Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Roja Kurdan nedin reş kirin

Roja Kurdan nedin reş kirin

Disalên 1970-71-72-73 yê de televizyon hemû malên Colemêrgîya de çûne bû. Dema televizyon hati Colemêrgê jî weşana wê zelal nebû, ji wê weşandinê re “ekran biberf e, zelal dernaxe” digotin. An jî ekran wekî koma mirûyêye “ekran qarinceli ye” digotin.

Zilamê malê dê çûba ser bani û zarok ji an pencerê de an jî berderi sekinî. Yek jî nik televizyon ê bi çav zil dinêrêyê.

Ewê çûyî ser bani antên zivirand û bang li yê berpencerê/berderi dikir û yê ber pencerê/berderi jî bang li yê bertelevizyonê dikir.

Yê ber televizyonê bi hêcan “weşandin zelal nîn e, sinyal hat, hat û çû, weşan zelal bû” digote yê berpencerê û yê ber pencerê jî gotinên wi ji bo yê ser bani dubare dikir.

Caran yê ser bani vêzar dibû û sexera yê jêri dibir. Yê ber pencerê çi kurikê wi be çi biraza an jî lêzimek wi be di gotê “kuro kurê se, kurê keri, ji min re henekîya neke, baş temaşe bike kanê derêxe an  dernaxe.”  

Dema yê ber televizyonê zanî ku weşan hindik jî be zelal bû, yê wê demê ê ser bani jî tê malê. Belê evê hatine re dê bêji ji xezayê mizefer e we bitiruminet tê.  

Rasti televizyonên bireng hêj nehatibûn Colemêrgê, televizyonên bireng weşanê dikin heke li bîra min be salên 1983-84ê hatin Colemêrgê.

Di wan salan de, zarokên dimalên wan de televizyon çûne, diçûn malên televizyon lê heyî. Êkere piştî televizyonên bireng weşanê dikin hati Colemêrgê wê demê zarokên mala wan de televizyon heyî an çûne diçûn malên televizyonên bireng weşanên dikin.

Wekî malên xwediyê televizyonên bêreng, xwediyê televizyonên bireng jî, bihatina zaroka re kêfxweş nedibûn. Rasti hemû malên xwediyê televizyonê hatina zaroka re bêhêzbûnî (aciz) nedibûn, belê hindik malên xwedî televizyon hebûn dema zarok diçûn malên wan hisrên xwe de peqîn.                                          

Ji bona bêhêzbûnîya xwe rasti neheq jî nebûn.

Dema zarok çûban malên wan heta direng şevê dimalê derneketin, xwediyê malê jî nedirazan ku heta zarok ji malê derkevin.

Rûniştina zaroka jî caran heta yek, yekunîvê temaşeyî televizyonê de domdikir.

Caran jina malê zarok ji malê diderêxistin, caran jî cînarên jixwe şerm bikin diçûn wê malê û zarokê xwe ji malê derêxist in.  

Jina/zilamê malê “başe malên hindik ji van zaroka de televizyon henin, sedem çi tên temaşeyî televizyona me dikin. Navbeyna televizyona bêreng û a bireng çi ferq heye. Ew jî televizyon e, a me jî televizyin e. Navbeyna weşandina wan de jî tu ferq çû nîn e, ez tu jê fahm nakim” dibêje.

Belê tu zaroki dimalê de girê bidî jî dema şev hat dê ew zarok biçe û temaşeyî televizyonê bike.

Wekî min jori jî goti zarokên dimala wan de televizyon çûne ew diçûn wê mala televizyona bêreng weşanê dikin. Zarokên taxi ên televizyona wan bêreng û yê televizyon çûne ew jî diçûn melên televizyona wan bi reng weşanê dike.

Bi vê raçandinê de malên televizyon heyê her şev xwedî mêhvana bûn.

Sala 1995 MED TVyê destûra weşandin ji îngilîstanê stand û heta 22.Adar.1999ê bi weşandina xwe berdewam kir. Herê; bi weşandina MED TVyê re wekî hemû gelê kurd gelê Colemêrgê jî bikêfxweşi û dilgeşi re pîrozwerkir. Belê vê salê weşandina MED TV yê rawestandin û MED TV 23.Avrêl.1999ê hate girtin.

Piştî hiş û hizirên kurdan hati qifilkirin, vê carê binavê MEDYA TVyê re weşandina televizyona kurdan berdewamkir. Mixabin weşandina MEDYA TVyê jî dialiyê dehaqa re 12.Reşemî.2004ê de hate girtin.

  Belê piştî MEDYA TV yê 1.Adar.2004ê heta îroj ROJ TV weşandina xwe berdewam dike.  

Ev berdewamiya MED TV-MEDYA TVyê û biweşandina kurdî de tengaviyên herî girîng ji bo wan malên ev televizyonên kurdî kêşayî malên xwe çêbûn.

Herê MED TVyê dest avêt weşandinê vê carê xweli limala ewên ji xwere MED YV kirî werbû. Lewre berê Colemêrgîya kevte wan malên televizyona bireng. Vê carê pêle zarok, jin û zilam jî çûn ew mala weşandina MED TV yê heyî. Di navbeyna demek kurt de bû şîrqên li Colemêrgê ku televizyona kurdan vebû ye.

Êê, pêla mirov sêhlên MED TVyê bikire, temaşeya MED TVyê jî qedexe ye. Kîjan sêhla MED TVyê bikire an jî di mala kî de bê zanîn ku MED TV weşandinê dike, di demê de dikete girtigeha.

Bi vê tirsê, bi vê newêruktiyê Colemêrgîya yê çêl, ga an jî deh mih heyî ewan ew hêwanê xwe firotin û ji xwe re sêhla MED TVyê kirîn.

Bêderfatî û bêmercên wiha de kurd hatin van rojan. Bi îza û bêderfetî de kurdan pir berdêl dan û giheştin vê roja wan germ û geş dike.

Di aliyekê de televizyon girîng e, di aliyekê de jî mehandina gelan e, dibêjin.

Raste televizyon bi du aliya de jî herî zirar e. Belê televizyona me ROJ TV di hemû aliya de mêji û ramanên me kurdan e. Herê ji me kurdan re ROJ TV xwarin û vexwarin e, ba û hilm e, agir û libês e.  Lewre em in bi hebûna wê re dijîn.

Nihe jî ê rojevê de ku ev xwarin û vexwarina me, ba û hilma me, agir û libasê me bikurtasi jîna me ji dest me derêxin.

Belê heke kurd fêhlmêr bin, xasmêr bin nahêlin tava (roja) xwe temirîn in, nahêlên ROJ TVya xwe reş bikin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10