Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Projeya wergerê ya Lîsê

Projeya wergerê ya Lîsê

Gava pêşiyên me digot, “Şol şêr e gava mirov dest pê dike dibe rovî” cesareta xurt û baweriyeke qewîm mirov digirte nav lepên xwe û bêhemdê xwe mirov li karê xwe dişidiya.

Em, van rojan bi qewlê hinan ‘li ser pişta kêrê’ di kendalên Xelo û Celo de navê kurdan bi qewlê Xaniyê mezin li ‘banê gerdûn’ dineqişînin.

Lê tirsa min ew e ev heyecana ku şolî dike ‘rovî’ û hêviyan dike ‘şêr’ ya ku asoya xewnên me dipelîne bibe ‘navê giran warê wêran’ û pivdanka ‘pakêtên çareseriyê’ di rûyê me de biteqe!

Her çend bi kulîlkekê ‘bihar’ neyê dîsa çandin, avdan û sexbêrkirina kulîlkê li ber dilê baxçevanî xweziya herî mezin e ku tîniya dilê xwe pê dişikîne û xem û kovanên xwe pê direvîne.

Berî ku ez behsa projeya wergerê ya Lîsê bikim û bîr û boçûn û keyfxweşiya xwe darêjim ser peyvê, dixwazim çend xalên ku bala min dikêşe li vê derê bihingêvim.

Behsa pakêta kurdî tê kirin; di vê pakêtê de çend pirs li hişê min dinişin û wekî noj û kirniyekê jê venabin. Gelo naveroka vê pakêtê ‘jêk-ve-kirin û lêk-ve-kirin’a kultur û kevnetorê me yê dêrîn nebe?

Ez qenc pê bawer im ku însan di derdor û jîngeheke aram û bêtirs de gelek rehetir dikarin kar û barê çand û kulturê, siyaset û ekonomiyê bi encam bidin lê tirs û metisiya min tiştekî dîtir e. Yanî vî alî û rexê madalyomê ye.

Weşanxaneyekê barekî giran hilgirte ser pişta xwe (destxweşî be jê re, em bi dil û can pê re) lê gelo tenê bi vê mimkûn e paşxane û quleteyna nivîska ya vala ya milletekî tijî bibe?

Gelo, çend prodûksiyon û kumpanyayên me yên gewre hene ku bikarin vî barî ragirin? Gelo ma dê prodûksiyon û fîlmçêkerên me nebin ku sînemaya kurdî li rex sînemaya cîhanê bilind bikin? Gelo, ma tîmeke me ya wekî Barcelonayê ku kurdan di qada navneweteyî de temsîl bike, çu carê ava nebe?

Gelo, em ê çawa bikaribin ‘ala kulturî’ ya vî gelî li ser banê gerdûnê bihejînin?

Gelo di pakêtên li ber vekirinê ne de ev rastiya me hatiye destnîşankirin?

Gelo, ev gelê ku bi dehan salan e trawmaya şer û malkambaxiyê dijî, dê çawa li jiyana asayî bête adaptekirin û ji bo rehapîlîtekirina şerkirî û şerdîtiyan çi plan û projeyên normalkirinê (fînans, kar û hwd) hene?  

Pirsên min gelek in…

Li aliyekî pirsên wisa aloz mejiyê min dikerojin li aliyê dîtir em ê ji niha pê de “Kulîlka Gezgezkê” ya Harry Martinsonê nobelgir bikaribin bi kurdî bixwînin. Lîsê ji welatê sar dest pê kir 4 berhemên bijarte wergerandin kurdî. (Diviya em hem wergêran hem jî edîtor û berpirsên weşanxaneyê û kesên ku keda wan di vî karî de heye ji dil pîroz bikin; destê we xweş be!)

Di vê hengameya ku refleksa “projedahênanê” wekî reflekseke neteweyî li nik me geş dibe de, wek gel û milletekî jêrdest em dikarin ‘qedera xwe ya reş’ biguherînin. Ji bo vê jî, di her warî de hewceyî bi reflekseke milî û yekgirtî heye; ke wate, roj hatiye ku êdî em kurd bêyî ku hev du bi benê fraksiyon û cihêramaniyê bifetisînin, bêyî ku em li rika ‘wek min nebe bila qet nebe’ siwar bibin û hev du jêk-ve û (bo xelkê) lêk-ve bikin, pê diviye em hemû kiryar û pêkhatinên qenc yên rengkurdî, zarkurmancî, şanaz û rûmetdar bikin.

Di vê çarçoveyê de projeya wergerê ya Lîsê ji bal min ve nirxeke pîroz e û gaziya min li xwendevanan e ku biçin van berheman bistînin, bixwînin, bidin xwendin û ji bo ku ew jî xwêya xwe têkel vê girarê bikin bizaveke qewî bikin.

Di vê heyamê de her tiştê ji bo kurdî tê kirin (çi nivîskî, çi sînema, çi futbol, çi tiyatro, çi siyaset, çi diplomasî) pîroz e û qedera ‘reş’ a vî milletî ‘spî’ dike.

Rojên xweş bi yekitî û destgirtinê mimkûn in!     

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi