Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Qadên Bijartinê

Qadên Bijartinê

Tirkiye kete nava germahiya bijartinê. Tê zanîn ku dema Tirkiye kete germahiya bijartinê xîzanê kurd û tirk hemberî berjewendîyan herî biqedir dibin.

Di dawiyê de heta îroj û bawerim hindî ku ev sazîya Tirkiyeyê berdewam be jî dê ev durûbûna wan dombike.

Di vê dawiyê de tev bajar û navçeyên Tirkiyeyê de qadên bijartinê bi mirovan re şilq (pêl) dide. Tev serokên partiyan û namzetên xwe kifşkiri di hemû bajar û navçeyan de ji bo xapandina mirovan di qadan de xîretê dikêşin.

Her we di dawiya Tirkiyeyê de karker, kedkar, cotkar, gundî û bêkar di nava xîzaniyê de qirqiçin. Ev komên mirovan di welat de hewceyî parîyê nani bûne, belê namzetên partîyan, vê nebîn in.

A dilê mirovi disoje ev deh sal e tu serokên partiya ji bo pêşveçûna Tirkiyeyê, ji bo karker û kedkarê Tirkiyeyê, ji bo gundî, cotkar û bêkarê Tirkiyeyê naaxive. Di Tirkiyeyê de pirsgirêka kurdan bûye êşek bê derman û tu serokên partiyan ji bo vê êşa Tirkiyeyê de çareserîyê re îzayê nekêşe.

Tenê serokên partiyan bi axaftinên kiret re radibin nav çavê hev û exlaqê zarokên me xirab dikin. Axaftinên wan ên kirêt hemû roja di televizyonan de derkevin û zarok temaşe dikin û bi hevre wekî wan diaxivin û pîskolojîya zaroka tevlihev dibe.

Hêvîya min ji kurd û tirkan re ev e, ev bijartina parlementera hat û temaşeyî qadên bijartinê bikin û axaftinên wan qeyd bikin mêjîyê xwe. Ez dibêjim dê bibînin kanê rast e an na.

Rasti divê xwedîyê televizyona ji bo vê bijartina parlementera ser ekrana televizyonê, geli hişyar bikin û dema ew derkevin televizyona nehêlin zarokên geli temaşeyî televizyonê bikin.

Tiştik bala min kêşaye. Tev kolana, qehweya, mal û civîna de ser komên qadên bijartinê axaftin çêdibin. Heke serokê partiyekê li qadên bijartinê herî mirov komkiribin ji wi re “wele eve di vê bijartinê de xwedî herî dengan e” dibêjin. An jî bi gotinên wiha re serokên partiyan gor hizirên xwe şîrove dikin.

Hevalno, bidestura we re ez qadên mitîngên R.T.Erdogan ên Wanê ji we re aşkera û vekiri bînim ziman. Ez li Wanê dijîm û min bi çavê xwe dît. Dema R.T. Erdogan dê bê û li Wanê mitîngê bide partîgirên wi tev gund û navçeyên Wanê de dikevin karek ta î. Ew karê ew dinav de li bajêr û navçeyên cînarê Wanê de jî berdewam e.

Dawiya vi karê partîgirên R. T. Erdogan çi bi xapîn e, çi bi rişwet (bertîl), çi bi înadin û birina wan bêpere û çi bi awayek dî mirovan li qada mitîngê komdikin. Ji ber vê yekê ew mirovên qada mitînga R. T. Erdogan di Wanê televizyonan de tên pêş çav, Wanî nîn in. Cur bi cur hîle, dek û vir û vîç re mirovan xapîn in û li qada mitîngê komdikin û paşê jî ji xweşmehtiya xwe re xwe partîya yekemîn diînin ziman.

Di vê dawîyê de dewle serê teknolojîya pêşve çûyî jî di kompûtora de fofomontajê jî dikin. Mirovên li qadek dî kombû, di înin li wê qada Wanê montaj dikin û civînê zêde di înin pêş çav. Ev jî hîleyek e li qadên civîna hilbijartinê ye.

Kurdno ji we re di nava dilê  xwe re dibêjim, AKP di herêma kurdan hindî BDP’ê xwedî deng nîn e. Ew kombûnên qadên bijartinê tev vir û viç re, hîle, ruşwet re û montaj re komkirîne. Di wan kombûnên qada bijartina mitînga R. T. Erdogan de ji partiyîyê AKP cida tev guhdar û partiyîyên di jî hene, rasti montaj cida.  A wan tevahi vir in.

Di vê sedemê de hişên wekî “çawa be namzedên kurdan qazanç nakin, bila dengê me pûç nebe û em dengê xwe bidin partiya bibe hikomet ku ca ji me re karekê bike” derbaz nekin.

Kurd bivan hişên xwe xapînin re, tenê zirarê didin xwe. Lewre mirovên li qadên hilbijartina R. T. Erdogan komdibin bi xortiya kupali, hîle, dek û viran re komdibin. Ancax mirovên li qadên hilbijartina namzetên serbixwe bi dilê xwe li qadan komdibin. Ferq ev e.  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10