Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Min xwe li ‘wê derê’ hişt

Min xwe li ‘wê derê’ hişt

Ev heyamek bû ez bi riyan ve… Rê û bara min bi Wan û Culemêrgê ket; min gelek nas û hevalên xwe yên ‘berê’ dîtin, nas her ew nas bûn, lê ‘hevaltî’ mabû kirasekî bêbejn, guleke bêbêhn… wer reng e, tiştê dibe xwê bo hevalbendî û destebiratiyê “têkilîpêkirineke zindî û geş e” li dera ku benê têkiliyê diqipe û derazinka wê dizele, ‘hevalbendî’ tenê dimîne kavilekî virt û vala yê hilweşiyayî…

Ez li kevnewarê xwe rastî cendekê bîrhatinên xwe yên çilmisî hatim. Li ser wî cendekî ‘kêlek’ kup ê bikaribim ‘xwe’ binasim jî bi ber çavên min neket. Wê demê min xwe li wê derê li ber tavê hişt û ez dîsa vegeriyam rastiya xwe, yanî min çavên min yên miqandî beq kirin û hişyar bûm..e..ve.. 

Ez zêdetirê 20 rojan mêvanê Eliyê bira bûm. Li ber hûnikiya bayê Wanê, ji bilî çend caran vehejên biçûk, me rojên xwe têr û tijî borandin. (Mala wî tim ava bit!)

Şevekê birazaya min a biçûk Rûken bi tayê ket, yanî tayî bû. Şev dereng bû. Em giş mane hişyar, heta spêdê çend caran vereşiya. Me bo hewara xwe gihand ber derazinka cîranan, yekî got, “serê min diêşe”, yê dî got, “dereng e”, welhasil heta berbangê em mane ber serê Rûkena biçûk heta ku piçekî bi xwe ve hat.

Ez wê şevê gelek fikirîm, min xwest empatî bi dê û bavên ekser û gerîlayên k udi vî şerê qirêj de têne kuştin re bikim. Hemû jî li ber dilê dê û bavê xwe hind nazdar û şirîn in, kî dizane, heta têne bigewdekirin çend şevên weha tal li dayik û bavên reben diherimin û dimînin nobe heta tîşkvedan û kaziba sibê.

Lê belê paşê rojek tê, ew zorakê wan ê nazdar û şirîn di şerekî bêyom de tê kuştin…

Bi van hizran re, min qefesa sînga xwe da ber kulman û rondikên tal û şor berdana ser kezeba xwe ya peritî…

Welhasil, rojên Wanê gelekî bi adanî li min derbas bûn; Min bi têra dilê xwe çavdêrî kirin û weçerxa civaka me tê de serûbin dibe, ji nêziktirê ve berçav kir.

Ez wer pê hesiyam ku Kurdistana nêzî çiya ku xet lê tûj û agir gur e, çerxa jiyanê bi awayekî dîtir digere.

Li Wanê, çend caran em di rê de man, her gavê jî xelkê wê bi mazovaniyeke gelekî hêja em girtin siwareyên xwe û gihandin qonaxa ku berê me lê bû. Rojekê li Îskelê (bêndergehê) em çûbûn dora behrê (xelkê vir dibêje behra Wanê), piştî şîvê xezeba pêşûyan bi ser me de barî, pê re Dîjo bi tayê ket û kelejana wê xwe li 39ê da. Me bi hawarkî xwe gihand rawestgehê, jin û mêrekî ku li wê derê bûn, bi taxsiya xwe em gihandin nexweşxaneyê (spasdarê wan im).

Xelkê Wanê gelekî mirovhez bû.

Berî cejnê bi du rojan me xwe di geliyê kûr ê bêbinî wer kir û di şiveriya wekî vekêşka moriyan, di ber bejna çiyayên bilind ên asîmanê şîn radimûsî re me xwe gihande bajarê navçiya Culemêrgê.

Heke em bi otobûsa saet 12ya nîvro ji Wan bir ê neketana dibû ku li Helêlê (Depînê) em ser şerî hilbûna.

Gavaem gihîştin Culemêrgêxebera pevçûna  li Helêlê jî piştî saetek duyan gihîşte me.

Wê êvarê me li nav sûka Culemêrgê geryaneke gelekî xweş kir û bêhna bayê çiya hilkişande kezeba xwe.

Êvariya îdê bagera Idrîs Naîm Şahîn bi ser bajêr de girt, roja paştir ji ber bombeyên gazê me nekarî serê xwe ji xanî derxin.

Cejna me bûbû, Îd-il gaz…

Piştî cejnê bi hefteyekê em vegeriyan, li Wanê karderên min li min geriya, “Ezbenî ji xwe re li karekî bigere!”

Niha li Amedê me. Jiyan bi ken û girî weke çemeke boş bi ênad û bi serhişkî diherike û tim bi a xwe dike. Ez jî derdê xwe bi nivîsê tînim ser zimanî, karê min jî ev e. Ji jiyanê ev qirtik bi para min ketiye…   

Gelek zehmet e, em li welatê wekî Kurdistanê dijîn, nivîs bi qîmeta pênc qurûşan nake, her roj mirov têne kuştin, gotin tenekeyê jengû ye, gule zêrê zer e… Heta berevajî nebe, hukmê peyvê neyê cihê diviya lê be, karder her tim dê ji nişkê ve l ime bigerin û bibêjin, “Bira, here ji xwe re li karekî bigere, li nik me ji te re NAN tune ye, çi ko tu weke xwe difikirî…”

Ka ez çi bikim, hema çi bibe bila ser çavan bibe, ez ê tim û tim weke xwe bifikirim… 

Min xwe li wir hişt, lê ez vegeriyam ber asoyên nû…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi