Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Şaredariya Colemêrgê

Şaredariya Colemêrgê

Em dê di vê nivîsîna xwe de ser Şaredariya Colêmêrgê, Şaredarê Colemêrgê û encûmenên Şaredariyê re hindik hubrê jipênûska xwe birêjîn.

Rasti hewce nîne ji şaredarê Colemêrgê û encûmenên Şaredariyê re mirov derheqiyê an ku gazinda bike. Lewre roja bû Şaredar, ewi û encûmenên wi heta îro ji Colemêrgê û Colemêrgîyan re pir xizmet dane. Ew ji Colemêrgê re bûne sembol.

Bawerim bilî deh panzdeh Colemêrgîyan, tev Colemêrgîyên dî biserê Şaredari û encûmenên wi sond dixwen. Tirsim ê vê nêzikde Colemêrg nedîti bi van peyvan re bawer bike.

JI BER KU.

Belê em bigehîn binyata peyva ji ber ku an ku lewre ê.

Tev cîhan dizane ku herêma Colemêrgê hemû mêrg û kanîne, hemû çem û rûbar in. Avên xwezaya  Colemêrgê bidewlemendiya xwe re herêmê de yekemîn in. Havîna zebeşê bavê avên Berçelan navbera çend demjimêran de zebeş parçe parçe dibe.

Bi vê dewlemendiya avên Colemêrgê re ev Şaredare hat bijartin heta îro avahiyên Colemêrgê hesreti dilopek avê bûne. Evê jî, mirov dişê “hindik pê dimirin hindik jî bo dimirin” bêje nedirew e.

Ev roje eyd û erefatin. Tev malbatên Colemêrgîyan du roja carek bi hatina du sê demjimara avê re çi paqijiyê dê bikin.

Hindik maye jinên malbatan ji ber destneketina avê re aqilê xwe bavên. Psîkolojiya tev jinan xirab bûye an jî dem maye dê xirab bibe.

Bila Şaredar û encûmenên Şaredariyê guhdariya wijdana xwe bikin. Qemî rehmek di dilka wan de bibore avên malbata gor dilê wan berdin.

Tê zanîn ku av jîn e, jîyan e. Colemêrgî ji bêav re dijîn, Xwedê sebrê bide wan.

Ji bo taxên bêav em şahidin. Lewre em ji erdheja Wanê rêvîn û ev hinde roje wekî mirovê taxi em jî ji avê re hesretin. Ava Colemêrgê ê didevê êzdahi (M.K.) de, ê xwe bivê bila biçî bîne. Gotinên dî jî em direwînê devê Colemêrgîyan in.  

Seba çêkirina pêngavek rêka nava sûkên Colemêrgê, ev saleke Colemêrgî dinava toz û dûkelê de xendiqin.

Dema berf û baran dibare ji ber herîyê tu kes neşê çar pêngava nava sûkên Colemêrgê bigere.

Kîjan Colemêrgê ji karê xwe re xwe hewceyî şaredarê Colemêrgê bike peyva “NIKARIM” wekî mirici (çekûci)navçavê wi dikeve. Di vê sedemê de Colemêrgîyan navê wi bi NIKARIM re ew zêdenav kirîn e.

Hindik Colemêrgî “xizmeta şaredarê Colemêrgê ji me re kiri a herî girîng binê şaredariyê kirîye mizgeft û avdestxanê nêz mizgeftê çêkiriye.

Di vê navbendê de gor gotinên Colemêrgîyan ew mirovên hez ji Şaredari dikin jî rêwîyê rêka wine.

Me hemûyan digot ev mirove mirovek Xwedêye dê ji Colemêrgê re pir bixebite. Di vê sedemê de me xwe hewceyî wi kir. Mînak min di dawiyê de ser navê taxê Feqiyan xwe hewce kir. Min gotê rêzdar Şaredar û encûmenên Şaredariya Colemêrgê. Navê taxên Colemêrgê ên qedîm bidinê. Mînak taxê Tekserê ne navê wê ê qedîm e. Navê taxê Tekserê ê qedîm Feqiyan e. Serhatiya wi navi çawa kevtiye ser û bûye Taxê Feqiyan min ji wan re nivîsî bû. Belê ji ber bêkarê xwe ê pir zêde ser navê Taxê Feqiyan tu xîret nekêşan.

Di dawiyê de rojekê wezîrek tirki hatibû Colemêrgê. Ne hewceye navê wi bêjim mezinek Colemêrgîya çû rasti wezîri sekinî “wezîrê min, em Colemêrgî hêviyan ji we dikîn ku evi walîyê me ji Colemêrgê nerakin” gotê.

Bi vê gotina mezinê Colemêrgîyan re kêfa wezîri pir hat û “raste, walîyê hewe ye, hûn çi bêjin em libenda we ne” gotê.

Mezinê Colemêrgîya “raste wezîrim, evî walî Colemêrg xerabkir bila tu bajêr dî xirabneke” bersifka wezîri da.

Vêca hêvîya me ji BDP’ê re ev e. Evî şaredar û encûmenên wi Colemêrg xerapkirin bila tu bajêrdî xirapnekin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
18 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10