Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Rapora Amerîkayê çi dibêje

Rapora Amerîkayê çi dibêje

Qir û qiyameta şerî ye, Başûr-Rojavayê Kurdistanê keç û lawên kurdan ên mêrxas, her roj destaneke nû dinivîsin û ber sîngê zalimên DaÎşa hov, weke şêrê bi gulî, pilingê latê dixwirin û wan ji ser axa Kurdistanê ya pîroz radimalin.

DaÎşa ku dil hebû nimêja eyda Remezanê li Kobanî bike, di beyarên Hesekê de li ser termên xwe ancax karîn nimêja leşên xwe bikin… gava dikirin biçin tola heyfa bavê q.. dayê jî bi ser de dan…

Ev li aliyekî.

Li aliyê dîtir ev çend roj in pêla şerî bi aliyê Başûr ket û vê carê Şengal da ber xwe. Bi carekê de nûçeyên ‘dagirkirina Şengalê ya ji aliyê DaÎşê’ ve li ser medyayê belav bû.

Di wexteke weha de, Rêxistineke Ramyarî ya Amerîkî ya bi navê CAP, raporek berfireh der barê doza Kurdistanê, PKK-YPG û Başûr û Rojava de weşand. Di raporê de, pêvajoya li Bakur hate pesinandin û berxwedana YPGê ya li Rojavayê Kurdistanê hate nirxandin û ji Hikûmeta Amerîkayê hate pêşniyazkirin ku PKKê ji nav lîsteya terorîstan derxin…

Her kesê hinekî siyaseta cîhanê dişopîne, rola van rêxistinên ramyayî di dizaynkirina siyaseta DYAyê a navxwe û cîhanî de pir baş dizane û her kes dizane ku li Amerîkayê CAP aqilmendê hikûmeta Obama ye û rê û rêzika siyaseta vî welatî ji aliyê wan ve tê destnîşankirin.

Bi ya min, ev rapora CAPê ji bo mêjûya şoreşa Kurdistanê destpêkeke nû ye, êdî tê qebûlkirin ku PKK bi ser YPGê ji çiya daketiye û sivîlîze bûye, xwe bi girseyên gel daye qebûlkirin û ber sîngê tundrew û ‘terorîstan’ xwe ragirtiye, ew dikare wek layenek bête pejirandin û di asteke navneteweyî de pê re têkilî bêne danîn.

Bêguman, Amerîka vê ji aliyê xwe ve dixwaze û li gorî stratejî û armancên xwe dibêje, PKKê divê vê çavkirpandina DYAyê çawa bixwîne?

Ez bawer dikim ku xwediyên vê dozê, niha hesabên vê dikin, divê bikin, divê pir kûr bipîvin û hûr birêsin; Çimkî, gelek caran şerê di sengerê cengê de tê standin, dibe ku li ser maseya ‘bazarê’ bête ‘winda’kirin. Ji ber vê jî PKK mecbûr e, ligel xwe gerandina îro, asoya dîplomasiya xwe ya navdewletî jî berfirehtir û geştir bike.

Divê ji bîra me neçe ku barê Kurdistanê barekî gelek giran e û hêj Bakur û Rojhilat ji cihê xwe neleqiyane; li vê derê jî du êjderhayên pîr ên xwedî çandeke siyasetê ya çend hezar salî hene, Îran û têjikên Asênayê yên Âlî Osmanî, ango Tirko…

Ez dibêjim divê PKKê vê rapora CAPê –ku heman demî de fikra dewleta Amerîkayê ye– pir cidî bibîne, bi cidî li ser bifikire û pir cidî dû biçe.

 

 

 

 

   

          

   

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi