Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Pıştî du salan

Pıştî du salan

Heke bavê heqiyê be ez ji erdheja Wan’ê heta îroj ji rojeva Kurdistan’ê, a Tirkiye’yê  û a cîhanê re dûr kevtim.

Lewre piştî erdheja Wan’ê bi malbat re koçberî bajarê Idir’ê bûn. Havîna 2012’ê heta çile zivistanê bi xurtkirina avahiyê xwe mijul an ku bilîbûn bûm. Dema xurtkirina avahi xelas bû nêzî pênç mehan jî bi tedaviya nesaxiya xwe re rû bi rû sekinim. Wekî min goti dawiya nêzî du salan de niha jî li mala xwe û min pala xwe li balgîvi şidandiye.

Dawiya van hevokên bê qedir, min divê vê binim ziman.

Aliyekê ji nivîsîn û perwerdahiya zamê dayika xwe re, aliye dî de jî xeyalên dilê xwe ên wekî projeyên nava mêjiyê xwe de ku bikim pirtuk re paş de kevtim.  Kula dile min a herî girnig ew e ku ez van projeyên xwe nenivîsim û jîyana xwe winda bikim.

Vê jî dizanim.

Di nivîsîna zimanê dayika xw de çendî neşareza û kêmasiyên min hebe jî ez dê têkoşîna nivîsîna projeyên xwe bikim. Rasti min du pirtuk nivîsin e. Çendî weşanxane pirtukên min nedin weşandin jî, ez dest ji nivîsînê nakim.  

***

Her we!

Ev çend meh e, hikometa AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan peyva vebûn ê hildaye deve xwe û wek banîştê qaçkê dicure. Bi vê peyvê re dê bêji xêra bavê xwe dê pirsgirêka kurdan çareser bike. Her we xwe ragire û demê pûç dike.

Dema em temaşeyî daxuyanîyên serok wezîri dikin. Hereketên wi ji bo aliye şeri re xwe nîşa dide. Caran axaftinê wi pir dijwar in.

Lewre aliyekê Lîcê geli dide ber gulleyan. Aliyekê ji daxuyaniyên wi re dijmini jê dibare. Aliyekê sînorê Kurdistan’ê leşkeri, top û tifengan lê belav dike an jî lê cih dike. Aliyekê jî gor tirkan kalekol, gor kurdan jî qereqola nû dike û ava dike.

Ev jî divê bê zanîn ku her kalekol an jî qereqola tê nû kirin an jî ava kirin pêngav avêtina kare şeri dike û berhevîya şerek nû di îne pêş çav.

Ev kalekol an jî qereqol bi çi wateyê bê gotin bila ew be. Belê kalekol an jî qereqol di dîroka kurdan de cihek pir girîng digire.

Roja tirki ev kalekol an jî qereqol di herêma kurdan de ava kiri, aha wê rojê jîna kurdan tevlihev bû.

Bi ava buna van kalekol an jî qereqolan de pir kurdan dinava dîwarên wê de jîya xwe winda kirin e. Pir kurd di nava dîwarên wê de winda bûn û îşence dîtin.

Mînak:

Seba qotiyek tituna qaçax pir kurd di îşkenceyan de borîn. Seba kincên xwe ên netewî pir kurd rasti qotan û lêxistinê bûn. Seba ku “çima birûya te ser çavê te sekinîye” pir kurd winda bûn.

Û sedema pir tiştên wahe pûç.

Di vê sedemê de dema kurd van kalekolan an jî qereqolan dibin in, cerg û mêlakên wan, dilk û hinavên dişewite.

Ev kalekol an jî qereqol ji kurdan re wekî kormarê kele kela havînê sahm e. Di jîyana kurdan de ev kalekol an jî qereqol wekî min goti sahm e, neyar e, dijmim e, bîyanî ye, kund e, melkemot e, dahbe û tirs e.

Bawerim tu kurd nîn in ku mirovek xwe, pismam, bira, xwiş, dê, bavê xwe di van kalekol an jî qereqolan de winda nekiri.

Di vê sedemê de kurd ji kalekol an jî qereqolan re tirs in.

Ji van avahiya û ê van avahiyan de bêbawer in.

Lewre ev avahi û ê van avahiyan de mirinê, kuştinê û windabûnê  di îna hizira kurdan.

Her we kurd vê pirse ji xwe dikin.

“Herê gelo ev kalekol an jî qereqol tene ser sînorê kurdan ava bûne? Tenê ser axa kurdan divê bê avakirin? Lewre ser sînorên Tirkiyeyê  wek a sînorê kurdan pir nehatine avakirin.

Ev jî tê vê wateyê.

Tirki heta van salên dawiyê kurd înkar dikirin. Kurd wekî tirkê çîya î digotin.  Niha jî zimanê kurdan înkar dikjin. Bi avakirina van kalekol an jî qereqolan re tirk tene kurdan ji xwe re neyar dibinin.  

Hêvîya me tev kurdan, ev vebûna hikometa AKP’ê hildayî deve xwe bigehe binecihiyê. Belê ev jî divê bê zanîn tu şol bi hêvî û tıkayan re çareser nabe. Divê xîret hebe û divê hikometa AKP’ê jî pêngava çareseriya vê vebûnê bi avêje.

Divê hikometa AKP’ê bi mijulbûnê re, xwe gîrokirinê re û bêxemiyê re kurdan nexapîne.

Divê hikometa AKP’ê serê benikê gorê vereşîne ku ca bigehe kêla goreyê a dawiyê.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10