Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Têkoşîna Jinên Cîhanê Pîroz Be

Têkoşîna Jinên Cîhanê Pîroz Be

Jin di hiş û hiziran de, di xewin û ramana de, di dilê zaroka û ciwana de, di gomenên zilama de bi kurtasî her qeremetreya xwezayê de cihê xwe pir girîng girti ye.

Di jîyana xwe de min temaşeyî hilkulanên lêgerînên bîyanî û ên xweyanîya kirîye ku ewan  înaye ziman. Jinên Kurda di qedîmî de azad bû ne.

Mezinên Kurda “jin jine çi jine çi mêre” dibêjin. Jinên Kurda bi vê gotina mezinên Kurda re di welat de çendî azad cihê xwe girtine tê dîtin.   

Kurd “çêla rîxo garanê herimî ne” di bêjin. Wekî jinênên hemû cîhanê, dê dinavbera jinên Kurda de jî xeleti û kêmasi dê çêbibin. Ev nahê gotin ku kêmasiya jinekê dê bibe wênaye tevahî jinan. Ev qanûna xwezayê ye.

Belê. Carekdî dê zivirîn hilkulîna lêgerîyan, a ji jinên Kurda re hati gotin.

Ji wan re nehewceye kilê siphanî bikêşin çavên xwe. Çimkî çavên wan ji kilê siphanî re pêtir reş in. Ne hewceye ji bona bejinubala xwe, xwe ji xwarinê parêzin. Çimkî ew ser kirasê zer, fîstanê sor ê qedîfe û bi gulên Kesk û zer re nexşkiri û lixwekiri û navtenga wan a zirav û bejna wan a bilind tê çav re narîn in.  

Ew jinên Kurd in, serê sûçikên xwe girêdidin û avêjin pişt stûkura xwe. Dê bêji serê sûcikê wan wekî gulekê dikeve ser pirça reş û bi wê bejna bilind wekî çiqê rihanê, xwe bêjînk dikin nava hemû hizir û hişan.

Û her we keçên Kurda bi vê bejinbala xwe ve hêj heft sali çek û rextan tildin û bi ciwanare suwardibin hespê şînbozkewzanî. Wekî zilama cur bi cur diçin nêçîr, ji zilami re dikevin hevriki yê.  

 Ew lêgeryayên ji bona hilkulîna jinên Kurd berdewam dikin.

Ew rûyê ber tîrik ên (tîrojên) tavê reş bûyî û spîlka spî dinava çavade dîyardike, birehma dilê xwe re xwedîyê zarok û hevserê xwe dikin. Belê bi wan çavên reşbelek xwe di bin birûyên wekî kivani li hindavi mijûldanên wekî tîr, pir dilka disojin.

Bi yek fikurînekê şera rawestînin û dibin sedemê aştiyê.

 Herê ew cota çavên reş wekî çavên xezala dikevin bin mijûldanên wan û dema mijûldanên wan vedibûn û miçin, dê bêji sêhr ê lixwezayê dikin.

Her we.

Guharên bi zêri nexşandi û biskên wê ewên reş di her du alyên rûyê wê de, bi azad xwe berdin ser gerdanê. Ew gerdene ku dema mirûja reş dixwe û gerdanê de diyardike.

Ew jin in şerê çend giran be jî dema desmala xwe avêtin navbeyna şervanan, şer sekinin.

Ew jin in di xwezayek pir bîyanî de jîna xwe berdewam dikin. Meh bi meh li zozana, berbihar û payîzewara, çol û çolistanê dimînin. Bi serê xwe semyana mala xwe dikin. Ji ber sir û seqemê û sermayê hevrikî dikin. Qebê jîyana dijwar dixwazin.

Ew jinê Kurdan in dema teşîyê dirêsin û mehfîrê çêdikin, xwezaya rengîn bi stranê xwe re xemlîn in. Û wan hişên xwe jî liser mahfîrê nexşîn in.

Herê ew jinên Kurdan in, dema hevserê wan malê nebe, bi serê xwe qedrê mêhvani digirin û bi serek bilind mêhvanê xwe rêwî dikin. Hwd.

Ez jî dibêjim.

Ew jin in roj bi roj pêtir xwedî zimanê xwe dibin û bi solugana “zimanê me rûmeta me ye an jî, ez dayikim ji wê çendê zimanê min rûmeta min e, hwd” dibêj in.

Jinên Kurd wekî çûka sîvanok azad û girêdayî azadiya tev jinên cîhanê ne. Her we xwîna demarên wan ji bo azadiyê dil kul û dil keser dikelî.

Di aliyê dî de jî cîhan dizanî ku şer en pêtir zirarê didin jin a. Ev şerê nêzûk bîstuşeş sala de li welad berdewam dike, çend rondik (hêstir) ji çavê jinan de herikî ye, çend dilopên xwînê berdaye dilka jinan, tenê jin dizanin.

Di ronahiya jinên cîhanê de nabêjim hêvîya me, çimkî bi hêvîya re tu heq nahên standin. Dê bêjim bi xîret û tekoşîna jinên Kurd û Tirk re dê 8 adar bibe roja cejna jinan û bibe roja bêhndan ê.

Ê pêş çav ku tevahî bajêr û navçeyên Kurda, her we bajêrên metropola Tirkiyeyê tekoşîna jina di kolana de bi hezaran rengê kulîlka re xemili ye. Di wargehên bi zêdehî Kurd lê jîn dikin jinên Kurda bi coş û tîlîya re pîrozbahiya 8 adarê dikin.

Jinên cîhanê ji bo pîrozbahiyê li benda 8 adarê ne, belê jinên Kurda yek adarê dest bi pîrozbahiya roja jina kirin e.

Ev jî tînî pêş çav ku jinên Kurda gor ên cîhanê ji bo pirsgirêka jinan çendî dilsivik in û çendî hestewer in. Bi vê hestewariya wan re gor jinên cîhanê pêtir girêdayi pirsgirêka xwe ne û dîyar e ku dê ji bona pirsgirêka jinan jî bibin rêberê jinên cîhanê.

Di ronahiya têkoşîna jinên Kurd de, 8 adar roja jinên Kurd û ê jinên cîhanê pîroz dikim. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10