İrfan Sarı

İrfan Sarı

Rojên Avrêlê

Rojên Avrêlê

Li ser çiyayên welat, berfê têna xwe şikandibû. Çirûskên berfê diheliyan, ser xwe de. Wekî ronikên zarokên birsî… Ev ronikene di bûn kanî, hinek caran di bûn çem û di nizaran de diherikîn. Mirov digot; ev herikandine mîna memkên axê, şîr dirêtin ser erd i.

Avrêl, mehekî zayînêye. Ev mehe, avê rêdike riha giya û axê. Paşê, wê gavê berfîn difirin(bilind dibin) heta rojê û emrê wan dawî dibe… lê, dû re tim tim her der dibe şînkahiyek dil zarok. Mîna çavên keçek bedew, herdem wisa çavşîn û hêşîn…

Sêhra hez kirinê dikeve dilê insana. Jiyan tev de dibe kanî, rûbar, av û yekser avistan… Baskên mirov her dem sipelên avê dikevin. Car car asîmanan, car car jî deşt û di nevalan de xeyalên kûr dikevin hişên mirov.

Evîn; hinek caran wek qola giniyê rih û rişiyên xwe berdide nav dil de. Hinek caran qelemên(sitrî) wê laşê mirov digire û xwîn dibe laş… hinek caran jî ji bin siya wê  de roman tên nivîsîn… hem sivik, hem kûr…

Aliyekî çiya, kincên xwe yên sar ser laşê xwe davêje; aliyekê jî baran hûr hûr dibare û erd i dişot. Dû re, her alî dibe rûpelek biharê… wisa xweş û wisa geş! Ber bêhna axê xeyalên mirov wekî çûkên sivandok difirin ber esmanan.

Êca bêhna xwezayê! mirov dîn û har dihêlît…

Refên qaz û qulingên rewend, li dû bêna biharê tên. Gava(dema) baskên wan diwestin, wê demê dadikevin ser erdê şîn û ter. Bêhna xwe vedidin, heta ku xwarina bin berfê derdikeve ser erdê; û ew diçerin. Gava mirov wan mêze dike, di laşê mirov de tevzînok çêdibin!. raman kûr û dûr diçe...

Carna terg dibare, carna gijlok. Dû re tavek tîr bitên radipele ser bajar, deşt û nevalan...

esman gunehên xwe dirijîne ser axê!

ax dizê!

esman mêze dike...!

û roj tîrêjên xwe rêdike dinê..!

Paşê, bûka baranê çavên xwe yên heftreng ve derdikeve ser girikan. Mirov, ji temaşe kirinê ji xwe ve diçe, sermest û serxweş dibe insan! Û singê mirov de,

 ajarek evinê şîn dibe,

                    tov diavêje,

                               diafire…

Qidqidank di laş de, mîna zelzeleyeke hûr aşkere dibe.

Ew erdhêj; xemla kevsera diliye.

Ew rûpela avrelê, şiklê sing û ber û bedenê jinê dide. jineke nav û deng…hêşinayî

                      gul

                          sorgul û

                                       gulistan

                                                   û keskesor…

(jin)Her wisa bedew e û awiran davêje her derî.

Ew rûpel komên mizginiyan e. Gava çîmen qasî dû tiliyan dirêj dibin, li ser axê mîna behreke dirêj û fire gazî dikin…

Teyr û tuvalê bêwar û bêhelîn di nav wê behrê de gazî mirov dikin…û ji kêf û coşa azadiyê de seranser digeriyên… hem digeriyên hem jî bi zimanê teyran li gelyêk dipeyvin… Li aliyê çiyê, qebe qeba kewên serşîn xwe dixwarin... Li himbiza wan bûyeran de, zarok jî bihemda xwe dibûn herî û şînkatiya çimen i.

Êdî xort diketin nav xeyalên seyrana û eşqê… fîtîk vedidan tîr tuval. Serî bilind dikirin, ca dilê wan hêrsên xwe westînin.

Avrêl, meheke zayînêye. Zayîna zindî. Her der û her alî.

Hez bike! hez bike..! 

Mêr an jin, tu pîreke heftê salî bi jî; avrêl laşê mirov de wekî hespeke serxweş dibeze dil.

Bo mamoste Evliya spas.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
İrfan Sarı Arşivi