Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Rojava ziravê Tirkan bizdand/teqand

Rojava ziravê Tirkan bizdand/teqand

19ê Tîrmehê salvegera serhildana rojavayê Kurdistanê ye. Wê rojê, rejîma Baas bi qismî be jî xwe ji hin deverên rojava vekişand û rêveberî bi awayekî de fakto ket destê kurdan.

Hêza herî birêxistin a kurdan PYD bû, wê jî hêza çekdarî YPG ava kir da ku parastina vê herêmê bigire ser milên xwe.

 Jê pê de her tişt weke giloka rîsî verisiya.

Helbet kurdan bêyî ku rengê xwe zelal bikin û yekser bikevin pey Artêşa Azad a Sûrî an jî xwe li gel bereyê rejîmê Eesd bigirin, riya sêyem dane ber xwe û bi sebr û hedan mane hêviya keys û helkeftinê.

Roja wê hat.

Lê weke hemû karên mezin, ligel ku kurd rasterast têkilî şerê Rejîmê û AASê nebûbûn jî, ev kar bêyî sergêjî nediçû serî.

Çavê gelek aliyan li ser bû; Lewma gelek caran çeteyên di bin siya dewletên cîran de, dilê xwe li vê herêma kurdan a nîvazadkirî beq kirin û şaxên xwe sûn û hatinê.

Gelek ciwanên ter û tolyaz di ber parastina vê keleha asê de feda bûn.

Çend caran şerê Serêkaniyê, yên Efrînê, yên taxa kurdan a Helebê ripinî bi dilê me xistin.

Heta hin bûyerên diltezîn ên ku kurd çekê li hev rakêşin jî qewimîn ku hêvîya me ew e ku dubare nebin û kurd ji niha ve di nav xwe de konsesûseke milî û neteweyî çêbikin. Bi taybetî li ser astê herêma Kurdistanê ya rojava.

A rastîn, ji roja serî de ye, çav û guhê rejîma Tirk li ser rojava ye. Dibên, çi bibe bila di bin kontrola me de be. Di serî de dergehên hatin û çûyinê li Kurdan radan, çete li cihê wan bi cih kirin û tim nêzî xwe hiştin.

Di ser çeteyan re xwest têkvedanê li şerê wê derê bike û li gorî xwe eyarê bidê. Helbet destê vê yên dirêjtir jî hene û dawiyê mesele weke şerê Baskan disekine.

Baskê Tirk, Erebistana Sûrî û îslamiyên radîkal, Baskê Îran, Esad û Rûsyayê; ligel vana rêxistinên paravan, kirêgirtî yên biçûk û mezin ên tundraw û marjînal jî weke peyakê vê satrincê li aliyekî vê berêkdanê bûn/ne.

Heta vê derê dîmenek li ber me zelal bû.

Şer gur dibû lê bazara sûk û malê li hev dernediket. Esadê ku salek dem jê re nehatibû destnîşankirin sê çar salên şer jî hê li cihê xwe bû û heçîkê ew tevdida têk diçû û dişkest.

Di vê navê re bi piştevanî û navmilperixandina Amerîkayê bayê Îxwanê li Rojhilata Navîn hate rakirin. Li Tirkiyeyê wek modela Erdogan-Gulen, bi ser Misirê re xwestin vê perwazeyê firehtir bikin. Lê Nursî nekarî salekê xwe li ber rakêşiya îktîdarê bigire û bi tecrûbeyeke nebaş û trajîk ji textê Misirê hate xistin.

Berê bay, dageriyabû geliyekî dî êdî.

Bayê Îxwanê berevajî dihat, textê Erdogan li Geziyê hejandin û di bin şoxikî re serê şûr nîşanî wan dan û got, “Piyê xwe li gorî berika Mîsakî Miliyeya xwe dirêj ke!”

Wê hingê Sultanê dawîn ê Tirkan Erdogan bi PKKê re li ser maseyê bû û dixwest bi awayekî vê pirsê bigihîne encamekê. Li gorî PKKê encam ‘diviya’ –çareserkirina doza kurd û Kurdistanê bûya- li gorî Erdogan, di bin banê Mîsakî Millî de ‘diviya’ PKK belav bûya û her kes biçûya mala xwe…

Ji heman peyvê ‘çarserî’ her du alî heman tiştî tênedigihîştin.

Jixwe girêka kor a pirsê jî ev bû. Weke girêka şivanan bû.

Niha dîsa pêvajo hat ber derazingeke xeternak: KCKê daxuyand ku ew hefteyekê muhledê didinê Hikûmeta Erdogan. Destê PKKê di vî warî de sivik e û Rojava wek şûjin di çavê Tirkiyeyê re dixe. Va ye, alayên YPGê ji Serêkaniya Serxetê ve xuya dibin.

Hema bêj yekcar ziravê tirkan teqiya.

Şêwirmendê Erdogan Yalçin Akdogan, di gotara xwe ya îro (19 Tîrmeh) de hema bêje bi awayekî gefan li kurdan dixwe.

We reng e, sêl sincirî, tenûr şariya.

Niha dora hemle û bizavê ye.

Kî gava xwe baş bipîve û rast biavêje ew ê gaveke dî biçe pêş. Êdî va ye ronahiya kurdan ji her derê dibiriqe; Çu hêz neşên vî robarê tîrêjan berbend bikin.

Bi qewlê kurdên me; -Bila biçin qûna xwe di ava sar bihilînin.      

Kurdistan nêzik e û azadî jê re mimbarek e, de pîroz be!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi