Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Şîfreyên dema nû û ‘Doza KCKê’

Şîfreyên dema nû û ‘Doza KCKê’

Gava min ev nivîs dinivîsand, ji bo ‘doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ tenê 48 saet mabûn. Li Tirkiyeyê, di bin siya gotûbêj û hengameya ‘resepsiyona 29ê Cotmehê (Çiriya Pêşîn)’ de mijara serpêçê li ser sêla siyasetê dikeliya.

Partiya desthilat AK Partî, di bi serokatiya Serokwezîr Tayyip Erdogan de, li Kızılcamama Enqereyê, li ser ‘konsepta nû’ kurt ketibû û hêkên nû yên heyama pêşiya me dihate ‘heram’kirin.

Serokwezîr, di bin hin sernavan de, hin şîfreyên plan û projeyên bo serdema pêş dane der. Ligel hemaset û demogojiya serpêçê, -ez jî digel hindê me ku diviya ev pirsgirêk demildest bête çareserkirin- Serokwezîr, di nav axaftinên xwe de, bo ‘Doza KCKê’ jî hin ‘talîmat barandin.

Berî her tiştî rê li wê yekê girt ku ew ê rê nedin projeya ‘Kurdistana xweser’ gelek bête gotûbêjkirin, li şûna wê, dîsa bi ‘demogojiya Filistînê’ kirasek kişand ser pirsê û xwest ‘dosyaya çareseriya pirsa –ez dibêjim doza kurd- bo demeke dîtir bête binberikkirin.

Divê em vê axaftinê çawa têbigihin; berî her tiştî diviya em bala xwe bidin ku Serokwezîr Erdogan, dı axaftina xwe de bal kişand ser ‘têkoşîna bi terorê re ya di çavçoveya hiqûqê’ de. Li vê derê, qesta Serokwezîr, Doza KCKê ye, dixwaze bibêje: Gelî dadger û dozgeran, di doza piştî 2 rojan de, hinek navên girîng û şaredarên BDPê berde lê hinekan jî bihêle. Ango, di vê doza ku 151 siyasetmedar û hilbijartiyên kurd têne darizandin, mimkûn e ku 50 kesên piçekî naskirî bêne berdan.

Wek nimûne, Fırat Anlı, Muharrem Erbey, Hatip Dicle û çend kesên din wekî ‘jest’ bêne berdan lê mimkûn e ku doz hema yekser bêne paşvexistin û tenê kesek jî neyê berdan.

Di nava vê hengameyê de, li eniya kurdan, doza ROJ TV ku dadgeha Kopenhagê ya Danîmarkayê dê van rojan biryarê li ser bide jî, bi qasî Doza KCKê mijara sereke ye.

Wekî ku me ji medyayê xwend û bihîst; PKK jî, di vê pêvajoya ku di pozisyona bêçalaktiyê de ye, de, pêşveçûnan pir bi baldarî dişopîne û xuya ye ew ê li gorî pêşketinan pozisyona xwe zelal bike.

Gava em hemû parçeyên tabloyê didin ber hev, xuya dibe ku ev pêla li pêşiya me dîsa gavekê li pêş, gavekê li paş ev berhevdana kişikê dê berdewam be. Ewropayê, di çarçoveya kêmneteweyan de, ji Tirkiyeyê xwest ku mafê perwerdeya bi kurdî bide kurdan di bin banê şaredariyan de. Ango, formalisyona “xweseriya” Ewropayê ya bo kurdan, modêla “berfirehkirina banê şaredariyan e”, ev jî ne bi awayekî ku bibe xaleke bingehîn ya destûra bingehîn, tenê bi awayekî de fakto ev modêl tê formîlekirin.

Tirkiyeyê jî, bi du sernavan ku di axaftinên cuda cuda yên Serokwezîr de diyar bû, ev daxwaz bi “xetên sor” ên destnedana “al û zimanê dayikê yê resmî” pejan kir û vê gavê “rê” girt.

Ji aliyê din, DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) jî ji hêla xwe ve, rola Tirkiyeyê bi daxwaza lêdanîna Mertalên Fuzeyan ji nû ve diyar dike. Li gorî vê, Tirkiye, dê di navbera Ewropa û Asyayê de “pejan û çît”ê NATOyê be. Lê xuya ye, Tirkiye zû bi zû vê yekê qebûl nake, çimkî naxwaze navbera xwe û cîranên xwe nexweş bike (!)

Welê diyar e, heke Tirkiye serî li ber vê daxwaza rojavayê netewîne ew ê “karta kurd” bi awayekî hêj dorfirehtir li hemberî vî welatî bi kar bînin.

Di vê hengamaya “şerê berjewendiyan ê mezin” de, kurd dikarin bibin aktoreke çawa di vê dizaynkirina nû de, cihê pirsê ye, lê a girîng ew e ku aliyê kurd –başûr bakur- di vê xirecirê de xwedanê proje û konsepteke hevbeş bin û bo “berjewendiyên neteweyî yên kurdan” hewl bidin di qada dîplomasiya navneteweyî de xwedî gotin û giranî bin (!)

A girîng bo kurdên Bakur, di vê pêvajoyê de çi bibe bila bibe jî, di “bazara bi dewlet û dewletên navneteweyî” de wek xeta sor, ji daxwaza Mafê Perwerdeya bi Kurdî negerin.

...

Doza KCKê ji bo vê heyamê xaçeriya herî krîtîk e...

Roj TV, ji bo kurdan –ez jî wisa difikirim- ne tenê kanaleke TV a jirêzê ye, deng û ziman e. Ligel ku gelek kanalên dî xwedan derfetên dewlet û pir mezin in jî (Bakur û Başûr) hêj jî ROJ TV bê alternatîf e û bi rastî jî ROJa Kurdan e, diviya nehêlin bête tarîkirin.

Her dîsa mafê perwerdeya bi kurdî mafê hebûn û nebûn, man û nemana kurdan e. Ji ber hindê jî, diviya ji îro ve, hemû kurdên bakur, li her dera lê bin, jiyanê bi kurdî bixemilînin. Bo nimûne, malperên înternetê, rojnameyên înternetî û yên çapî, partî, civînên wan, bazar, kirîn û firotin her tişt diviya bi awayekî de fakto bibe kurdî.

...

Bi hêviyên xweş!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi