Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Me Pir 'Yılmaz' Henin

Me Pir 'Yılmaz' Henin

Madem ku nivîsînên min ên çar sala winda bûn, rêdana we hebe vê nivîsînê li ser xweşmêrê Colemêrgîya nivîsim.

Biborînin… 

Peyvek heye di nava peyvên Tirki de di bêjinê ‘yilmaz.’ Rasti heske tu xeleti çunebin, ez jî vê peyvê wekî peyvek Tirkî dizanim. Giştî ev peyve di Tirkiyeyê de serenav, pêşnav tê dayin.

Wekî hemû Kurda me Colemêrgîya jî zarokê xwe bi vî navê xweşmêr û piling re nav kiri ye. Bawerim peyva ‘yilmaz’ wekî navberaTirka de, di navbera me Kurda de jî cihekî girîng gêrtiye.

Başe di ferhenga Tirki de ‘yilmaz’ tê çi wateyê. ‘Yilmaz’ ferhengoka Tirki de “di karekê de çavneşikestî, netirsî û destjêneberdayî” hatîye nivîsîn.

An ku mirovê xwedîyê vi navi hemberê karekê çavneşikestîye û destjêneberdayîye. Her we di karê pêşîya xwe de dema çavên mirovi lê şikesti û dê her destê xwe jê berde, bes ‘yilmaz’ê me wekî pililnga karê hemberê xwe çareser dike. Ya duyemîn jî ji tu tişti jî natirsî. Dilkek wekî dilka şêhra, wekî dilka pilinga di singê wi de heye.

Mirovan heske ev nave dabin zarokê xwe divê zarokê wan layîqê navê xwe be. Dema bi tiştekê re an jî bi mirovekê re kete hevrikîyê an jî şeri de divê hemberê wê xweşmêr be û serketî be.

 Divê bi hilma vê xweşmêrîyê, di rawestana xwe de, di rabûn û rûniştinê xwe de, di têkilahîyê xwe de, hebûna xwe kifş bike. Divê mirov sahmê xwe xwediyê wi navi bike.

Bi wateya payva ‘yılmaz’ re ketîn rê belê çiqê vê peyvê ji bo çi şikestîye, em zivirîn wê.

Me goti bû ku wekî hemû Kurda me Colemêrgîya jî ev nave danîye zarokê xwe û ji wan pilingên me Colemêrgîya jî ‘Yılmaz’ek Xwedê dizanî çawa heye.

Dema bavê ‘Yilmaz’ê me jî kurikê xwe bi vî navi navdêr kiri, bawerim ev hizira wi a van roja li bîra wi bû. Ewi di zanî ‘Yılmaz’ê wi, xweşmêr û pilingê wi dema mezin bû dê di nava Tirki de bibe mirovek herî giring.

Mezinên (rihspî) Tirki di bêjin her tûlîyek wi/wê de hunerek heye, a ‘Yilmaz’ê me Colemêrgîya jî we ye. Ev ‘Yilmaz’a di Tirkiyeyê de pir karan de bi nav û deng e, belê tinê di karekê de pûç an jî bê fahm e.

Tinê înkar û îmhaya ser gelê xwe, ser malbata xwe û ser xwe nabînî. Kelatiya van roja di rojeva Tirkiyê de, ji ber berçavka xwe ewa reş nabînî. Di Tirkiyeyê de hinde nîqaş tên kirin, hinde şîrove di rijin tevahî herêmên welat bila ew razê nav nivînê ji tûyê çûka çêkiri.

Hindik ciwanên Kurd û Tirk komkirîne rexê xwe, ji kedxwarina wan zêdetir tu karê wi çunîne.

Neheq jî nîne, ‘Yilmaz’ê me Colemêrgîya layîqê navê xweye û ji xwe û nasnameya xwe dûr jîn dide. Tinê dilê wi û kesera wi malê dinyayê ye.

Yilmaz’ê me gore navê xwe ji ber tu kesê nadanê û bi henekîyên wi re mirov hindî dikenin zikê wan têşe.

Êkere di rojeva Tirkiyeyê de çareserîya pirsgirêka kurda hinde şidyayî tê niqaş kirin û hemû televizyonan de ji bo wê hinde şîrove tên kirin, çavê wi pareyan zêdetir tu nabîne.  

Êkere şeva 17.Cotmeh.2009 ê jin wekî hêwanekê an jî erebeyekê rakiri mezadê. Bikirê jinê destê xwe dan ser hêreve û wêveya jinê û bi henekî “ev parçeyê wê şikestîye an jî kevin bûye” digot.

Di nava sedan jorve temaşevanên jinan de tinê çendeka nerazîbûna xwa înadin ziman, ewên dî hemû dikenîyan de zik lê êşa.

Yilmezê me Colemêrgîya di nav çavê temaşevanê stidyoyê û ê cîhanê fikurî û ew kirêtîya serê jinê înadi xwedî derket.

Rasti vê sedsalîya bîstuyekê de jin wekî nisûbeta, wekî tiştê firotinê bibin şemo, kirêtîyek mafê mirovan e û ez şemizar dikim.

Ez li benda tu tişt dî nînim Yilmazê me Colemêrgîya bike. Ew tiştên layiqê xwe dike bes hêvîya min ewe ku ew jina hinde dilşikestî neke.

Ew dewrê bapîrê wi bû jin di firotin, niha jin xwedî xwe diderkevin. Niha jin ji bona hebûna xwe û ji bona mafên xwe, wekî aşitûyê (çiğ) diherikin, alaya azadîya jinan roj bi roj gor dibe.

Me Colemêrgîya pir ‘Yilmaz’ henin belê sedan yek gor navê xwe xweşmêr in.

Niha jî em peyva ‘yilmaz’ kurdî tê çi wateyê wê temaşe bikin. Gor ferhengoka Kurdî peyva ‘yilmaz’ bi Kurdî tê wateya nebez.

Belê peyva Kurdî a nebez bi Tirkî ‘yilmaz’ e, bes em hindik nava vê peyva nebezê jî gor hizirên xwe vekin.

Gor hizirên min peyva nebez ji binyatê an jî bingeha bezîn ê tê. An ku bezîn û nebezîn. Bezîn tê wateya cihda nerawstayî, nesekinî û di rê de bi pêya neçûyî bi lezê xweştir di rêde çûyî bi gotinek dî bezî.

Nebezî jî zida bezînê ye, an ku cih de sekinî, cih de rawestayî, nebezî.

Tê zanî jî mirovê tu şola neke û cih de sekinî, bêxêr û bêbereket e, tu berjewenda (menfaat) wi ne ji wi re ne jî tu kesê re çunîne.

Mirovê bigermahî û bixîret di karê xwe de xebitî, ew ji xwe re û ji gelê xwe re faydeye.

Tê vê wateyê xweşmêrê me, pilingê me jî ji bona têkoşîna zimanê xwe, dîroka xwe, çanda xwe, dab û nêrîtê xwe bêxîret e, nebez e.

Dema em zarok, ji me re Tirka digot “bila razê ku ca mezin be,” ew jî bila têr razê ku ca mezin be.

Em Colemêrgî pir kêfxweşîn ku, xweşmêrê me, lewendê me, pilingê me bi her du peyvan re jî çendî cihekî herê girîng gêrtiye, di jîna wi de tê dîtin.

Yilmaz/nebez tu xêrê ji bazara xwe bibîni.

Em ji qenciya xwe vê jî te re bêjîn, rêka te rohn parîyê te dohn be, belê poşman ne be.

Nîşe: Ev nivîsîne dawiya heftêya borî hatibû nivîsîn û 2. Sermawez. 2009 ê di nûçeyên Geverê de nivîsînek ser navê xweşmêrê me hatibû weşandin. Ji xweşmêrê xwe re di bêjim diayên te diayên saliha be.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10