Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Serê salê binê salê…

Serê salê binê salê…

Salek dîtir ji temenê me çû; em car keniyan, car jî giriyan lê wekî her carê zeman/demê bi ya xwe kir û roj kevin kirin, bûn meh, meh pîr kirin bû sal…

Salname 2011ê nîşan dide.

Di vê jiyana ku di bi nîrê bindestiyê de, mirov bêhemdê xwe dibêje, “sal bi sal, xwezî bi par” û xwezîyên nû li ser keserên kevin dinijine û li benda ‘rojên azad’ hêviyan bi dara mirazan a sala nû ve dadiliqîne, mirov xweziya sala nû bi hêviyên nû pêşwazî dike.

Gava salek kevin dibe û ya pê wê nû dibe, nizanim mirov xema sala borî û poşmaniyên li jiyana mirovî bûne kuleke tirş dikesire, an bi hêviyên ku dê her tiş “nûtir, geştir û xweştir” be, çavê xwe li asoyên sala nû bel dibe…

Hema qey em gava dibêjin serê salê binê salê tenê bargiraniyên nû zêde dikin li malê, an kêfxweşiyên ku me heq kirine têxin nav çala dilê xwe?

Werin em ji bo xwe hin hizran bikin:  

-Sala nû, em dikarin çi bikin?

 Berî her tiştî em dikarin, li sala kevin binêrin; we nihêrt? Wê demê vê pirsê li xwe bikin, di vê salê de me çi dabû ber xwe û me çi kir?

Çend şol û karên me nîvî man, çend derfetên nû hatin ber me û çend guhartin û nûbûn di jiyana me de çêbûn?

Me îsal çi li par zêde kir?

Hema heke sedî sed pêk neyê jî, ji xwe re bo sala nû planekê çêkin û li gorî wê jiyana xwe bi rêk bixin. Bo nimûne; em li welatekî dijîn, welatê me gelekî xweş e, bi xêr û bereket e lê belê ji ber ku li welatê me pirsgirêka azadiyê hene, em bi dilê xwe najîn.

Di 2011 saliya piştî zayîna Hz Îsa de, hê jî em doza zimanê xwe dikin û hê jî projeyên me yên desthilatdariyê hene. Xasma, mirovahiya pêşverû di vê pêla ku em doza “xweseriyê” dikin de, li pişta Marsê li dûv şûnpê û dewsa jiyanê digere…

Belkî jî heta çend salên dîtir, mirovayî, gelek tiştên cudatir nîqaş bike…

Ji bo wê ye, serê salê binê salê…

Sal, diviya (ez ji -divê û bila-yan gelek hez nakim, gotinên qureyan in) hejmartina salan nebe, bin û serên salê bila nebin selewata tizbîkêşana umrê me…

Sala nû, enerjiya mejiyê xwe keşf bikin… Hingê hûn ê pê bihesin ku hevsarê jiyana we; xwezî û enerjiya dil û mejiyê we ye.

Bo nimûne; 2011ê bila çu kurd nemînin ku nizanibin kurdî bixwînin, hema her rojê sê gotinên nû fêr bibin, heta binê salê hûn ê gramera kurdî dakin çalê…

Heyvê qenebe, romanek, pirtûkeke çîrokan a kurdî bixwînin, piştî demekê hûn ê bibînin ku di xewnên şevan de jî hûn bi dezgira/ê (partner) xwe re bi kurdî dipeyivin…

Bi hêviyên xweş serê sal û binê sala we bi xêr û bêr be!...             

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi