Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Minareyên kurdan

Minareyên kurdan

Li aliyekî, mela ji minareyên mizgeftên ‘navendî’ bang dike, dibêje: “Hawar e gundino, ji bo xatrê dînê Mihemed! Ji bo xatrê biratiya dînî…”

Ajansên welat xwe kirine yek xeber, dibêjin ji rojava ve bayê îslamîfobî rabûye, li Swîsreya Ewropayê di encama rapirsiyê de ‘çêkirina minareyên nû’ hatiye qedexekirin.

Qedexe tenê karê Enqereyê ye. Ji ber wê jî divê xwe deşarz bike, jê re hincet divên. Li beramberî pêla ‘îslamîfobî’ ya rojava divê ew jî pêla kurdîfobî ya rojhilat rake û xwînê birêje.

Jixwe ‘kurdên xwelîser’ amade ne, nifûsa wan roj bi roj zêde dibe û pê re jî dengê wan bilind dibe.

Na na, ev qas ‘berlêvekirin’ bes e, divê kurd ‘her û her tepeser’ be û siya şûrê Roma Reş her li ser paşstûyê wan be!...

Ji minareyên kurdan bi patenta Enqereyê banga ‘kurdîfobî’ direşe.

Dewleta minareparêz dîsa ‘ciwanekî di bihara umrê xwe de’ ji nava me dibe û wekî her carê bê şerm û fedî gotina xwe dubare dikin, ‘kurd musteheq in’ û dîsa agirî bi kezeba dayikekê (belkî jî bi dehan dayikan) dadidin.

Ewropaya ketiye ber siya minareyê bi camêrkî qenebe dikare bibêje, “Heyran, ev encama rapirsînekê ye, lê me neheqî kir û em lêborîna xwe dixwazin.”

Lêborîn, mezinahiya demokrasiya wan nîşan dide, çimkî ew ji serê minareyê li însanên xwarê nanêrin û ew ku xeletiyekê bikin, dikarin rabin bêjin, “Qusûra me menêrin!” jî.

Lê Tirkiyeya ku bi kela kurdîfobiyê her roj sûnda ‘berlêvekirinan’ dixwe, erê erê, her roj ‘bereyeke nû yê kuştinê’ li pêşiya kurdan vedike.

Gelo, ma li ser rûyê erdê tiştek bi buha û qedrê xwîna Aydinê 23 salî heye!?

Ev agirê ‘kurdîfobiyê’ ma sed qat ji parastina ‘namûsa minareyên Ewropayê’ girîngtir nîn e gelo?

Hela berê hûn avekê bi vî agirî dakin, hela berê hûn destê xwe ji minareyên kurd û Kurdistanê bikêşin, piştre behsa minareyên Swîsra îsewî bikin. Camêran îsewî ne, hela berê hûn li rewşa dêrên welatê xwe binêrin piştre dersên ‘xweşbînî û pêkvejiyanê’ bidin Ewropayiyan.

Ji kerema xwe, berî ku dasiya çavê xelkê bibînin li şûjina çavê xwe binêrin!...

Swîsreyê, roja sêyem lêborîna xwe ji alema îslamê xwest, gelo hûn ê kengî lêborîna xwe ji kurdan bixwazin?

Çima?

Ji bo ku we zimanê wan qedexe kir, ji bo ku we welatê wan dagir kir, ji bo ku we heyî û neyiyê wan, çand û hunera wan desteser kir, talan kir, wêran kir, be hûn ê kengî lêborîna xwe ji kêlîkên goristanên Kurdistanê bixwazin!?

Ji kerema xwe ber û piştan li kurdan venekin, heke bi rastî jî hûn ê rûspîtiyekê bikin, herin ser minareyên Kurdistanê û bang bikin: “Kurdîno, ji ber hemû kiryarên xwe yên kirêt ên heta îro em tirk lêborîna xwe ji ax û berên Kurdistanê û kurdan dixwazin!” bawer bikin, kurd hind dilmezin in, hind camêr û însan in, ew ê we di cih de ‘efû’ bikin. (Dîsa hîle û hewayê nekin ha!)

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi