Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Modêla Kurdan: Xweserî

Modêla Kurdan: Xweserî

Van rojan mijara “Xweseriya Demokratîk” di rojevê de germ e; Dewleta Tirk li beramberî wê Hêzên Paramilîter ên “Kontrayî” di bin navê “têkoşîna dijî terorê” de organîze dike, artêşek ji polîsan tê avakirin, di heyameke wisa germ de,  me jî dil heye di çarçoveya “wê modelê” di ber modela federalîf a kurdên Başûr hevber bikin.

Wekî tê zanîn, gelek modelên birêvebirina welat û dewletan hene. Ji monarşiyê bigirin heta bi meşrutiyetê, ji federalîzmê bigirin heta olîgarşiyê…

Heke bi awayekî kitêbê em berê xwe bidinê, em dikarin di bin çend sernavan de cureyên “desthilatiyê” li vê derê rêz bikin.

Monarşî
Meşrutiyet
Oligarşî
Demokrasî
Desthilata Otorîter
Desthilata Totalîter
Teokrasî
Serweriya Teokratîk
Cumhuriyet/Komar
Komûnizm
Nasyonal Sosyalîzm (Nazizim)

Piştî vê agahiya “wikipedia”tîk a kitêbî, bêyî ku em “dersa xwe ya kitêbî” bidomînin û agahiyan li vê derê rêz bikin, vêca heke bi dilê we be jî, em pêdeçûnekê di mijarê de bikin û li ser “kurdên” ku di van parvekirinên desthilatê de, li kevî û kenarê mane, di nava “Desthilata Komarê ya Unîter” a Tirkiyeyê û desthilatên “monarşî û teokratîk” ên Îran, Sûriyeyê de hatine parvekirin, li Başûrê Kurdistanê xwedan “statûyeke federatîf” in û ev modela Iraqa Federal, di van rojên ku kurdên Bakur (Tirkiyeyê) behsa “Xweseriya Demokratîk” dikin de, em ê hinekî bidine ber mercêka xwe.

Federasyon, awayekî desthilatiya dewletê ye ku “hêz û otorîteya navendî ya yekdestî” ku di sîstemên parlamenter de ji aliyê vê parlamentoyê ve tê destnîşankirin, vê otorîteya yekdestî dişikêne û li gorî “xweseriyên herêman” desthilatî tê parvekirin.  

Iraq, li gorî Destûra Bingehîn (Reşnivîs) a vî welatî, dewleteke federal e û dabeşî sê herêman bûye. Başûr, Naverast û Bakurê Iraqê. Navê Bakurê Iraqê yê resmî, Iqlimê Kurdistan e, yanî Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal. Vê herêmê Parlamentoyeke xweser heye û xwedan Serok û hemû dam û dezgehên hukmî ye. Ji sedî 37ê budçeya Iraqa Federal para vê herêmê ye, lê tenê ji sedî 33ê petrola vê herêmê para Hikûmeta Navendî ye, a dîtir di însiyatîfa Hikûmeta Herêmê de ye. Gelek dewletên cîhanê ev herêm bi awayekî resmî nas kiriye û Konsolxaneyên xwe li paytexta wê Hewlêrê vekirine.

Cudahiya vê herêma federal a ji federasyonên dîtir ew e ku ev herêm bi awayekî de fakto ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tê parastin. Piştre bi qanûnekê ev hêz wek Hêza Leşkerî ya Iraqa Federal hate qebûlkirin û budçeya wê kete ser milê hikûmeta navendî. Hêzên Pêşmerge, ji sedî sed kurd e û ligel Herêma Kurdistanê, herêmên statû nezelal ku li bendî xala 140ê ye, ên wekî Kerkûkê jî li ser milê wê hêzê ye.

Di federasyona kurdan de, mafên hemûn hindikayî û dîn û ayînan hatiye mîsogerkirin û hemû reng di rêveberiyê de beşdar in.

Herêma Kurdistanê ku mirov dikare wekî “modela kurdan” bi nav bike, bi awayê dariştina xwe, di cîhanê de bêmînak e û heke ev sîstem bi awayekî duristayî bête bicîanîn, dê di warê beşdariya fireh û pirrengiya demokrasiyê de li tevahiya cîhanê bibe mînakeke gelekî bikêrhatî.

Wer reng e, ev “demokrasiya” xwe di vê “federasyonê de” bi cil kiriye, demokrasiyeke bi tevayî “xweser e” û li ser binemayê nirxên herî bilind ên însanetiyê yên hevpar pêk hatiye.

Projeya “xweseriya demokratîk” ku di bin pêşengiya “Kongreya Civaka Demokratîk-KCD” de teşe da xwe û bi navê “Kurdistana Xweser a Demokratîk” hate ragihandin, awayekî dîtir ê “Federasyona Başûr e.” Pratîka Başûr, rasterast formûlekirina vê modelê ye.

