Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Mirin heqî ye kuştin bêheqi ye

Mirin heqî ye kuştin bêheqi ye

Bo hêwana di bêjin sekitî an jî mirar bû, ji mirova re jî di bêjin jîyana xwe windakir an jî dibêjin miri ye.

Tê zanîn ku ji bo hêwanê sekitî/mirarbû re dibêjin kelex, ji bo mirovê jîyana xwe winda kiri, miri jî dibêjin term/mewt. Ji mewtê re Colemêrgî dibêjin meyt.

Sekitîn û mirin makeqanûna xweza ê de heye, dê her hebî jî.

Dema di xweza ê ev rê û rêzike rabû dê xweza tevlihev bibe û dê aloze bibe. Ji her du alîya re çi bêjin bila bêjin bes navê sekitînê hindî navê mirinê giran û ne xweş nakevî nav hişên mirovi.

Dema bêjin wila hêwanê filan kesê sekitî ye, mirov çend bikevî xemê jî carek dî vê peyvê wekî rêza şolên rojê, wekî tişteke bê xem, pûç tînî pêş çavê xwe. Bo sekitîna hêwana dilê mirovi mînî pêve jî, belê wekî ya mirova zêde qehrî nabî.

Tinê çend rojada dilê mirovi di sojî, belê dema mirov mirina mirovekê bibihî çu cara ji bîra mirovi naçî, êkere bi xwînê giradayî êkodu be.
Her we dema gotin wila filan kes mirîye/jîyana xwe winda kirîye sahmê mirovi çend giran dibe û tê pêş çavên mirovi ku lûlika dilka mirovi vebû û xwîn jê xalî bû.

Bila bê zanîn wekî min jori jî goti, ez nabêjim dilê min namînî sekitîna hêwana.

Dema rêda mihûyekê mirov bibînî mirov pê xwe lê guhêzî ku ca pê mirovi ne keve ser mihû yê.

Vêca mirovê bo hêwana hinde dilsoti be, çawa bo mirina mirova dil soti nabe.

Dema mirov navê mirinê di bihe sahm serê mirovi digirî, laşê wi giran dibe, wê demê destê mirina sar û tezî ser gewya xwe hizir dike. Mirin wê demê de tê pêş çava. Ji wê çendê mirina mirovekê, mirov neşê bi rihet bêjî. Gotin ji mirovi re îza tê.

Ji wê çendê peyva mirinê sahme, tezîye, girane, tarîye, xwîne, xezebe, tûnebûne, xem e, xiyal e, rêtina a rondikên çavan e.

Dê bêjin çawa mirin çunabe? Mirin misteheq e dibêjin. Bi gotinek dî mirin zagon a xweza ê ye. Ger mirin çunebe dê xweza sekinî, alozebe/tevlihevbe.

Raste tivê mirin her hebe belê kuştin; ji kuştinê re tivê çi bêjîn. Belê mirin zagon a xweza ê ye me got, belê kuştin bawernakim zagon a xweza ê be. Kuştin xezeb e.

Zindenê kuştina iraqê, kuştina Bîn Ladîn, kuştina herêma me Kurda, kuştina cîhanê. Rojê çend mirov li kolana, çîya, deşt û newala tên kuştin. Di vê xwezayê de rojê xwîna çend mirova diherikî û rondikên çend dayika wekî agirê cehnemê diwerîta nava dilka wan.

Evê kuştinê jî mirovê misilman û ewên nemisilman bi destê xwe dikin.
Ewên heta naha jiyana xwe winda kiri bila têra wan neheq, dehaq, xwînxar û xwînrêt a bike, bila ji îro paşda destên xwe ewên zilmkar re nebin sedema mirin û winda bûna mirova.

Eve çend roje bajêrê Şirnexê du endamên DTPê bi zalimî hatin kuştin. Ixdirê ciwanek di rêka xwe de di çû bi rexê rexgirê tarî re hate înfazkirin.
Tu roj naborin ku çîya ê herêmê termek leşker û gêrila nehê. Bi hatina van terman re rondikên dayikên Tirk û Kurda têkil êk dibe, roj bo rojê jahriya xwînê dikevî, dilka wan.

Dilk a tû mirova nagirî ku hêwana bikujî vêca xasma mirova bikujî.
Herê gelo misilmanîtîyê de kuştin heye, qoranê de kuştin heye?
Qoranêda kuştin qetle û qetl jî qedexe ye/guneh e. Heçî mirovê qetlê bike roja qîyametê dê ew pirs ji wi bê kirin.

Başe ewê mirova dikujî ew ne misilman e, ew qoranê na nayîsî, ew ne girêdayê qoranê ye. Tû rehm di dilê wan de çunîne, dilê wan na şewitî, çavê vane tarî bû ye, evene dilkevirin, evene ne mirovin.
Ewên hind mirova dikujî ew ji Xwedê natirs î.

Heqê Xwedê ye rexekê bêjît ez misilmanim/mirovim, rexê dî jî dê hind misilmana bikujî, pêle misilmana hind mirova bikujî.

Herê, zalim ê kurê zalimi, ew çi dil e disingê te de, tu çi misilmani, tu rojê pênc cara çi mizgeftê bawerbike tu xwe xapîni, tu neşê Xwedê xapîni.
Dê rojekê Xwedê bin kafşê te bide. Aha ew roj nêzûk e, evê ji bîr neke.
Eve rih a mirova hind erzan e. Ewê kuştinê dike çendî dilhişk e. Eve ji tuxmê dahbe an jî yê decalanî ku çavên te tarî, nefsa te ziha ye.
Hêvîya me ewe ku mirov sedema kuştin, lêdan, tepeserî û îşenceye de ne mirin, bi qedera xwe bimirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10