Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Roja Kurdistan ji rojava hilat

Roja Kurdistan ji rojava hilat

Îro (19'ê Tîrmeha 2012ê), rojek berî meha Rojiyê, di kelegerma Amedê de, nûçeyek ket ser medyaya civakî: KOBANÎ hate rizgarkirin…

Û pê re barana twit û bîr û boçûnan dest pê kir. Te dibêjî qey guhê her kesê li vê helkeftê bû, demildest, wekî kuliyên ji nav zeviyên prêze dadikevin, wisa mesaj bi peyamê hate xwarê.

Xuya bû ku hemû Kurd li benda vê livînê bûn, hemû kêfxweş, hemû dilgeş û hemûyan bi dil û can li hev pîroz kir û li ber firtûne û bagera agahiyan hildemisîn.

Çavê her kesê lê ye ku wêneyeke nû, fotoyeke nûtir dakeve ser netê û zû bi zû wê bi dost û hezkiriyên xwe re parve bike: Gotina destpêkê ya hemûyan jî “Nexşe li parçayên mayîn” e.

Bajarên ‘Kurdistana azad dibe’(belkî dema hûn dixwînin hemû azad bûbe) Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Tel Ebyed, Kobanî, Ezaz, Efrîn, Heseke û Heleb in.

Di çarçoveya Peymana Hewlêrê de hêza kurd a yekgirtî, gav bi gav komîte û saziyên xwe, hêzên asayîş û ewlekariya xwe ava dike û desthilata bajarên xwe yên heta niha bindest bi dest dixe û wan RIZGAR dike.    

Dirêj nakim,

Jixwe ji vir pê de qet pêdivî û hewceyî bi çi gotinê nîn e; AV di CUKA xwe re gelekî xweşik diherike.

Kurdan siyaseteke serkeftî meşand û heta îro bêyî ku gelê xwe bi destê DÎKTATOREKÎ bide qirkirin, ev pêvajo gihand qonaxa RIZGARBÛNÊ.

Niha her kes divê bi dilsarî û bi berpirsyarî vê pêvajo û prosesê bişopîne û bi dilgermî bêyî ku xwe berze bike, bo xelkê Kurdistanê mizgîniya azadiyê bigihîne binecihê.

Bi bi çar çavî çaverêyî agahî û hewalên xweş in.

Ji dil û can, serfiraziya birayên me yên ROJAVA pîroz be; Roja Kurdistanê ya pîroz vê carê ji Rojava hilat, ew ê tîrêjka xwe bide Bakur û Rojhilat jî.

Bijî azadî,

Bijî Kurdistan!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi