewletê kevte ser serê wi. Navbenda çav û birûyan de çar destan milê wi gêrt û birin rasti wezîrê bajari. Wezîr, qazî, miftî û rihspîyên bajari “ev ciwane zarok e, bajarê me re neşê cihê paşa bigire” gotin û zarok birin têkirin govê de. Paşê carek dî çûka dewletê avêtin hewa û carek dî çûka dewletê firda. Çûke çû kevte bixiya wê govê û hindav serê ciwani. Wezîr, qazî, miftî û rihspîyên bajari qirar dan û ciwan ji bajar re paşa qebûl kirin. Piştî serşûk, kincên paqij, têrxwarin û têrvexwarinê ciwan bû paşa ê wî bajari.

Di berdewamiya paşatiya xwe de dem çawa dibore ew jî nizane. Rojek ji rojan bavê wi tê bîra wi. Dilê xwe de “bavê min digot min tu nabûyî mirov, ez bavê xwe bînim hizora xwe ku bila bibîne carê ez bûyîme mirov an na” diborand. Bi van hiziran re du şorteyên xwe pêşîya bavê xwe re rêkir.

Şorteyan bizevturevt bav înadin hizura paşayê kurê wi. Paşayê kurê wi dibin simbêlên xwe de girnijî û gote bavê xwe:

-Bavo rojekê te digot min tu nabûyî mirov, temaşe î min bike ku ez ê bûyî paşa.

Bavê wi jî wekî wi bin simbêlên xwe de girnijî. Biberdewamiya girnijîyê de bidengê bilin kenî:

Kurê min ê sefyane. Min ji te re negot tu nabi paşa, min ji te re got tu nabûyî mirov.  Heke tu bibûya mirov te kalebavê xwe bizora şorteyan nediîna hizora xwe, tu bi xwe dê çûbîya hizora bavê xwe. Rast e, tu bûyî paşa belê mixabin tu nebûyî mirov.”

Nîşe: Ez êk adarê û heta îroj li Nexweşxaneya Hacettepe’yê bi neszxiya xwe re mijul im. Di vê sedemê de ev du nivîsînên min êm kevin in. Lêborîna xwe ji xwendewanan re dixwazim. ROBIN HOOD

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10