Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Mavi Marmara, Filistin...û

Mavi Marmara, Filistin...û

Dîrok 31’ê Gulanê... Rojên germ ên havînê bi hemû kela xwe bi ser kêlîkên dawîn ên Gulanê de dibarin û belkî du gulên nîvçilmisî jî êdî xwe radestî rehma kelegerma Xizîranê (hezîran) dikin. Jixwe ji berê hatiye gotin, “Xizîran xizirî, giya li beyaran kizirî”, ma ne, jixwe navekî din ê vê heyvê, Pûşber e.
Di vê kelegermê, li avên honik û sar ên Deryaspî, fîloya di bin serkêşiya “Mavî Marmara” (keştiya serkêşa karwanê ku kelûpelê alîkariyê dibire hawara Xezayê), de, hêdî hêdî pêlên deryaspî vedidan û ber bi Xeta Agirî ya Xezayê ve dikişiya...

Ajansan bi zindî ragihan, “Artêşa Israîlê bi bot û helîkopteran bi ser karwanê hawarê de girt û dane ber guleyan” Encam, bi dehan kuştî û birîndar...

Mavî Marmara (Marmaraya Şîn), li Akdenîzê (Deryaspî) sor bû û gul û kulîlkên bi hêviya aştiyê dibişkivîn, wekî bayê Xizîranê dîsa kuzirîn...

Helbet, gava mirov bi serve serve berê xwe bide meseleyê, mimkûn e ku mirov tenê rexekî tabloyê bibîne û ji ber hindê jî nikaribe ‘bûyerê’ bi hemû rexan ve, başebaş analîz bike.  

Berî her tiştî, ev bûyera han, bûyereke gelekî mezin e û dibe ku bibe sedema destpêkirina şerekî mezin ku li Rojhilata Navîn, ter û hişkî di nav hev de bişewitîne.

Jixwe di hemû daxuyaniyên welat û dewletên cîhanê de, av alî hatin destnîşankirin.

A girîng, ew e ka em ji aliyê xwe ve çawa li vê helkeftê dinêrin û em kîjan aliyê mijarê ji xwe re digirin û dinirxînin.

Fîloya di bin serkêşiya Mavî Marmarayê de, di hawara Filistîniyên Xazeyê diçû; dihate gotin ku ji wan re, derman, xwarin, vexwarin û kelûpelê navmalê dibir...

Israîlê, berî helkeftê daxuyand ku ew ê dest tê werde û nehêle ku ew karwan nêzî Xezayê bibe û bi ya xwe kir jî...

Tirkiyeyê, tu tevdîr negirtin û bi çavzîqî ew xistin nav lepên wê... (gelo ma dewleteke xwedan ew qas tecrûbeyeke bi sedan salan, mimkûn e, di bûyereke wiha cidî de sersariyê bike?!)

Mirov dikare vê rûdanê ji du aliyan ve binirxîne, yek, dibe ku Tirkiyeyê çavê xwe li encameke wisa niqandibe û ji niha pê de di “projeya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn” de vê yekê, ji xwe re wekî hincetekê bi kar bîne û pê; yek, Israîlê di Rojhilata Navîn de bi tenê bihêle, du, bi vî awayî sempatiya welatên deverê bigire û bi projeya hevgirtina Rojhilata Navîn, hewl bide ku pakteke li dijî Yekitiya Ewropa û Amerîkayê, wekî Osmaniyan duyem, li herêmê ava bike.

Nexwe, Tirkiyeya ku di nav çirava pirsgirêka kurd de heta hefkê fetisîye, ez bawer nakim, ew qas “evîndarê” azadkirina Filistîn û Filistiniyan be. (Yê ber mala xwe paqij neke nikare mala cîranê xwe bimalişe...)

Helbet, Mavî Marmara, wekî dînamîtekê li bin têkiliyên-hevsengên herêmê teqiya û bi wê, xuya ye, ev Xizîrana Siyaseta Rojhilata Navîn, kizirand.

Ji vê bûyerê ve xuya ye, ku, li Rojhilata Navîn, heta du pirsgirêkên sereke; Pirsgirêka me kurdan û ya Filistîniyan neyêne çareserkirin, her tim mimkûn e, Mavî Marmarayên din, yên mezintir û xwînewîtir xîmê hevsenga têkiliyên herêmê bihejîne û dîsa êş û jana vê jî, di difna feqîr û hejaran re bête derxistin.

Helbet, Israîl û Tirkiye ji kurd û filistîniyan pirtir nêzî hev du ne. Ew dê bindestê wî, ew yê wî hewl bide bide pêş û bi ser de, şaxên xwe li hev du bisikirînin.

...

Wekî her tim, ji vê bûyerê jî xuya ye, ku pirsgirêka herî sereke ya mirovayetiyê, li cihê ku şuûr û aqil ji frênê derket, dest pê dike. Hindî ku bîr û bawerî, ziman û reng ne zengînî, sedema zordestiya li dijî hev be, însan, dê tim û tim vê cîhana gewrik li hev du teng bikin û dê mirovên mezlûm û bêguneh di navberê de, bêne mezaxtin. Ango, hem jî hestên wan ên pak û dilpakiya wna bête suîstmarkirin hem jî dê di navbera şerê fîlan de “fîloyên moriyan” biherişin/biperçiqin.

Nexwe ew kesên di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, tenê kesên xwedan bîr û baweriyên pak bûne, belkî wan wisa bawer dikir ku ew ê bi vê “çalakiya xwe ya sivîl û masûm” dergehê bihûşta aştiyê li ber vê cîhanê vekin... Kî dizane, belkî, zarokên kurdan ên ku bi destên xwe yên biçûk radihêjin keviran û berdidin polîsan jî, bi heman xewnê li jiyanê dinêrin...

Fîloya IHH’ê, berî ku biçe Xezayê, tenê bila carekê bihata Diyarbekirê, Wanê, Batmanê, Şirnexê, Culemêrgê, Duhokê, Hewlêrê...(Ew jî bi qasî zarokên Xezayê misilman û bi qasî wan mezlûm in ha!) gelo ma reng û zimanê mezlûmtiyê heye?!....

Bila Mavî Marmara, carekê jî li vî aliyê Marmarayê binêre berî ku xwe di avên Deryaspî werke û berê xwe bide Qudsa pîroz!...

Bi hêviyên xweş!...      

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi