Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Serxwebûn

Serxwebûn

Ev çendek e, li derve û hundir, dinya û alem bi ‘serxwebûna Kurdistanê’ diaxive.

Ev pir normal e, çimkî konjuntura cîhanê, kawdanên dawîn ev rastiya ku sedeyek e di bin keviya berfa dagirkeriyê de pêpes kiriye, derket ser rûyê erdê. Tav, bi bêjingê nayê girtin.

Çend bûyer bi carê de qewimîn û weke kevirên domînoyê her tiştî da dû hev û hate ber derî.

Berê sînorên navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî ‘fiilî’ ji navê rabûn. Paşî hêzeke bi navê DAÎŞ/ÎŞÎD bi ser herêmê ve dakişiya û Mûsil dagir kir. Hikûmeta Iraqê otorîteya xwe ji dest da. Desthilata Herêma Kurdistanê jî benda 140ê bi cih anî û bi awayekî ‘fiilî’ Kerkûk û deverên bernîqaş ji nû ve standin û pêşmerge li wan deran bi cih bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Kerkûkê bi dengekî bilind behsa ‘ragihandina dewleta Kurdistanê ya serbixwe’ kir û ji bo pêkanîna referandumê, daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê kir da ku komîsyonekê ava bike.

Vê xewna xweş, em kurdên her çar parçeyan ji nav kozikên xwe vehejandin. Serê me zelal nebû, çimkî bindestî wisa li mejiyê me hatiye kutan, îro yek rabe bêje –kerem kin Kurdistana serbixwe jî, -we reng e, em ê zû bi zû bawer nekin.

Xuya ye ku ji vê derûniya kambax e, vê peyama Serok Barzanî, li Bakurê Kurdistanê di nav hin alî û kesan de bû egerê nîqaş û guftûgoyên balkêş.

Ji nişkê ve, ji nav me hinek kesên “dijî serxwebûnê” peyda bûn, hinceta wan jî ev bû, “Ma parçeyek biçûk serbixwe be dê çi be, diviya hemû Kurdistan…”

Gotinek heye, dibêjin, -“Yekî nan nebû, diçû pîvaz dikirrî…” mesela ‘yên me’ jî hinekî weha ye.

Ez bim, gundekî Kurdistanê jî eger bikaribe ‘serxwebûna xwe’ ragihîne, dinya îtirafê pê bike, ez ê biçim bibime aşvan û gavanê wî gundî, ne ku bibime Serokomarê dewleteke wek Amerîka… Di vî warî de, fikra min ev çendî zal û zelal e.

Bi ya min, tiştekî pir sosret û kesnedîtî ye ku ‘rewşenbîrên kurd’ mafê serxwebûna Kurdistanê nîqaş bikin; ev zihniyeta oryantalîst ku bi çavên xelkê li xwe dinêre, li ba me kurdan wek trajî-komedyayeke nedîtî xwe dide der.

-Heyran, ew mafê weke şîrê dayika te li te û gerdena te helal e, tu çi û gel kê nîqaş dikî…

Jixwe tu kurd î, nexwe mesele qediya…

Erê, mirov dikare bêje, îro, em nikarin bo her çar parçeyên Kurdistanê serxwebûnê bi cih bînin, ji bo vê dibe ku hinekî zû be, lê bi ya min şertên Başûr hasil bûne û heke îro vê fersendê pêk neynin, careke din, heye ku em dereng bimînin.

Ji bîr nekin, hemû biryarên tarîxî bi rîsk in, bedelên wan hene, lê bê bedel, bê rîsk, çi millet nikarin azad bibin…

Eger îro te berevaniya xwe dabîn kiribe, dîplomasiya xwe geş kiribe û dinya razî bûbe, nexwe tu hê jî li benda çi yî?

Dewlet jî, Kurdistan jî, serxwebûn jî bi qasî şîrê dayikê li kurdan helal e…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi