Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Solîn, Şahîn Oner û 'aştî'

Solîn, Şahîn Oner û 'aştî'

Berî çendekê Serokwezîr muhteşem Teyîp li nexweşxaneyê çû tewafa Ergîn Saygunê kevnegeneral ku di nirxandinên çapemeniyê de ev seradan weke ‘lihevhatin û bihevxweşbûna’ baskê leşkerî yê kemalîst û AKPê hate nirxandin.

Weke tê zanîn, ev heyamek e li Tirkiyeyê bo ‘çareserkirina doza bakurê Kurdistanê’ li Îmraliyê di navbera dewleta Tirk û Serokê PKKê Abdullah Ocalan de hin hevdîtin têne meşandin.

Piyê vê hevdîtinê bi şêwazê ‘carekê nîşan da û hew’ hikûmetê heyeta BDP-KCDê şande Giravê û xwest ew jî di vê pêvajoyê de bikevin nava kişikê.

Ji hevpeyvîna Serokê DYA Huseyn Barak Obama ya bi rojnameya Milliyetê a Tirkî re aşkere bû ku fermana destpêkirina vê pêvajoyê ji Washingtonê hatiye. Heke li bîr û bala we be, me li nivîseke xwe de ev yek aşkere kiribû. Hûn dikarin binêrin:

(https://www.yuksekovahaber.com.tr/yazi/ji-lempeya-amerikaye-kurdistan-hilte--3046.htm)      

Helbet, kesî ku dilopekê jî hay ji çerxa siyaseta cîhanê hebe û bi exlaq û xoyê sîstema kemalîst a Tirk şareza be, baş dê lê serwext bibe ku Tirkiye bêyî Amerîka ne diwêre ne jî dikare ‘tirrekê’ jî bike.  

Hele hele ku melese ‘çareserkirina pirsa kurdî’ be, dewleta xwe li ser înkar û xwîna Kurdan ava kirî, çu carê gavekê pêşde naavêje, lê ku kengî mamê Samo jê re got, “Huşttt!” te hew dî hinguv dobe dobe ji lêvên wan bariya û heft caran bi serê ‘qardeşlîxê’ sûnd xwarin.  

Gava em van pêşhatan hemûyan didine ber hev, em dibînin ku dewlet li bendê ye ku bi awayekî vê pêvajoya NERMIJANDINÊ bi destê aliyê Kurd ango PKKê bide sabotekirin, ji ber hindê jî ji bo şerekî piştî wê, ji niha ve bi kevnegeneralên ku êdî hatine hizayê û ketine ber nîrê wan, navbera xwe XWEŞ bikin.

Plan ev e; Tirkiyeyeke bi hemû dînamîk û pêkhateyê xwe re lihev xuya bike.

Kurd, temendî ketin ber nîrê wan, yên dîtir jî dê bi awayekî bêne dîzkalîfiyekirin.

Ji ber vê jî,

Bi hemû aliyên xwe ve, ev pêvajo pir krîtîk û tenik e.

Aha,

Di vê atmosferê li ser sêla sor de, sibê (12ê mehê) pakêta nû ya darazê diçe ber destê Serokwezîr, ferman ji Washingtonê jî hat, we reng e, dê ev pakêt bête derxistin û SOLÎNa biçûk, kezeba Kurdistanê, xwedana herdu qendîlên geşik, nexweşa pençeşêrê ya diltezîn, dibe ku bigihêje dayika xwe.

Ji aliyê dî,

Li Amedê şevêdî (11ê mehê) ciwanek 19 salî ê bi navê Şahîn Oner li gorî îdiayên şahidên bûyerê, bi perçiqandina panzerê hate kuştin.

Çapemeniya Tirkî demildest hewl da vê bûyerê berevajî bike û dest bi manîpûlasyonê kir.

Pir balkêş e, daxuyaniya Waliyê Amedê cihê şik û gumanê ye; Heke bi rastî bête xwestin ‘aştî’yek pêk bêt, divê bi ser vê bûyerê de biçin û hikûmet demildest berpirsyaran aşkere bike û tişta pêwîst li gel wan bike.

Xwene tablo ev e: Ji ber ku Cîgirê Serokê Bajêr ê SPê ezirand Serowezîr Waliyekî ji kar digire, lê bo Waliyê ku zarokê kurdan bi 'panzerê diherişîne' bêdeng e.

Divê ev ‘xwîna mirovan’ hinde erzan nebe.

Li welatekî xwîn hinde erzan bît, çu aştî û sulh çênabin. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi