Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Nifrînên dayikan

Nifrînên dayikan

Dawiyê de dema du an jî hindik kurd bihev re bên hevnaskirin, yêk an jî hindk dê “tu ji kîjan malbatê î, an jî tu ji kîjan eşîratê î” pirs dikin.

An ku  bihev re nasîn dê gor malbat an jî eşîrata wi/wê re cih digire. Heke yek ji wi/wê ji malbatek mizur, neyar, şerkûk, xirab an jî derheqê wê malbatê de axaftinên kirêt belavi nava herêmê bibe, daxwaziya wê hevnasînê  bibirati çênabe. Çêbûna wê hevnasbûnê a rojemîn e û bêbaweriye.

Belê heke malbat diherêmê de malbatek vîyayî û aliyê gelê herêmê de pir bê hezkirin be, daxwaziya wê hevnasînê ser xîmê xwişk û biratiyê tê avakirin.

Ev têkiliya kurdan di xîmê kurdan a dema derebegîyê de cihek girîng digirt û di hevîrê kurdan de bibû pola. Niha ev cure hindik maye û roj bi rojê jî dirojeva kurdan de derkeve.

Wî dema ev têkiliyên kurdan dirojevê de têkiliyek dî di malbata kurdan de cih girtibû. Ew jî wekî min jêr înadi ziman nifrînên hevalan, dayik û dapîran bû.

Di nava hevaltiyê an jî têkiliyên malbatê de caran peyva nifş û zurîyetê dihat ziman.

Nifş; berdewemiya malbatan an jî mafê mirovan tê gotin. Rasti zurîyet jî di vê wateyê de ye.

Nava kurdan de careke din jî mirovê zirar dayî re “nifşê bênimêj, nifşê heramzade, nifşê welwele, nifşê bêmirwed” û hwd. ji wi/wê re nifrîn tên gotin. An ku ê xirabi ji yê dî kiri re wekî van nifrînan bi wi/wê re nifrîn tên gotin.

Bi zêdehi dayik ji zarokê xwe ê mizir, nehs, şûm, diz, direwîn re “zurîyeta se, zurîyeta keran û zurîyeta hêwana” dibêjin.

Hindik dayik jî bi nifrîna“hey kurê min o lê dê o, te tîro Xwedê lê de o” dibêjin.

Hindik dayik jî dema bi zarokê xwe re pir vêzar bû “hey te taştîk girtiyo, hey te serece, pêmirin, janeser, qulqule, penceşêr girtiyo” dibêjin. An jî “hêvîya mine w e ku tu bi jehre mari re bimiri, bi agiri bisoji, di ava kûr de bixendiqi, hey tu hinci hinci bû yo” dibêjin.

Dayik ji dizîya zarokê xwe re jî “hey te ziqim, qureder, mawt, pêmirin, jehr xwari yo. Dayikan “îşala topa Sedam lite bikeve, îşala tu xêrê jixwe nebîni, îşala tu xêrê dê û bavê xwe nebîni, hey min ser serê te pêpes kiriyo, hey tu kor bû yo” ev nifrîn û nifrînên wekî vane ji zarokê xwe re digotin.

Careke din jî dawiya tev nifrînên dayikê re ji zarokê zarokê cihê xwe de rûnişti û bersif nedayî re jî vê dibêjin. “temaşe bike çawa wekî felan cihê xwe de xinzirîye, çawa suçê xwe dizane ku cihê xwe de perçiftiye, temaşe bike çavên wi wekî çavên diza, hîza, bênamusan in” û hrw. 

Hindik jî ji mirovê serşor, axaftin di guhan de neçe an ku axaftin dikeve guhek wi/wê û di guhê dî de derkeve û mirov ji wi/wê re çi bêje bersifka mirovi nede re “tuximê keran e” dibêjin.

Hindik mirov jî hene mirov neşê bi wan re biaxive. Dema mirov ji wan re peyvekê bibêje ew deh, bist peyvan bersifka mirovi didin. Rast mirovi dibe çewteçewta wan û dora axaftinê nadin mirovi. Ji vî tuximê mirovan re jî tuximê dêhlan” dibêjin.

Ji mirovê wekî camêran bi mirovi re biaxive. Peyvên ji devi dibarin re bizane peyv tên çi wateyê, wekî fêhlmêr û xasmêran bi mirovi re biaxivin re jî “tuximê mirovan” dibêjin. Ev tuxime ê mirovan dialiyê rexne û xwerexne kirinê de ser xîmê mafê mirovan de avaker in. Ma nabêjin mirovê rexne û xwerexne kirinê de fahma be, ew mirov mirovek fêhlmêr û xasmêr e.

Ev goptinên kurdan ên dawî li kû hatin biramin, ez nizanim. Di be ku pir xwendevan “êdî kurd kurdên kevin nîn in, ew dewrê berê bû” bibêjin. Rasti armanca min de jî kêmxistina kurdan çu nîn e. Lewre kêmxistina kurdan kêmxistina min e. Armanca min ew e ku çanda kurdan a dîrokî bînim ziman.  

Aliyekê de jî armanc dewlemendîya wêjeya kurdî a devkî ye, diînim ziman.

Bi xêr û xweşiyê de bimîn in. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10