Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Pirsgirêka Kurda

Pirsgirêka Kurda

Pirsgirêk peyvek bi serê xwe aloze ye û êcizahî ye.

Pirsgirêk;

Bi mirov xwe re, bi malbatan re, bi civatan re, bi dewletan re, bi gelan re heye. Hindik pirsgirêk henin zû tên çareser kirin, hindik pirsgirêk henin direnk tên çareser kirin, hindik pirsgirêk jî henin qet nahên çareser kirin.  

Bes mirov xwenda, zana, fahma û şareza be dema pirsgirêkê re tişqilî xwe bi xwe an jî bi mirovê hemberê xwe re dikevî nîqaşê. Çareserîya wê pirsgirêkê digerî.

Nîqaje jî;

Yêk, nîqaşeyên bi alîyê mantiq û şarezatîyê re bên nîqaş kirin, bi çareserîya wê re xwe an jî bihevra îqna/qanî bibin. Dawîya nîqaşê de çareserîya pirsgirêkê peyda dikin.

Ya duyemîn jî bi xalên yêkemînê de bikevin nava nîqaşê bes bi xwe û xwe, an jî bi mirovê hemberê xwe re îqna/qanî nebe. Û çareserîya wê pirsgirêkê peyda nake.

Em peyva pirsgirêkê pêlîn rexekê em çend hevoka ji pirsgirêka Kurda re bînîn ziman.

Di vê rojeva Tirkiyeyê de ji xolam û xidama, ji gavan û şivana, ji xwendevan û mamosteya, ji karker û rêncbera, ji parlamenter û sîyasetvana, ji rojnamevan û romanûsa hwd. bigire heta serokkomar û serokwezîra hemî bi pirsgirêka Kurda mijûl in.

Herek şêhrê dilê xwe gor dilê xwe digêrînî, diçerînî û dixemlînî.

Rasti ên ji bo çareserîya Kurda bi dil û êqîn axivin jî henin, bes ên ji bo alozîya pirsgirêka Kurda axivin jî pir in.

Yek vane jî, ji bo pirsgirêka Kurda xebatê dike AKP ye.

AKPe pivyê ye ku pirsgirêka Kurda bi serê xwe çareser bike. Ew jî çawa kete nava vê dozê, bidijminahîya wê a ji Kurda re di dawîyê de tê zanînîn û xwedî derketina wan a niha jî yê pêş çav.

Ji van gotinên wan, ewên dibêjin “em bi DTPyê re jî hevdîtinan pêk tînîn” çîrokin. Ew ne DTPê ne jî tû dî rexgirê Kurda re muxatab nebûn û we dîyare nabin jî.

AKPê temaşeyî vê hilbijartina dawî a şarederîya kir û dît ku dengê wan di vê herêmê de mehîn, wekî MHPê û CHPê tinê mane tabela de. Wê demê çavtirsî bûn û dê xwe çawa pêş çavê Kurda şirîn bikin, bi xwedî derketina pirsgirêka Kurda re, ewa bê bawerî.

Ketin gomanê ewan hilbijartina parlementera a dawîre 60-70 parlewmenterê Kurd biribûn meclîsê û bi birina wan parlementerê Kurd re jî xwe xwedîyê Kurda dîtin û we digotin.

Bi hilbijartina şarederîyê de bi destê Kurda re şeqên dijwar xwarin û hiş li serê wan nema û niha jî carek dî biçîruçepa re, pivyêne xwedî dengê Kurda bibin.

Û niha jî AKP carekdî ku ca di herêmê de bibît partîya yekemîn çend xalên pirsgirêka Kurda danî rojevê û ji bona çareserîya wê sîyasetê dike.

Rasti xema dilê AKPê ne çareserîya pirsgirêka Kurda ye, xema dilê wan di herêma Kurda de bibin partîya yekemîn. Ji wê çendê jî xwe berdaye nava sîyaseta rexgirê pirsgirêka Kurda.

Di pirsgirêka Kurda de, ewên bi rexê wan ve tên çareserî jî wekî Kurd dibêjin “serve hilû û binve girû” tê çav. Bila tû kes nebêji AKP bi hez kirina Kurda re berevanîya çareserîya pirsgirêka Kurda dide, evene bi neçarîya xwe dide. Ew jî bila we bê zanîn.

Çawabe jî ew pirsgirêkên  tên çareser kirin jî girîngin, bes ên ji wan herî girîngî jî henin û nahên çareser kirin.

Ewên wekî;

Zimanê Kurda nabe zimanê netewî. Dab û nêrîtên Kurda hêj qedexe ye.

Hêj niha jî bi gotina şiklê dewleta yekgirtî tivê xirab nebe, dibêjin.

Efû a netewî çunîne. Tîp ên bi Kurdê ewên wekî Q,X,W ê qedexe in.

Rêzika hilbijartinê de kirêtîya %10 ê hêj niha ji pêş çavan e.

Kurda mihatap nagirin. Hêj niha jî ji bona erişa leşkerî a ji derve welat destûrê derêxin, an ku rexgirê şeri ne.

Hêj niha jî gund û navçeyên herêmê tên sotin, valakirin û wêran kirin.

Hêj niha jî, bi mînaka Ceylan Ankotê zarokên Kurda dikin armanc û dikujin.

Hêj niha jî peyva “Kurd’î” newêrin danên devê xwe.

Heske mirovi bivê dê xalên wekî vane hêj dirêj bike. Bili vane di pirsgirêka Kurda de

pir pirsgirêk henin ku nahên çareser kirin.  

Ger tû xîyaneti di dilê AKPê de çunebe, divê wekî ew pirsgirêkên Kurda ewên çareser dike, evane jî çareser bike.

Heske ev partîye bi dil û êqîn rexgirê çareserîya pirsgirêka Kurde be, ewan têkilahîyên xwe û DTPyê dê pêtir germ kiriba û dê DTP muxatab girtiba.

Belê mixabin ser DTPê pêtir şilove ên giran dibarîne, endam, şareder, endamê şarederan têkirin girtigehan.

Em hemû dizanîn ku di nava sloganê DTPê de “me nevê rondikê dayikên leşkera û gêrîla birijin, me nevê darbestên leşker û gêrîlaya bên welat, me nevê abora welat pûç bibe, gelên Tirkiyeyê bibin xîzan, em aştîyê dixwazî û hrw.” henin.

Mixabin AKPê ji ji wan çend sloganên DTPê ewên wekî yên jori gêrtîne devê xwe û pişt wan slogana re gelê Kurd dixapînin. Armanca wan di herêmê de bi çekên DTPê li perasîya wan bide.

Bi van çend xalan re Kurda xapînin û herêmê de bibin partîya yekemîn.  

Belê bawerim Kurd nahê vê leyîz ê, dest ji têkoşîna xwe bernadin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10