Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Rewşenbîrê kîjan Kurdistanê?

Rewşenbîrê kîjan Kurdistanê?

Gava em dibêjin ‘Kurdistan’ em behsa çi dikin? Ji bo her kurdekî ev gotin çi îfade dike?

Gelo em hemû kurd, ji vî navî heman tiştî fam dikin?

Kurdistan, ji bo me tevan heman dever e?

Di nivîsa borî de me hinekî behsa têgeha azadiyê kiribû, wek berdewama wê vê hefteyê jî em dixwazim bi çend pirsan hinekî dîtir xwe berdine nava vê pirs û kêşa kûr û aloz.

Berî her tiştî, ez dixwazim bibêjim ku Kurdistan ji bo me hemûyan heman tişt nîne û ji Kurdistanekê zêdetir ‘Kurdistan’ di hişê me de ava bûne.

Sînorên Kurdistanên me jî bi wî awayî ne û em tev di çarçoveya sînorên Kurdistana xwe de li doz û dewa Kurdistanê dinêrin.

Îro ligel bi dehan Kurdistanên biçûk û pasîf, du Kurdistanên aktîf û mezin hene û di cîhana me ya xiyalî de ava bûne.

Yek ji wan Kurdistana PKKê ye û ya dîtir jî Kurdistana PDKê ye. Û me di gelek gotarên xwe de bal kişandibû ku ev kêşe û hevrikiya serdestiya Kurdistanê ya di navbera PKK û PDKê de heke danegere ser tifaqeke neteweyî dê bibe sebebê gelek serêşî û dilgiraniyan û her ku diçe dê ev girêk aloztir bibe.

Siyaseta heyî, blokên siyasî yên neteweyî û navneteweyî, kêşmekêş û milmilanêya li ser herêmê, dihêle ku ev hevrikiya me behsa wê kirî, dirêjtir bibe. Îro, li ser Kurdistanê ku parçeya Başûr azadkirî û ya Rojava ber azadkirinê ve ye, ev şerê PKK û PDKê yê îqtidar û serdestiyê kûrtir dibe. Meyda û alîgirên herdu aliyan jî, li şûna ku vî agirî vemirînin û bi çavekî neteweyane berê xwe bidinê, dibin dîlê hestên xwe û bi dilînî li mijarê dinêrin ku ev helwest xwê bi birînê dike.

Li vir divê rewşenbîr bi helwesteke neteweyî xwe bidine pêş û rê li aloziyê bigirin.

Pir normal e ku dilê rewşenbîrekî nêzî rêbaz û tevgerekê be û bi awayekî demokrasiyane helwesta xwe digel wê hizb û partiyê destnîşan bike, lê di meseleya milmilanêya navbera hêzên kurdî de, rewşenbîr mecbûr e xwe ji kovilê hizba xwe derbixe û di çarçoveyeke neteweyî de li mijarê binêre.

Rewşenbîr, divêt xwedî helwestên neteweyî bin û ji bo tifaq û berhevvebirina hêzên kurdî reftarê nîşan bide.

Bo rewşenbîrekê çênabe sînorên Kurdistana wî/wê sînorên desthilata partiya wî/wê bin, bo rewşenbîrekê mecbûr e tenê Kurdistanek hebe û hemû layenên di nav sînorên vê Kurdistanê de, di bin banê neteweyî de wekhev û yeksan bin.

Çênabe rewşenbîriyeke Kurdistana nişîv, Kurdistana rojava, Kurdistana bakur, Kurdistana rojhilat hebe, divê tenê rewşenbîriyeke Kurdistanî hebe ku hişê wî, raman û hizra wî di xizmeta avakirina vê Kurdistana mezin de be.

Ez dîsa pêşnîyara xwe li PKK û PDKê dikim, hûn dikarin bi hevpeymaniyeke Kurdistanî milê xwe bidine ber milê hevdu û bi hev re bo Kurdistanê bixebitin. Roj bêt ku hewce bike bo hevdu bibin pal, roj bêt ku hewce bike bo hevdu bibin pire, roj bêt ku hewce bike bo hevdu bibin goşt û hestî; Divêt em ji bîr nekin, tenê Kurdistanek heye û hemû kurd bi qasî hev xwediyê wê ne.

Ev hiqûqeke niştîmanî ya nava Kurdan e ku pêwîst e hemû layen bê gazin pêbend bin.

Rêka serfiraziyê bi yekitiyê vedibe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi