Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Mêvaniya Cînari

Mêvaniya Cînari

Hevdeh golanê ez ji bona şîvxwarinê gazîkirîyê cînarê xwe bûm. Ji bona têkilahiyên me Kurda de gazikirina xwarin û vexwarinê di binyatê mirovaniyê de herî girîn e. Di nav Kurda de cihê gazikirin û mêhvaniyê, diqedîm de cihê herî giran digir e. Gorî dab û nêrîtên me Kurda, hewce bû ku ez jî biçim. Belê ez jî çûm mala cînari; şîvxwarin ê.

Rasti dema ez çûyî malê di aliyê malxê malê re, ji bo şîv xwarinê ên hati gazîkirin ê en dawiyê ez mabûm. Dema ez jî çûyî hindirê avahi de jinên malê bi ciwana re mezela rûniştinê berheviya şîvê dikirin. Destexank rayêxisti bûn, xwarin, vexwarin û nan ser destexankê cihdikirin.

Ez jî berderê mezela rûniştinê de borîm û çûm mezela mêhvana. Min silav da û camêra jî bersifka silava min dan. Ciwanên dîwarî rexideri hindik xwe zelandin nik deri ve û kuncikê mezelê cihê ku ez lê birûnêm vala bû û ez jî çûm li wi kunciki rûniştim.

Hêj min û xwedîyê avahi û mêhvana xêrhatin û çawaniyên xwe xelasnekiri bû ciwanekê di derê mezela mêhvana de “keremkin şîv amade ye, rabin xwarina xwe bixwin” got.

Bi wi bangê ciwani re serspîyên rûnişti pêşîyê çûn mezela rûniştinê û pişt wan re jî ciwan çûn. Ez jî dinava wan de bûm ewên biyekemîn ser destexankê û dest avêti xwarinê.

Me hemûya xwarin xwar û piştî em ser destexankê rabû ew ciwan û zarokên xwarin nexwari çûn mezela rûniştinê ku ca xwarinê bixwin.

Em jî carek dî zivirîn mezela mêhvana û herek aliyekê pişta xwe li dîwari şipikand. Mêhvan çavrê çayê bûn. Lewra Kurda dema zad xwarin çavê wan îskanên çayê ne.

Di wê navbendê de, di mezelê de tîpa rahêla keteya, keteya rahêla peyva û peyva jî rahêla hevoka. Bi van axaftina re caran ev tîp, kete û peyv, hevoka pir dixemlîn in caran jî hevoka qirêjû dikin.

Axaftina nava mezela mêhvana hêreve hat, wêve çû, tevlihev bû û carek dî zelalbû ve. Piştî çêl û golika, xwarin û vexwarinê, çandin û dirûnê, dar û bari; caran jî siyaseta cîhanê, a Tirki, a Kurdi hate axaftin. Serspîyek ji nava mêhvana girîngîya zimanê dayikê re axaft. Navbena pênç-şeş deqîqeya çendeka kêmasiyên ser zimanê Kurdî tên civatê re axaftin.

Di wê nevbeynê de ciwanekê simbêl qeytan, we bi hêrs, bi kerb, bi neyari, bi dilkuvani, bi dilsoti û bi hind jî rik axaft. Dê bêji şer e.

Pêşîyê malxê malê, paşê jî mêhvanên malê hêmû mane behitî, mane gomanê de kanê ewi xêr e wi bi xîzanî û dilkuvanî dengê şerkûk re taxive. Hemûyan di hişên xwe de “yekê dilê wi hêlaye, sexera wi birîye an jî di malbata wi de kêmasiyek heye” derbaz kirin.

Ciwani zanî ku bi hevoka wi re hemû mane gomana wi, kanê ewi xêr e. Belê ciwani dilê xwe de “divê aha niha ez hizirên xwe ewên ser zimanê Kurdî bînim ziman” borand. Belê “ev dem ew dem e” got û axaftina xwe berdewam kir.

“Salek e û salunîv e berî îro min dest pê kir û ez ROJNAMEYA AZADÎYA WELAT dixwîn im. Ji min biborînin belê ez dê a jidilê xwe tê ji were baxivim. Heke di axaftina min de kêmasi an jî dilmayîyek hebe ez di seri de ji we re lêborîna xwe dixwazim.  

Ciwani temaşeyî rexên xwe kir, mêhvan hemû digomanên girîng de libenda axaftina wi ne. Ew li benda fersenda xwe bû û ew fersend dest wi kevti bû. Navbeyna saniyekê penive mêhvan hemû temaşe kir. Xwe wek mirovê girîng dibîne û ji wê çendê bin simbêlên xwe ên qeytan de girnijî û axaftina xwe dom kir.

“Ez carek dî dê bêjim. Ez neyarê zimanê xwe, neyarê xwe û neyarê gel ê xwe bûm, di wi sedemi de jî ez ker bûm, ez xeşîm bûm, ez dahbe bûm, ez nezan bûm, ez dirinde bûm. Dibêjin “çi ji lawi re bêjin ji bejnê tê,” di bo neyariya zimanê xwe mi wesa xwe pişt hişên xwe veşarti bû.

Ez bixwendi û nivîsîna zimanê dayika xwe hûr nebûm. AZADÎYA WELAT dibajêrê me de tate belavkirin min jî wekî hindika digot ez dixwînim belê ez fahm nakim.

Belê nû min zanî ez dijî nim. Nû min zanî ez mirovekî girêdayî gel ê xwe me.  Jîn a min a heta îro ne jîna wekî ya mirova bû. Ez roja dayik bûyî û hati vî emrê xwe, a sal-salunîv e ez dizanim ez dijînim û ez mirov im. Ma nabêjin her zimanek mirovek e. Wê demê ez jî bizimanê dayika xwe re mirov im.