Ji bo mebesta me piçekî dîtir bê fêmkirin, çend nimûne ji federasyona kurd a Başûr:

Ev federasyon, parêzgehên (wilayet –awayek nêzî birêvebirina sîstema eyaletan a DYAyê ye) Duhok, Hewlêr û Silêmanî li xwe digire. Ev her sê parêzgeh, di gelek waran de xwedanî “xweseriyên” xwe ye; ji sîstema perwerdeyê bigire heta înisyatîfa Parêzgerên wê. Li herêma Badînan, bi Kurmancî, li Silêmanî û Hewlêrê jî bi Soranî perwerde tê kirin, afîş tên hilawîstin, navên cî û bazargehan têne destnîşankirin, heta ligel vana perwerdeyî jî di nav de, bi Keldanî, Asûrî-Suryanî, Turkmenî jî perwerde li dar e û dukandar serbest e bi zimanê xwe navî li kargeha xwe bike. Hê wêdetir, her kes di semta xwe de serbest e, ayînê xwe bi dilê xwe bibe serî, Dêra xwe ava bike, Mizgefta xwe çêke û Laleşa xwe biperêze.

Di Parlamentoya Kurdistanê de, ji bo hemû dîn û ayîn û nijadan kursî û kota heye.

-Heke xelkê vê Herêmê asta xwendin û kultura xwe bilind bike û bikaribe vê “modelê” pratîze bike, ev “modela kurd” di paşerojê de dê bibe modela herî baş a bo birêvebiriyê.

Vêca Projeya “Kurdistana Xweser” –ku em dikarin vê “xweser”ê wek “serbixwe” jî bixwînin- modeleke nû ya rêveberiyê ye ku ev model “modêla kurd e” û ji bo pêkvejiyanê “modêleke” gelekî bikêr û baş e.

Xweserî, ew e ku di rêveberiyê de “her kes” bibe xwedî gotin û her reng û deng bi awayekî xwe di vê rêvebirinê de bibîne û derbirînê bi pirsa xwe bike.

Ji bo vê, ev xwerêkxistineke ji jêr ber bi jor e, ji çep ber bi rast e, ji berwar ber bi evraz e; Ji ber hindê, diviya kurd vê projeyê gelekî kûr û ji dil de, binirxînin û qenebe, statûyeke zelal li ber xwe deynin da ku bikaribin wê pêşkêşî raya giştî ya cîhanê bikin.

Kurdên Bakur, dikarin bi ser nimûneya “Modêla Başûr a Xweser” vê projeyê di guhê raya giştî xin û dîplomasiya xwe ya navdewletî li ser vî binemayî bimeşînin.

Ew modêla li Herêma Kurdistanê bi ruh dibe û şaxên xwe vedide, dikare bi navlêkirineke piçekî cudatir/xwesertir ji bo Bakurê Kurdistanê jî bête pêkanîn.

Ji ber wê, ji bo “Xweseriya Demokratîk” baş bête fêmkirin, diviya “Başûrê Kurdistanê” û avadaniya wê derê baş bête rûniştandin û pê re bête fêmkirin.

Wer diyar e, kurd modêla xwe ya “xwerêvebirinê” ava dikin, ev model, çêtir e, li gorî jiyana sosyo-polîtîk, jeo-sosyolojîk a Kurdistanê bête dariştin.

-Ez dibêjim, berî em bêyî ku têbigihêjin ka çi ye “red” bikin an jî wekî “pîroz” bizanin û bi çavkorkî “qebûl” bikin, çêtir e, em baş vekolin, jêk hincirînin, li gorî rastiya dem û konjonkter bidin ber pirs û pirsyarê, baş lê serwext bibin û xelkê dîtir jî baş têbigihînin, paşê riya xwe bidine ber xwe, nexwe proje gelekî spehî be jî, gava te neda qebûlkirin, tu nikarî bidî rûnandin jî.

-Heke nêrîna me ew be ku em di çaviya “her tişt ji bo pêşveçûna mirovahiyê” de li dîmenê dinêrin, wê demê, em giringiyê didine “hemû nirxên mirovahiyê” û projeyên ku xelkê li azadiya xwe digere ji bo paşeroja mirovahiyê datîne, em ê wê binirxînin. 

Xweserî, wek proje, wek modêla jiyan û birêvebirinê, modêlek e ku dikare mirovan bîne ba hev û hemû aliyan bi awayekî “dilxweş” bike.

Wek xwedanên projeyê, divê aliyê kurd, “dost û neyar” her kesî îkna bike. Ji bo vê jî, dive stûnên bingehîn ên vê projeyê baş bêne danîn: Wek aborî, civakî, derûnî, polîtîk û ya herî girîng zanistî. Divê, mirov bikaribin paşeroj û siberoja xwe di vê kulekê re bibînin û li gorî wê “hêviyên xwe” lê biçînin.

-Ez dibêjim, em guhê xwe bidinê, rastiyek e, kurd xwedan modelek in. Ev model, berhema şoreşa wan a çandî û şerê çekdarî ye. Li Başûr, ev model baskên xwe vedide, li Bakur, ronahiyekê dide pêş çavan.

-Hêvî, tişta ne mimkûn dike mimkûn!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi