Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Qesrê Şirîna Nû: Soranistan û Kurmancîstan

Qesrê Şirîna Nû: Soranistan û Kurmancîstan

Bi peymana Qesrê Şirîn, di 17ê gulana 1640an de welatê me Kurdistan bi awayekî resmî dabeşî nav sînorên du dewletan bû û bû du parçe. Ev peyman, di navbera Sultanê Osmanî Muratê 4emîn û Şahê Îranê (Desthilata Safewî) de hatibû pêkanîn.

Li dora 450 sal di ser wê peymanê re derbas bûn. Niha welatê me di nav sînorên fermî yên çar dewletan de parçe kiriye û ji bilî Başûr (Herêma Kurdistanê) li parçeyên dîtir xwedan çi statûya resmî nîne.

Vê pêlê gelek pêşketin, li pey hev pêk hatin.

Gava em rojevê bidin ber ronahiya nirxandinê; em ê bibînin ku bayê guherîn û serhildanên li Rojhilata Navîn û tirsa şikestina desthilatê hema bêje xewa şevê li hemû serdarên welatên herêmê tirsandiye.

Yek ji van welatan ku xwedan pirsgirêkeke navxweyî ye jî Tirkiye ye.

Ji ber hindê, desthilata vî welatî, ji bo parastina statûya xwe û rêgirtina li peşka serhildanê ku welatê wî jî venegire, hemû cureyên polîtîkaya bergirî û dilnermkirinê, xapandin û biserdeavêtinê têne bikaranîn.

Tirkiye û desthilata wê, ji bo girara pirsa (doza) kurdî bi sere wê de nerije, hemû hunerên xwe bi kar tîne û heta ji destî tê, hewl dide vê pirsê di bêdengiyê de bihêle û wisa ‘tepeser’ bike.

Ber bi hilbijartinên giştî ve, hikûmet û serokê wê, hewl dide karta kurdî li ber destê xwe bihêle û bi tevdîrên eko-civakî vemirîne û nehêle li welatê wî, serhildana gel a sivîl belav bibe.

Ji ber vê jî, di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, berî çend rojan di çarçoveya serdana xwe ya li Iraqê de, gihîşt paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê û li vê derê beşdarî vekirina Balafirgeha Hewlêrê bû û hin peyman di gel desthilata kurd mor kirin.

Gelek li ser vê serdanê hate nivîsandin; her wiha ji gelek aliyan ve nirxandin li ser hatin kirin. Wekî her care yên nêzî “desthilatan” hewl dan pariyekî pozîtîf ji vê derxin, yên dûrî wê jî bi çavekî cudatir lê nihêrtin.

Li nik me kurdan bûye edet, kengî liv û bizavek di navbera kurd û tirkan de li qatên jorî pêk were, ligel şik û gumanan, hin hêvî jî çêdibin.

Ne aliyê tirk, ji şikên xwe xilas dibe di pêwendiyên bi kurdan re, ne jî kurd zêde piştgerm dibin bi nêzîktêdayînên desthilata tirk. “hesasiyetên” me kurdan û “xêzên sor” ên wan, tim di navbera aliyan de perdeyeke nepenî çêdikin û dikevin pêşiya têkiliyan.

Ji vê serdanê, tişta ku qet nehat behskirin ew bû ku desthilata tirkan daxwaz ji hikûmeta kurd kir ku di navbera xwe û kurdên jorî (Bakur) de xêzeke stûr a sor bikêşe û jêk vebibe.

Li gorî hin pistepistan, hate destnîşankirin ku desthilata tirk ji hikûmeta kurd xwestiye ku projeyên xwe yên bo kurdan di nav sînorê de herêmê de berteng bihêle nexasim jî zimanê herêmê bi awayekî de fakto bike Soranî û bi fermî herêmê wek Soranistan ragihîne.

Li beramberî vê jî ji desthilata kurd re gotiye, xwe têkilî “kurdên me” neke, heke ziman û perwerdeyek ji wan re pêwîst be em ê bidinê. Ango, ew ê kurdên kurmancî, yên we jî kurdên soranî bin.

Bi vî awayî, bi awayekî fermî, Kurdistana ku di nav çar dewletan de xwedan çar kultur û çar zarava ye, êdî bi fermî dibe Soranistan û Kurmancistan.

Ji ber hindê jî, nave vê girêbest û pêkhatinê tîrkirin û nûkirina peymana Qesrê Şirîn e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi