Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Mesela ‘aqilmendan’

Mesela ‘aqilmendan’

Ji serê salê ve ye li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di bin navê “çareseriyê” de pêvajoyek li dar e.

Weke em giş pê dizanin, vê pêvajoyê di Newroza Amedê de, bi “nameyekê” bereyekî nû li xwe vekir.

Pê re biryara agirbesta PKKê û li pey wê komîsyona “Aqilmendan” hate danîn.

Heta vê gavê ligel strî û pejan, vê pêvajoyê riyek daye ber xwe û diçe.

Ber bi ku ve? (-Ez nizanim)

We reng e kurmê “gelo”(?)yan mejiyê gelek kesî dikeritîne, heta ji bilî girseyeke ‘tam îmankirî” (mumînê doza xwe) hema bêje ev “gelo” serê her kesî dixurîne.

Niha mesela “aqilmendan” anîn ser mazatê.

Gelo bi rastî jî ev kesên destnîşankirî, “xwedanê wê gotin û biryarê ne” ku bikaribin di pirseke weha de bibin cihê pûkepêdan û paxavpêkirinê?

A min tenê pirsek e.

Baş e, nebaş e, kî tê de ye, an tê de nîn e, bo min zêde girîng nîne; Bi a min, a girîng ew e ku di vî warî de îradeyek pêk hatiye an na? Mekanîzmayek saz bûye an na?

Û a herî girîng ev mekanîzma çendî karîger e?

Nexwe her kes baş dizane, xwedanê gotin û biryarê aşkere ne û ew îro jixwe vî karê xwe dikin.

Tenê ez dixwazim hinekî jî ji vî çavî ve li kêşe û meseleyê binêrim: Ji serê salê vir de ye çi guherîn pêk hatine?

Berî her tiştî, ji serê salê ve ye, em behsa “xwîn”, “girtin”, “îşkence” û “rika ku ji vê peyda bûye” nakin.

Êdî rojev; manîfestoya Ocalan, komîsyonên dad û aqilmendan, hevdîtinên di navbera aliyan de û atmosfera ligel hemû “gelo”yan a berê xwe dide bihara jiyanê û bilindbûna dengê hêviyan.

De bihêlin, em çendekê jî weha bijîn.

Bila “aqilmendên” me biaxivin ne devê lûliya tivengên sar

Bila “rihsîpên” me gotina xwe bêjin, ne rondikên dilê dayikên dilbikovan,

De bila, “ew qas aqilmend” bin, ger pêdiviya me pê çêbû, bila “kulmek aqil” bifiroşin me jî,  

De me qebûl e lo!,

Bila bi qasî hejmara “Serokên Komisyonên Taxan”, “aqilmend û rîspiyên me hebin” bo xwedê ma ji kê dera me kêm e; Hema bila ew jî li ser bin.

Dirêj nakim,

Ez bi xwe dibêjim, a qenc ew e civaka me hinekî bêhna xwe berde; nebe dûvajoyê rojevên siyasî û xwe neqehrîne, Heke bi rastî jî dil heye azad bibe, ew baş dizane ka dê çi bike û li gel kê be; êdî çav çavî baş dinase hewceyî bi hulîkirinê nemaye. Çu kil bi ser reşî nagirin heyran!

Ji vir pê de,

Divê em bi carekê de dest bi Kurdî bikin nexwe çu tişt nikare me bihêle, meger ku ev pêvajo bi encam bibe jî, heta zimanê me rizgar nebe; Ne welatê me rizgar dibe ne jî tu tişt…

Kurdno, ji potansiyela xwe piştrast bin

Bi xwe û hêza xwe bawer bin û bi AQILê xwe tevbigerin!

Bawer bike, divê pêla çepûçûr de ji her tiştî pirtir hewcehiya we/me bi AQILekî kemilî û têgihîştî heye.

Kurdno, biaqil bin!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi