Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Mele ê bêdestnimêj!

Mele ê bêdestnimêj!

Îro em dê çîroka mirovekî xîzan ji we re nivîsîn. Ji kerema xwe gor vê çîrokê jî cahiya pê xwe, destê xwe danin ser dilka xwe û dengê xwe biavêjin sandoqê.

Em dê bêjîn mirovek hebû bêxweyî û bêxwidan bû. Ev mirove bêrsî û tênî bû li kolana digerî. Rojekê ji xwe re “wiha naqete, divê ez ji xwe re pêşîya şolekê bigerim. Wahe bi rûniştinê re ez xîzaniya xwe çaresr nakim û tu kes jî guneh halê min nahê” digot. “Divê ez ji xwe re şolekê peyda bikim” di nava van gomanên xwe de ramanên xwe berdewam dikir.

Xwedê guneh halê wi hati bû ji xwe re yasîn, tehiyat, elhemd û çend diayên misilman ji xwe re dibêjin dijîna xwe de jiber kiribûn. Dema diçû dîwanxaneyan an jî hindik civînan, evên ji xwe re jiber kiri di bin simbêlên xwe ên ser lêvên stûr û pahn de digotin.

Rojek du roj her we di van civînan de an jî di dîwanxaneyan de, ên nêzû wi guhdari li wi kirîn e û ji wi re bi henekî “kuro tu ji meleyekê pêtir ilmê Xwedê dizani. Ev heyameke em nêzû te dirûnên, guhdariya te dikîn û me fahm kir ku tu di ilmê Xwedê de harî fahmayî” gotin ê.

Ewi jî baweri bi gotina wan re hat û dilê xwe de “ez bo çi naçim gundekê ji xwe re nabim meleyê gundekê” digot. Rojekê bi wê saftiya xwe re rabû kumikê xwe danî serê xwe û bû rêwî û kevta rêka bêdomahîk. Çand roj û meha çol û çolistana garîya, rojekê li gundekê bû mêvan.

Mirovê xîzan li malê bû mêvan, xwar û vexwar, heta direngî bi xwedanê malê re kevtin axaftinek kûr.  Demekê di navbeyna xwe de axiftin xwedîyê malê “herê gelo tu ji kû têy û tu dê ji kû ve biçî” pirs ji mirovê xîzan kir.

Mirovê xîzan jî “wele ez bêkes û bêxwidan im. Ez ji xwe re pêşîya karekê digerim” gotê. Xwedanê malê “ez temaşeyî te dikim ku rengurûyê te wekî ê meleyan e. Ez dizanim ku gundê me de jî çu mele çu nîn in. Herê gelo tu çima ji gundê me re nabi mele” gotê.

Bi vê axaftina wan re zarokê xwedîyê malê radibe û diçe berderê mala bavê xwe. Cînarek nêzû wê malê zaroki ber derê jiderve dibîne û “lawê min ew kî bû evroj merxep li mala we bû mêvan” gotê. 

Zaroki jî nivi guhdariya bavê xwe mêvani kiribû û peyva mele ji devê êk ji wan bihîstibû, û zaoki jî “mam wele bawerim mele ye mêhvanê me” bersifka wi da.

Cînarê malê ji bi guhdariya zaroki re bihîst ku navê mele hat guhê wi. Ewi jî dizanî gundê wan hewcayî meleyekê heye. Ew jî wekî pirejinên dawî bi fitne û fesadi ev peyva mele li gundi gêrand. Di demek kurt de bû şîrqên ku ji gundi re meleyek hatiye.

Mirovê xîzan jî bi safti û rebeniya xwe re di gomanê de bû, wê şevê wê malê razê û sibê zû rabe ku ji gund derkeve û ji xwe re ber şolekê biger e. Belê mirovê xîzan hêj ji malê derneketi, gundî hatin û mirovê xîzan ji xwe re mele bijartin û nirovê xîzan çend “ez nemele me” gotibe jî gundîya ew kire meleyê gundi.

Roj bi roj, meh bi meh mirovê xîzan bi sureya yasînê û tehîyat, elhemnd û çen diayên di zanîn re, meleti ji gundîya re kir.

Rojekê jinek gundi bi baweriya xwe re zarokê xwe bire nik mele û “mele ez hêvîyê ji te dikim. Ev zarokê min ev bû nêzû du sali belê hêj ser pê xwe rê naçe. Carê ji kerema xwe ji kurê min re niviştîyekê çêka ku zarokê min rabe ser pê” gotê. Mele rasti vê pirsa jinikê dest girêdayî ma û ji binê guhi ji zarokê jinikê re gor dilê xwe niviştiyek nivîsî. Piştî nivîsî “ev niviştiya min nivîsî di nava laylonê de pêçayi, dê bibî malê, hindik avê ser rêji û bila zarok bi wê ava te ser niviştiyê re rêti, di devê xwe de tevlihev bike û birêje” gotê.

