Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Min jî reya xwe da Hatip Dicle

Min jî reya xwe da Hatip Dicle

Ez ê îro wek ‘welatiyekî ku li gorî qanûnên vê dewletê mafê wî yê dengdanê û beyana îradeyê hatiye pesendkirin’ biaxivim/gotina xwe darêjim.

Di hilbijartina borî de, ez li Amedê bûm û min dengê xwe bi kar anî. Min reya xwe da Mehmet Hatip Dicle. Wekî min 72 hezar û belkî hêj zêdetir xelkê Diyarbekirê dengê xwe da Dicle.

Niha dê çi li dengê me bêt? Qey em paleyên pûşî bûn? Qey maf û heqê me yê reyavêtin û dengdanê tune ye, an jî ‘pûç û vala’ ye?

Ez doza reya xwe dikim û naxwazim kesa min reya xwe nedayê bi ser reya min biçe Parlamentoyê –herçend baweriya min bi wê meclisê tune ye jî- li ser nave min siyasetê bike!

Madem ez welatiyê vê dewletê me, ez heqê xwe dixwazim û doza wê yekê dikim ku kesê min bi dengê xwe, bi îrade û viyana xwe ya azad hilbijart, bila li ser nave min biaxive û biçe Meclisa Enqereyê.

Ez bawer dikim, her 72 hezar kesên ku wekî min dengê wan hatiye tepeserkirin û mafê wan ji destê wan hatiye girtin, wekî min difikire.

Evane giş aliyekî meseleyê ne. Diviya em hinekî serê xwe biêşînin û xwe têbigihînin ka a rast li pişt vê helwest û kiryara ‘keyfî, neqanûnî, zilm û zordestiyê’ çi heye.

Ev kiryar, bi yek gotin zilmeke reş e.

Bêwijdanî û bêexlaqî ye. Pêpeskirina qanûnên wan bi xwe ye –a rast min çu care hêviya xwe bi qanûn û nîzama wan neaniye- lê dîsa jî koleyan jî li gorî exlaqekî gerdûnî ‘hin heq û maf’ hene.

Hikûmet û dewleta Tirk, berî her tiştî çav li ‘serkeftina bloka kurd û dostên wê’ bar nebû, kêfxweşiya kolanên bakurê Kurdistanê, wekî kelemekê di çavên wan re çû û wekî kulekê li ser mîdê wan rûnişt û pê vereşiyan. Ji wan re bû quzilqurt û kureder û pê peqiyan, pê çiriyan!...

Her çend hestên mirovî rabin ser tapanê û dûkêl xwe di ximximk û firnikên mirovî re bavêje derê jî, diviya mirov riya aqilî bide ber xwe û bi ser hemdê xwe van pêşhatan binirxîne.

Ev ‘zilma reş’ berî her tiştî di nava xwe de çend mebest û armancên nepenî yên piştperdeyê dihewîne. A sereke, dixwazin sîx û qîçê xwe li kurdan bikurisînin, didanê xwe nîşan bidin û bibêjinê, “Heta derekê musadeya we heye, jê pê ve topizê me, li ser serê we ye!”

Mebest ji vê gotinê; -1) Dewlet dixwaze bi vê yekê bloka kurd hêj di sere rojê de margestî bike, rê li ber şaş bike da ku siberojê di doza çêkirina Makeqanûna nû de bîne ser ya xwe û ya xwe pê bide kirinê. 2-) Ya dîtir jî, dewlet diviya tolgilgir nebin, lê ev dewlet kîngir e, defterên berê têkvedide û dixwaze rovanşa binketina xwe ya di sindoqê de –qelsbûna îradeya dewletê ya li Kurdistanê ya bi awayekî demokratîk – bi vî awayî paşve bistîne û nîrê xwe li ser serê ‘yên kêmane’ bihejîne heta dabêne.

AKP bi vê kiryara ku sedî sed li pitperdeya destê wê tê de ye, dixwaze ji blokê re bêje; Ez xwedanê ji sedî 50 reyên vî welatî me, heke tiştek çêbe ancax bi hevkariya min çêbe, ji bo wê jî diviya tu ji niha ve bîatê min bikî û ji aliyê dîtir ve tola dûvê xwe distîne.

Dewlet, bi vê kiryarê, tevgera kurd a siyasî û çekdarî neçar dihêle ku serî li ‘rêbazên kolanê û devê tivinga mor dizane’ bide û bihêle ku qonaxa bi awayekî siyasî ber bi pêşve dice, bi carekê de terorîze bike.

Ji aliyê dîtir ve, leşkeriya ku di çirava Balyoz û Ergenekonê de digevize, ji bo ku hinekî payedartir bûbe û di pêvejoya Makeqanûnê de serê xwe raneke, tê xwestin berê xwe bidin çiyê û operasyoneke leşkerî pê bidin kirin – ji bo vê ji Israîlê çekên nû jî kirîne-

Wekî her carê dîsa sere dîzê tê û li ser serê “kurdan” tê şikandin. 

Helbet siyaseta kurd a sivîl jî dê li gorî pêşhat û kewdanan helwesta xwe diyar bike; ev carina dê “boykotkirina parlamentoyê” carina dê tiştekî dîtir be. Dawiya dawîn, tu di santrancê de yî û mecbûr î li gorî liva yê hember liva xwe bikî nexwe dê kiş û mat bî, ev jî encameke diltezîn e û ne ya qebûlê ye.

Gotina dawîn; Reya min niha pûç çûye, wek welatiyekî ez ê doza dengê xwe bikim!

-Kurdino hûn ligel min an na?!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi