Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Qlaban û Kurtaj

Qlaban û Kurtaj

Roboskî wekî pirsgirêka kurdan piştî ê ser milê AKP’ye. AKP çend di pirsgirêka kurdan de xendiq e, hind jî Roboskîyê de bi kuştina 34 zarok û ciwanan de jî xendiq e.

Tê dîtin AKP’ê wekî gurê devbeş girti çawa pezi gewîcirû dike û dihêle cih de, ew jî kurdan bikomkujî dikuje. Mixabin gur pezê gewîcirû kiri paşê xwedî derkeve, belê AKP xwedîyê komkujiyê nabe.

Ev jî navçavê mafê mirovan nêrîn in û kiryar û kêmasiyên xwe ên pêş çav veşêrin. Mixabin ew bi xwe nabîn in ku tiştê aşkera nahê veşartin.

Vê nêzikiyê de rêzdar Erdogan dialiyê kurtajê re dibêje kurtaj qetil e.

Dibe ku ev gotine rast be. Belê rêzdar Erdogan ji xwe re nabêje, heke mirovek zarokêkê bîne dinyayê divê di bin xîmê mafê mirovan de wi zaroki mezin bike.

Ecêb ji xwe re nabêje divê mirov çend zarokan dişê xwedî bike û hind zarokan bîne dinyayê. Lewre gulik nîn e ku beredayî berdî çolê. Ev mirov e û ji mirovan re pirsgirêkek giring e.

Ecêb nabêje dialiyê mafê mirovan de heke mirov ji qoweta xwe zêde zarokan bîne dinyayê û wan zarokan gor mafê mirovan xwedî neke, nabe qatil? Lewre her zarokê diçerçova mafê mirovan de mezin nebe wekî mirovê miri ye û ew jî qetil e.

Qey tu nizani mirovê ji xwe vêzar, ê dil kul, ê nava xeman de û bi kuldert de dijî, ê bêrsî, tênî, rûs û miflis, ê bêkar, betal, bêxwedan carê dijî an najî?

Tu pirsa wî/wê dê û bavi dikî ku zarokên wi/wê dimalê de bêrsî be û ew dema destxalî diçin mala xwe çend ezaba wijdanê dikişin.

Herê gelo te bêrsîti, rûs û pêxazi dîtîye ku ca halê xîzani bizani? Belê tu niznani welatiyên vî welati ku ca zarokê wan êmi/tena bibe. Bihezaran direwan re wan xapîn in û razîn in, di vî welati de hene an na?

Herê gelo tu hizir dikê mirov jî wekî mirîşka dê zêde cûcikan bînin dinyayê û dê xwarina wan herê mê de ji wan re amade be? Qet nabêji heke mirov nebe xwarina wan cûcikan a xwezayê jî têr wan nake û ew jî miri tên hisabê.

Heke mirov mirîşk nebe û mirov be, divê pirsgirêka xwe bizane. Wê demê dişê çend zarokan xwedî bike hind zarokan bîne dinyayê. Çend zarokê ji qoweta mirovi zêde be hind kuştina wan e, qey tu nizani? Heke gor bihezarên parê tirki re mirov bişê du zarokan xwedî bike divê mirovi du zarok hebin. Gor wan pareyan zarokê sê ê hem miri hisab e, hem jî malbata wi miri hisab e.

Ev mirovê zana û hêja, dawiya axaftina wi dê bigehe kû wê hizirnake vê dibêje. “Tev zarokê bi kurtajê re bê qetilkirin wek mînaka Qlaban e.” 

Aha wê demê gor gotina wi a Qilaban hati kirin jî qetil e. Lewre li wir jî kuştin bi destê dewletê an ku a hikometa te hate kirin. Dewlet, bi taybet hikomet bûye sedema kuştinê û qetil kirî ye.

Êê… Rêzdar Erdogan heke tu dizani Qlaban qetil hatiye kirin, wê demê tu dizani ku ew qetil jî kî kirîye? Tu bi devê xwe dibêji a Qlaban qetil e. Wê demê tu seba çi lêborînê ji wan welatiyan naxwazi? Tu seba çi dihêli roj bi rojê birînên wan hilkul e?

Rêzdar Erdogan tu ji kîjan mantiqi re kuştina kurtajê û kuştina mirovê Qlaban dawiya bombebaranê hati kuştin diîni rêzekê. Lewre tev dinyayê de sezeryan serbest e û wekî qetilê nanêrîn in. Qatî kuştina wan mirovên Qlaban gor mantiqa te serbest e û tu we dibîni?

Rêzdar Erdogan tu kurtajê qebûl nakê û wê wekî qetilê dibîni. Ecêp tu dizani vî welat de çend xîzan hene? Çend xîzan hene ku nanê şevê nîn e ku bixwe. Çend xîzan hene ku kincek çu nîn e li zarokê xwe bike. Çend zarok hene ku vîtamîna zarokê te danek rojê dixwe, ew heftêyekê de naxwen? Çend xîzan hene ji bo nanê şevê çu nîn e ku bide zarokê xwe û di vê sedemê de dibe qatilê riha xwe? Tu dizani ji van “çendan” zêde pir dî “çend” hene?

Tu dizani aliyekê xîzan, karker, kedkar û gundîyê vî welati û alîyê dî de jî pirsgirêka gelên welat, taybeti lo a giya hatiye nijinîn. Roj bi rojê ev lo a giya mezin dibe.

Lewendê Qaspaşa tu kes nirîyan ji singê xwe berde re, evan pirsgirêkên welat neşê  çareser bike. Dawiya xîretê, aştiyê, biratiyê, hez kirinê û masilhetê dê pirsgirêkên welat çareser bibin. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10