Heta sal, salunîv berî jîna xwe, ez gîya bûm. Heke dixwezayê de hatibam naskirin ez dinasîm, heke dixwezayê de tu kesê ez nenasîbam rasti ez tune bûm.

Belê min ev sêhr a xwezayê tevlihev kir, sêhr a wê min alozekir. Bi xwendina ROJNAMEYA AZADÎYA WELAT re, bi xwendina ZİMANÊ DAYİKA xwe re ew leyîzên neyari, ên ser min tên kirin min têkir gorê wan de. Ew hişên ji bona mehîna zimanê Min û bi van hiziran re hişên neyarê ZIMANÊ DAYIKA xwe min di agirê dilka wan de tepeser kir.

Min neyarê ZIMANÊ DAYIKA xwe peqand, min bi xwendina ZIMANÊ DAYIKA xwe re hebûna xwe û gelê xwe wekî şûjinê têkir çavê wan de.

Herê bixwendina ROJNAMEYA AZADÎYA WELAT re ez carek dî bêjim, min zanî ez mirov im. Bangê min li çend kurd û Kurdistan e.

Dibêjim Kurdê bi ZIMANÊ DAYIKA xwe re hizira neke, bi ZIMANÊ DAYIKA xwe re jîn neke, bi ZIMANÊ DAYIKA xwe re nexwîne û nenivîse, ew biborîn in nemirov e. Belê ev mirove bi vê xeşîmîya xwe re pêşîyê xwe, paşê jî eslê (binyatê) xwe berze dike.

 Niha ez ROJNAMEYA AZADÎYA WELAT hemû roja, pirtûk, komar û romanên Kurdî dixwînim. Çimkê ez nû bûm mirov. Ez berpêkên xwe girêdidim û dê dest pavêjim nivîsîna Kurdî jî. Dema min nivîsînên xwe bi zimanê dê a xwe nivîsînîn, wê demê ez dê bizanim ez Kurd im û ez welatperest im.

Belê ez xolam. Ez malxê malê re, ku ev şîve bû sedemê vê civînê re spasdikim. Di vê civîna xawarin xwarinê de min hindik kêrmikên dilê xwe rêtin. Hêvîya min ewe ku min serê we gêj nekir û ji bo guhdariya we ez xolamê we me.”

Di dawiya axaftina ciwani re min temaşeyî mirovên mezelê rûnişti kir, hindikan pir bi hezkirin re guhdariya ciwani dikir. Hindikan jî bi rik temaşeyî ciwani dikir. Belê ewên ji ciwani re hezdikirin gor dilê min pir bûn.

Piştî hindik bêdengî yê yek pîremêr, nêzûk heştê saliyê axift. Dawiyê de min zanî ku ji melatiya mizgeftê teqawît bû ye. Heke xwendevan destûra min bidin ez kurte axaftina pîremêri ji were bi kurtasi nivîsim. Ewi jî wahe axiftina xwe dawî kir.

“ Can û ciwanên delal, raste ziman namus e, ziman welat e, ziman binyat e, ziman kinyat e, ziman esl e. A herî zimanekî bingehî, a herî binyatek bingehî.

Vê hizir bikin.

Ji kaniya meji hizir û hişên mirovi, ramanên mirovi dema wekî hevokan dirijin, ji mirovahiyê re dibe dewlemendiya zimanê mirovi.

We nî ne?

Belê. Em dê vê bêjîn.

Heke meji kanîya hiş û hizirên mirovi, ramanên mirovi be, hevok dema ji wê kaniyê herikîn wê demê hebûna mirovi danê ortayê. Ev jî dema mirov jidayika xwe bû, bi mamosteya dayikê re mimkun e. Çawa ji bona hebûna mirovi dayik e, ji bona zimanê mirovi jî dayik e. Ev divê herî girîng bê zanîn.

Ji kaniyê re wahe berdewam bikin. Heke kanî qut bû, hiş û ramanên mirovi jî winda dibe û mirovê xwedîyê vê kaniyê jî tuna be. Me got ev kaniye girîng e, divê mirov li vê kanîyê xwedî derkeve.

Ciwanên delal, bizanin ku ROJNAMEYA AZADÎYA WELAT ji me Kurda re ev kanîye ye. Ev rojname hindî ku kanîya zimanê me, hind jî dayika me ye. Ji wê çendê em Kurd çendî li mejiyê xwe, dayika xwe xwedî derkevîn, divê hind jî AZADÎYA WELAT xwedî derkevîn.

Heke Kurd hinde dewr û dewrane hebûna xwe berdewam dikin, seba wêjeya xwe a devkî ne. Mixabin Kurd li wêjeya devkî xwedî derkevin, belê nivîsîn û xwendina zimanê xwe xwedî dernakevin. Ev ji Kurda re kêmasiyek herî mezin e. Ez ji vi ciwani pîroz dikim. Wekî wi jî goti çunebûn û hebûna mirovi girêdayî zimanê mirovi ye ”  

Êdî dem direng bû mêhvani belav bû. Ez jî hêvî dikim Kurdê heft sali heta heftê sali ji dil û êqîn, hûr xwendina Kurdî bibin. Çawa xwedî xwarin û vexwarina xwe dibin, bila wesa xwedî ROJNAMEYA AZADÎYA WELAT bibin. Bila bibin abonê ROJNAMEYA AZADÎYA WELAT a pîrozwer, bixwîn in û bidin xwendin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10