Rasti jinikê mele çi gotibe ê ewê ji bi gotina wi kir û navbeyna deh- panzdeh rojan de zarokê jinikê rabû ser pê xwe. Ev kiryare di nava gundi de bû şîrqên û wekî bahêzê di herêmê de gerîya. Bi vê hinêriya mele re rasti di nava gundi de û di herêmê de çend nesax, lewaz, evîndar, aşti, silbûn, xwîndari, dizd, hîzi, neyari, silh û hwd. çi hebe hemû hatin nik mele. Tev acizahi, kêfxweşi, neyari, êş û jan hebe bi sedan nehwêd çareser bûn.

Êdî di gundi û di herêmê de, tu navê mele çu nebû, navê wi ji meletiyê bibû şêx. Di gundi û di herêmê de nav navê şêxi bû, gotin gotinên şêxi bû. Hemû kesê destê şêxi maçî dikir û qedr û qiymeta şêxi roj bi roj mezin dibû.

Rojek ji rojan nav û dengê şêxê gundi giheşt guhê miftîyê bajêri. Miftîyê bajêri xwê xwar û av serde vexwar. Di cihê xwe de hêreve rabû û wêve rûnişt. Xwiryan kevte laşê wi “wila ev mirova dê bin pê min bikule û dê sîyaneta min di nava gelê min de bişkêne. Divê ez bi nêzûk de ji vi mirovê nenays de çareseriyekê peyda bikim” digot.

Dawiya hinde tirs û xwiryana laşê xwe re rabû du mirovên jê bawer bike rêkirin pêşîya wi mirovê gundi bi navê şexbûnê re navdayî. 

Du mirovên miftîyê bajêri giheştin gundi û fermana miftî ji şêxê gundi re gotin. Êê… şêxê gundi an ku mirovê xîzan şarezaye û fahmaye. Dizane ku miftî seba çi ew gazikirîye hizura xwe. Û zane ku nav û dengê wi di herêm de belav bû û çû giheşt guhê miftî. Bi bihîstîna wi re zanî ku xwiryan kevte bin çengê wi û ew jî ji xwe tirs e.

Mirovê xîzan an ku şêxê direwîn “bila ser serê xwe, ez dê sibê ji we re bêm hizura rêzdar miftî. Belê heta sibê desturê bidin min, ez du gundîyan jî ji xwe re bînim. Lewre dema ez dizivirim gundi, ez tinê ne zivirim” gotê. Qasidên miftîyê bajêri jî bê goman” bila ser serê xwe, heta sibê jî me ji te re destûr daye” gotin ê.

Mirovê xîzan jî rabû peni qasidên miftiyê bajêri ji xwe re du gundî peyda kirin. Ji yeke re “baş guhdariya min bike. Dema miftîyê bajêri pirs ji min kir, ez dê bêjimê evê pirsê ji gundîyê gundi bake. Dema miftîyê bajêri pirs ji te kir tenê tu bi dengê mihê “meee” re bersifka wi bide” tembi kir. Ji gundîyê dî re jî “dema miftîyê bajêri pirs ji te kir, tu jî bi dengê çêlekê “mooo” bêje” û ew jî we tembikir.  Piştî du gundî ji xwe re kirin şahid, roja dî a paştir hemû bi hevre rabûn çûn hizora miftîyê bajêri.

Miftîyê bajêri bi rik û bi hêrs şêxê gundî an ku mirovê xîzan dana rasti xwe û pirs ji wi kir. “Herê gelo tu ji kîşk binyatê şêxan i. Carê secera xwe ji min re bêje, ca ez jî tiştikê ji vê şêxtiya te bizanim” gotê.

Rasti mirovê xîzan ji tu binyatê şêxan nebû û ji xîzaniya xwe ji xwe re pêşîya karekê digerî û gundîya jî ew bixorti kiribûn meleyê gundi. Ew şêx jî nebû gundîya ew ji meletiyê rakiribûn û kiribûn şêx.

Ew bêxalîxerez bû û çu guneha wi jî çu nebû. Rasti şêxê gundi di şermên xwe de xwih wekî morika di enîya wi de jorda diherikîn ser rûyê wi. Piştî herî hizir û gomana “miftîyê min ez, ne şêxim û ne jî mele me” gotê. Di berdewamiya axaftina xwe de “ belê heke tu pirsên bi binecih ji min bikî, ez hêvîyê ji te dikim tu pirsê ji gundîyên rast û çepê min rûnişti re bike. A rasti ew dê ji te re bêjin” gotê.

Miftîyê bajêri jî dûba xwe ji şêxê gundi vekir û pirs ji gundîyê ber milê wi ê rastê kir. Gundîyê ber milê wi ê rastê jî tenê bi “meee” ê re bersifka miftî da. Miftî vêcarê jî pirs ji kundîyê milê wi ê çepê kir û ewi jî bi “mooo” ê re bersifk da. 

Dawiya van pirsane miftî bi hêrs “herê gelo ev çi wateye, kanê ji min re aşkera bike” gotê şêxê gundi.

Şêxê gundi piştî hindik hizirên xwe kiri “miftîyê min tu jî biçî nava hinde pez û hêwana tu jî dê bibî şêx” gotê.

Heke em kurd û xîzanên Tirkiyeyê di pêşîya R. T. Erdogan de ne meşîn, bawer bikin R. T. Erdogan jî hinde zilm û zordariyê ser serê ma nabarîn e. Riha me, canê me û mêjiyê me hinde namêj e. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10